WATEYA AVÊTINA SÊVA SERÊ BÛKÊ

WATEYA AVÊTINA SÊVA SERÊ BÛKÊ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkoler

 

Di Toreya Kurdî de, dema bûk tînin mala zavê, bi siwariya hespekî tînin. Amac ew e ku zarûkên ji wê çêbin, kur bin.

Dema bûk geha ber derî, zava jî ew çax li ser banê mala xwe, li binê Darika Zavê rûniştiye û dema bûk li ber derî hêj ji ser pişta hespê ye, zava sêvekê davêje serê wê. Gelek car ew sêv li bêvila bûkê dikeve û xwîn jê tê. Lê eger zava nexwaze ku bûk ji sêvê xisar werbigire, hêdîka sêv davêje serê wê. Hingê belkî sêv li bûkê dikeve yan jî lê nakeve.

Amaca avêtina sêvê li serê bûkê ev e:

Li gor baweriya olî, Adem Pêxember bavê mirovan ê pêşî ye û Hawa jî diya wan a pêşî ye. Lê hatiye gotin ku dema Adem Pêxember û jina xwe Hawayê sêv li Behiştê xwarine, bûye sedem ku ew ji behiştê hatine avêtin. Îcar dema Kurdê zava sêv davêje serê bûkê, wek tolhildanekê ye ku ji Hawayê hiltîne, hewekî bêje: Çima te sêv li Behiştê xwar? Yanena em ê niha di Behiştê de bûna!

Ev baweriya hanê çendî ku bi giştî di Toreya Kurdî de cih girtiye jî, lê ew bawerî niha tenê di nava Kurdên Ezdayî de maye û hê jî bi wê xûtê zava sêv davêjin serê bûkan.

Bi hêviya lêkolîneke berfireh li ser berhemên Toreya Kurdî ji aliyê ciwanên nûjen ve.

 

Li jêr versyona Têmûrê Xelîl a sêv li serê bûkê xistinê bixwînin: 

Li bal kurdên êzdî adeteke awa heye: berî ku bûka teze lingê xwe bavêje mala xezûrê xwe, zava ji ser banî sêvan li serê wê dixe.

-Gelo çima zava sêvan li serê bûkê dixe? Gunehê (sûcê) kî ye, ku ew usa dike?

-Ji ber ku êzdî li ser axeke usa dimînin, ku di dema xwe da ew war buhuşta li ser rûbarê cihanê bûye û ulm jî dibêje, ku Adem û Hewa li ser wê axê xuliqîne û di wan deman da marek helan daye Hewayê, ku sêva ji darê batinî bixwe û ewê jî bawerîya xwe bi mar anîye û bi şaşîtî ew sêv xwerîye û ji ber wê jî ew warê jîyînê êdî wek warekî buhuştî ne hatîye hesibandin, ango, ji wê rojê da buhuşt ji wir rabûye, lema jî kurdên êzdî heta niha jî sêvan li serê bûkê dixin. Ango, bi wî awayî heyfa xwe ji şaşîya Hewayê hiltînin, ku ew bûye sebebê wê, ku buhuşt li wir îdî nemaye. Bi gotineke din, ji ber ku bi bawerîya êzdîyan her bûkeke êzdîyan jî peyhatîya Hewayê ye, ango, ji zureta wê ye, ji ber wê jî gerekê ji bo kirina Hewayê bûk û jinên êzdîyan derba wî awayî bixun. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev