Başûrê Kurdistanê 5 rojan qurbaniyên Enfalê bi bîr tîne

Başûrê Kurdistanê 5 rojan qurbaniyên Enfalê bi bîr tîne

34 sal di ser komkujiya gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê re derbas bûn

 

Hewlêr (Rûdaw) – Duh 34 sal di ser karesata Enfalê û komkujiyeke din a gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê re derbas bûn û li Monumênta Enfalê ya li navçeya Çemçemalê bi boneya 34mîn salvegera Enfalê merasîmek hat lidarxistin. Wiha hatiye plankirin ku merasîm û çalakiyên ji bo Enfalê heta 5 rojên din berdewam bikin.

 

Amadekariyên ji bo merasîma duh ya bîranîna qurbaniyên wê komkujiyê ji şeva bihorî ve û bi pêxistina 34 meşxelên agir li Monumênta Enfalê li navenda qezaya Çemçemlê dest pê kir.

Di hetama 5 rojan de dê çalakiyên corbicor ji bo bîranîna qurbaniyên wê karesatê bên sazkirin.

 

Habîl Hacî Ehmed, Rêveberê Monumênta Enfalê li Çemçemalê derbarê çalakiyan de duh ji Rûdawê re ragihand: “Îsal bîranîna Enfalê bi fermî ji îro ve li Monumênta Enfalê birêve diçe, destpêka merasîma bîranînê pêxistina 34 meşxelan bû. Îro jî merasima bîranînê ji demjimêr 10:00 sibehî ve destpê dike.”

 

Habîl Hacî Ehmed diyar kir, bîranîna Enfalê “merasimeke niştimanî” ye û tevahiya xelkê Kurdistanê xwediyê wê ne û destnîşan kir, “ti mêvanek bi fermî bo merasimê nehatiye vexwandin.”

 

Bi gotina Rêveberê Monumênta Enfalê, di merasima duh de sê gotar, gotara Qaymeqamê Çemçemalê, gotara Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gotara kesûkarên Enfalkiriyan tê xwendin.

 

Herwiha şeş pêşangeh jî di nav Monumênta Enfalê de tên vekirin.

Hikûmeta Bees di jêr navnîşana (Proseyên Enfalê) û bi serperiştiya Seddam Husên, serokê wê demê yê Iraqê, di navbera Sibatê heta Îlona sala 1988an de li ser heşt qonaxan komkujiyek mezin di derheqê gelê Kurd de pêk anî.

 

Li gorî amaran, 182,000 kes di wê komkujiyê de bûne qurbanî û 5,000 gund hatin şewitandin, herwiha 20,000,000 serî ajel jî li Başûrê Kurdistanê hatin jinavbirin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev