
Bahadîn Robar
Rojekê rovî li daristanê digeriya û ji nişka ve şêr li pêşberî wî derket holê. Dema rovî şêr dît, ji xwe re got yaw ev daristan tev di bin destê wî de ye û em hemû bindest û berdestên wî ne, divê ez hîleyekê bi wî bikim.
Dema rovî li bejn û bala şêr meyze kir, jê re got: -Birayê şêr, ez dêhna xwe didim ku tu pir bihêz û jîr î. Maşelah tu dikarî vê darê ji rayê ve hilkî.
Şêr gotê: -Tu rast dibêjî? Rovî got – belê, ez rast dibêjim ezbenî. Tu dixwazî em biceribînin. Rovî got, ez ê te bi mûyên te bi darê ve girê bidim, tu dê carekê, didoyan xwe veweşînî û darê ji kokê ve derxî.
Şêr jî bi van gotinan keyfxweş bû û got: -De ka min girê bide, bes dema ez nikaribim xwe vekim, an jî darê ji kokê dernexim, bêbaviyan neke û min veke haa.
Rovî got: -Ser çavan birayê min ê delal. Ma ez ê çawa te di wê rewşê de bihêlim?
Rovî rabû şêr hişk û hişk bi darê ve girê da. Şêr jî her çiqas hêza xwe kom kir û hewl da xwe veke, nekarî. Şêr gazî rovî kir û got; ka were min veke. Rovî got; bi serê xwe û serê bavê te kim ez te venakim. Şêr kir û nekir rovî ew ji darê venekir û pişta xwe da wî û ji wir çû.
Rojek, du roj, sê roj û bi dehan roj derbas bûn û şêr ji birçîbûn û tîbûnê ji hal ketibû. Pir lawaz û perîşan bûbû. Hingê dît vaye mişkek ji wir ve tê. Mişk gotê; Şêrê min xêr e, çima tu di vê rewşê de yî? Şêr got; Mişko mixabin rovî bi fen û fîtan ez bi vê darê ve girê dam û çû. Mişk gotê; mitaleyan neke şêrê min, ez ê niha te vekim. Şêr got; tu wê çawa min vekî? Mişk got; ew karê min e. Şêr got; de kerem bike were min veke. Mişk çû ew mûyên şêr pê hatine girêdan bi diranên xwe birî û şêr ji wê rewşê xilas kir. Dema şêr ji darê vekir, şêr hema xatir xwest û çû. Mişk gotê; şêrê min tu wê bi ku ve biçî? Şêr gotê; Ez nikarim li wî cih û warê ku rovî min girê bide û mişk min veke bisekinim. Û ji wir diçe, diçe û diçe cihek nediyar.
Vêca xwe bi dûrî roviyan bigirin da mineta mişkan nekeve stûyê we…
Riataza