”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 56

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 56

Malpera me bi rêzenivîseke taybet çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî berdewam dike, ku wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” ne, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”Kurdistana Sor û Komara Mehabadê”. Em îro beşa wê a sisîyan çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

S. M. Îvanov, V. M. Magomedxanov

 

KURDISTANA SOR Û KOMARA MEHABADÊ -3

HEWILDANÊN SAZKIRINA OTONOMÎYAYÊN KURDAN YÊN PÊŞIN

 

Ji rojên pêşin yên Komara Kurdistanê behseke nexêr ya bi xeter bela bû, ku Tehran amadekarîyê dibîne leşkerên cezakirinê bişîne Mehabadê bo wê nexweşxaneyê bidine ber bomban. Ne dibû hêvîya xwe daynine li ser serekeşîran, ji ber ku ewana hemû jî bi binemala Şah a Pehlewîyan va girêdayî bûn.

Hêza çekdar a sereke di nava desthilatdarîya Qazî Mihemed da pêşmergeyên ji eşîreta Barzan bi serokatîya rêberê leşkerî û ruhanî Mela Mistefa Barzanî bûn, ku ji Îraqê derbazî wira bûbûn. Di adara sala 1946an da dest bi sazkirina artêşa kurdan bû, ku di bingeha wê da şervanên ji eşîreta Barzan bûn. Mistefa Barzanî bû serleşkerê artêşê, rutbê generalîyê li wî kirin. Ewî di nava demeke kurt da ji pêşmergeyên xwe sê alayî amade kirin, ku di her yekê da 500 leşker hebûn, serokên wan jî ew kurd bûn, ku berê zabitên Artêşa Îraqê bûn.

Lê leşkerên desthilatdarîya Îranê êdî berê xwe dabûn Mehabadê. Mistefa Barzanî bi sê taxbûran û kesên rezadil yên ji eşîretên kurdan – bi 8800 peyayan û 1700 siyarîyan, ku weke artêşekê bû, berê xwe dane warê bi navê Seqqiz. Li wir ew û leşkerên desthilatê pêrgî hev bûn: 29ê insane sala 1946an kurdan bi serokatîya Mela Mistefa Barzanî êrîşa li ser komara nû sekinandin. Leşkerên Barzanî bûne hêza berxwedanê a sereke li herêma kurdan, paşê jî ya Azirbêcana Başûr, ku wê demê desteyên wan yên çekdar tunebûn. Serokatîya Komara Demokratîyê ya Azirbêcanê pêşnîyar kir bi kurdan ra tevayî artêşekê saz bikin, û Mistefa Barzanî demekê bû serleşkerê milîsên yekgirtî yên Kurdistanê û Azirbêcanê. Wê demê hêza leşkerên Şahê Îranê têrê ne dikir bona opêrasyonên leşkerî yên berfireh li navçeyên kurdan û azirîyan bide derbazkirin, û herdu miletan jî di bin parastina xurt a milîsên Barzanî da jîyana otonomîyên xwe ya aş û aram berdewam dikirin.

”Helwesta Moskvayê di hindava ermenîyan da û piştgirîya ku didane kurdan bona bidestxistina serxwebûnê, Yekîtîya Sovyet kirine parastvana miletên kêmjimar. YKSS – welatê tekane ye, ku mafên bi miletên din ra wekehev daye kurdan û alîkarîya wê dike bona bidestxistina otonomîyê… Kurdên dervayî YKSS bo rizgarbûnê van dawîyan di nava xwe da pêşenîyeke hevgirtî ya bi navê ”Rizgarî” çê kirin, bona bi lez otonomîyê bi destxin, ku wê bûbûya bingehê Kurdistana Mezin a serbixwe. Kurdekî genc ji nûçegihan ra ha got: ”Em nikarin bêjin ku me hêvîya xwe danîye ser rûsan, lê Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî tu caran alîkarîya me nekirine û pêşî li zordestîyên bi xwîn, ku tirk tînine serê me, negirtine. Îngilîsan li Îraqê dewsa wê yekê, ku hukumetê mecbûr bikin otonomîyê bide me, hêzên hewayî yên qiralîyetê bi kar anîn bona têkbirina serhildanên me yên dijî zordestîyê. Yekîtîya Sovyet dewleta mezin a tekane ye, ku amade ye alîkarîya me bike”6, — nûçegihanê rojnameya ”New York Post” 26ê adarê sala 1946an ji Rojhilata Nêzîk nivîsî.

Kurdan karê herî pêşin qebûlkirina Konstîtûsyona Mehabadê kirin, hemû dayîre mecbûr kirin tevaya karên nivîsê bi zimanê kurdî bikin. Cara pêşin di dîroka herêmê da kitêbên dersan yên bi zimanê kurdî derketin, demûdezgehên çapxaneyên bona weşandina rojname û kovaran ji YKSS şandin; organa çapê a sereke li komarê rojnameya “Kurdistan” bû. Organên desthilatê, strukturayên tucarîyê, sosîalîyê, çandî-perwerdehîyê, zanyarîyê, parastinê, leşkerîyê û dîplomatîyê hatine sazkirinê, xetên pevgirêdanê hatine kişandin, post dest bi kar kir. Pir giring bû karê alîkarîya bizîşkîyê çareser bikin. Hate plankirinê sîstêma perwerdehîya destpêkî û navîn bona zarên ji 6 salî heta 14 salî saz bikin, pêşnîyar hebûn ku forma mektebê a mînanîhev hebe. Li rex mekteban kûrsên hilanîna nexwendîtîyê bo kesên di emir da mezin vekirin. Helbestvan, di nav wan da helbestvanê kurd yê binavûdeng Hejar, ber milet helbestên xwe yên rojane dixwendin. Lê di meha gulanê sala 1946an li Mehabadê stasyona radyoyê ya nû hate vekirin. Di serketina wî karî da Hevalbendîya Îranê ya pevgirêdanên çandî bi YKSS ra alîkarîyeke mezin kir. Rêxistinên jinan yên civakî hatine sazkirinê, wana alî sazkirina mekteban û nexweşxaneyan dikir. Mehabad bû paytextê çandîyê bo hemû kurdan, ne tenê bo kurdên Îranê.

Derheqa pêwendîyên Sovêtîyê-kurdan da di nivîsa nûçegihanê rojnameya “New York Post” Maurer da bi awayekî bedew tê gotinê, ku yek ji rêberên kurdan di nîveka meha nîsane sala 1946an jê ra gotibû: “Yekîtîya Sovyet dewleta mezin a tekane ye, ku bi dilxwezî berê xwe dide daxweza kurdan a bo azadîyê. Îngilîsan di nava 27 salan da kurd xapandin. Tu hêvîyên me ji wana tune. Amêrîkanî me înkar dikin. Gelo kê dikare me gunehkar bike, ku me ji rûsan alîkarî xwestîye? Ji hemû kurdên li Tirkîyê, Îranê û Îraqê dijîn, niha tenê kurdên Îranê bi saya serê rûsan serxwebûn û azadî bi dest xistine. Li Tirkîyê kurdan ewqas qir kirin û sirgûn kirin, ku desthilata tirkan niha bi bawerî dibêje: “Li Tirkîyê pirsa kurdan tune”. Li Îraqê qedexe ye gotina “Kurdistan” bi kar bînin, û bi zimanê kurdî tenê rojnameyên wisa dikarin çap bibin, ku di wan da behsa sîyasetê nayê kirinê. Himberî wana rûsan destûr daye kurdan heft-heyşt rojnameyan derxin û piştgirîya daxweza me ya hewildana bo bidestxistina serxwebûnê dike, ku hevalbendan soz dabûne me piştî şêr bidin û nebûne xwedîyê sozê xwe, lê îngilîsan pêşî li wê daxwezê digirt û heta niha jî di wî karî da bo me bûye asteng”7.

Femdarî bû, ku rêberên zane û aqilmend, demokrat û welatparêz hatine ser hukum, wana bi dil û can dixwestin guhartinên erênî bikin. Ji ber ku ewana gerekê ne tenê di hindava desthilata Tehranê ya qiralîyê ber xwe bidana, herwiha himberî kevneperest û derebegên kurdan jî. Di nava çend mehan da desteyên M. Barzanî mecbûr bûn çar caran zora tevrabûnên çekdar yên serekeşîrên kurdan bibin, lê Tehran jî tenê helan dida serîhildêran. Pirsa aramî û xweparastina herêmêji dijminên hundur û der pirsa sereke bû. Yekîtîya leşkerî bi azirîyên Îranê ra pir alî kurdan dikir, ku ew jî wek kurdan di halê şerê herdemî da bûn bi desthilata Îranê ya merkezî ra.

Yekkirina hêzên leşkerî yên du herêmên ku ji Îranê veqetîyabûn, pir zehmet pêşda diçû: çend axên ku binecîyên wan kurd bûn, ketine nava teşkîla Komara Demokratîyê ya Azirbêcanê, wana ne dixwest di bin hukumê Tewrêzê da bin û daxwez dikirin ku axên wan bikevine nava Komara Mehabadê. Lê xetera ku ser herduyan jî hebû – ji alîyê leşkerên şahê Îranê da bêne têkbirin – wana digîhande hev. Hêzên leşkerî yên kurdan û azirîyan di bin serokatîya serleşkerê di wê demê da gelek binavûdeng M. Barzanî da wek tifaqdarên hev emel dikirin, herdu otonomîyan Peymana derheqa dostanîyê û hevrakarkirinê ya di hêla aborî, leşkerî û sîyaseta der da îmze kirin. Lê di navbera rêberên kurdan û azirîyan da herwiha nerazîbûn û nelihevkirin hebûn û di rûyê wê yekê da hevkarîya sîyasî ya xurt di navbera Tewrêzê û Mehabadê da çê nebûn.

Di wê demê da cihêbûna Azirbêcana Başûr û Kurdistanê ji Îranê ji alîyê welatên Roava da rastî rikberîyên ciddî hat. Wê demê Tehranê hereketên xwe da xurtkirinê bona bikaribe hukumê xwe li ser wan herêmên otonom xurttir bike û wana careke din vegerîne nava teşkîla dewleta Îranê a qiralîyê. Serokatîya Îranê heta ji Şêwra Aramîyê ya Neteweyên Yekgirtî hîvî kir alî wan bike bona di navbera YKSS û Îranê da hevraxeberdanên dualî bêne derbazkirinê derheqa statuya herêmên azirîyan û kurdan da. Di wan hevraxeberdanan da Sovyet li ser a xwe sekinîbû, ku gerekê leşkerên Sovyetê ser demeke ne diyar li Îrana bakur bimînin, herwiha hewil dida di Kompanîya neftê ya Îranê-Sovêtîyê da hukumê xwe zêde bike, ku hatibû plankirinê li ser çemê Kaspîyê (Xezerê) bê vekirinê. Lê Îran daxwez dikir ku leşkerên Sovêtîyê yên dagirkar bi awayekî lez ji wir derkevin û soz da di projeyên neftê yên bi Moskvayê ra berdaxwarinan bike, ango, nermayê dîyar bike, lê hevraxeberdan, wek ku li bendê bûn, bi ser ne ketin.

Di vê rewşê da Brîtanîya Mezin û DAY daxwez ji Yekîtîya Sovyet kirin erkên xwe yên derheqa derxistina leşkerên xwe ji Îranê bîne sêrî, ji ber ku leşker tenê bo dema şerê bi Almanîyayê ra ketibûne wira, lê ew şer êdî xilaz bûye. Serokkomarê DAY Harri Trumen heta gef xwar, ku wê bombeya atomê bavêje ser YKSS û wê leşkerên xwe yên hêzên peya bişîne Îranê. Desthilata Sovêtîyê biryar kir, ku ne lazim e bigihînine wê dereceyê, ku di navbera dewletên cihanê da şerên nû biqewimin, û piştî wê got ku ew amade ye di nava şeş heftêyan da leşkerên xwe ji Îranê derxe. Di nîsana sala 1946an da şervanên Azirbêcana Başûr dest bi êrîşa li ser Tehranê kirin: heta derketina leşkerên Sovêtîyê ji Îranê lazim bû hewil bidin statuya otonom ya herêmê bidine xurtkirinê. Lê êrîş têk çû. Di nîveka pêşin ya meha gulanê sala 1946an da leşkerên Sovêtîyê ji Îranê derketin. Desthilata navbendî ya Îranê fêm kir, ku êdî dema wê hatîye.

Nehê tîrmehê sala 1946an di rojnameya Îranê a fermî “Ettelaat” da nivîsa wê belgeyê derket, ku serokên hêzên çekdarî yên otonomîyayan îmze kiribûn, di nav wan da herwiha Mela Mistefa Barzanî jî. Di belgeyê da beyannameya berbi zabitên artêşa Îranê ku leşkerîya xwe li Kurdistanê dikirin, hebû, bang dikirin çeka daynin, xwîna xwe û ya xelkê ku ne di berjewendîyên me da nin, nerijînin. Soz dane zabitan, ku wê ji bo wana hemû şertên bo jîyanê û xebatê bêne sazkirinê, bi şertê ku ewê di hêzên kurdan yên çekdar da qulix bikin. Rêberên kurdan hewil didan bi desthilata Şah ra li ser pirsa derbarê parastina xweserîya Kurdistana Îranê da li hev bikin. Lê ew hewildan bi ser neketin û têk çûn.

Di destpêka tebaxa sala 1946an da Qazî Mihemed bo hevraxeberdanên bi serekwezîrê Îranê Qavam as-Saltan ra hate Tehranê, ber wî pêşnîyar kir otonomîya kurdan nas bikin, ji xwe ewê di nava teşkîla dewleta Îranê da be, lê ew daxwez bi bersîveke berk va hate redkirin. Piştî wê serekwezîr biryara desthilata Şah îlan kir derheqa wê yekê da, ku leşkeran bişînine Airbêcana Başûr û Kurdistana Îranê qaşo ”ji bo pêkanîna hilbijartinên 15an yên li Meclîsê”. Di kanuna sala 1946an da leşkerên desthilatê ketine Tewrêzê, paşê jî hewil dan êrîşî li ser Mehabadê bikin. Artêşa Îranê li her deran bi awayekî hovane ji heq û hesabên aktîvîstên sîyasî yên otonomîyê dihatine der. Gorî malûmatîyên Partîya Îranê ya Gelêrî (”Tude”), tenê li Azirbêcana Îranê weke 30 hezar binecî hatine kuştin. Tevgera demokratîyê li ser axên otonomîyayan hate têkbirin, aktîvîst hatine girtinê, zêdeyî deh hezar malbetan mihacirî YKSS bûn, piranîya wan kurd û azirî bûn. Bêy piştgirîkirina leşkerî ya YKSS tevgera Îranê ya miletîyê bê pişt ma: hêza wê têrê ne kir bona pêşberî leşkerên desthilata merkezî, ku bi jimara xwe va pirtir bûn, berxwe bide.

”Di encama sîyaseta tevaya desthilatê bixin destê Şah Pehlewî, otonomîya kurdan tam ji holê hate rakirin. Gelek eşîret zirarê ketin. Serekeşîr hatine sirgûnkirin û bi awayên cuda-cuda ew bêdeng kirin… Serekên kurdan digotin, ku mêla wan ne li ser rûsan e. Lê kê dikaribû wana sûcdar bikira ku wana alîkarîya dewleta tekane qebûl kirin, ku dane wan?”8 — yek ji kovarên Brîtanîyayê bi vî awahî behsa rewşa li Kurdistana Îranê dikir. Niha, bêy piştgirîkirina Sovêtîyê, di nava serokatîya Komara Mehabadê da dest bi minaqeşeyan bûye, ka niha û di paşdemê da çi bikin. General M. Barzanî ber tevaya hukumetê û wan kurdan pêşnîyar kir, ku destê kê çek digire, berê xwe bidine çiyan û tevgera xwe berdewam bikin. Qazî Mihemed biryar kir di cîyê xwe da bimîne, hêvîya wî ew bû, ku bikaribe qirkirina binecîyên sivîl ji alîyê desthilata Şah da bide sekinandin. Wek ku li bendê bûn, kurd nikaribûn ber hêzên leşkerî yên desthilatê ber xwe bidin: Ewana him bi jimara xwe va, him jî bi hêza xwe va gelek caran ser artêşa Barzanî ra bûn. Desthilata merkezî bi xapandinê desthilata otonomîya kurdan mecbûr kir teslîm bin. Paşê mehkemeya serekên komarê û aktîvîstên kurd kirin û cezayên nemerivane hae birrîn, ango bi hovane ji heq û hesabên wan hatine der. Tu kesî jî derheqa wê efûyê da bîr ne anî ku Şah soz dabû: Qazî Mihemed û hevalbendên wî yên nêzîk hatine darvekirin. Kesên dardakirî – Mihemed Qazî, Sedir Qazî û Seyf Qazî yek ji serekên kurdên Îranê yên herî qedirgir û binavûdeng bûn.

Lê serleşkerê Komara kurdan Mela Mistefa Barzanî berî teslîmbûna Mehabadê ji destê Qazî Mihemed alaya komarê wergirtibû. Wî wek serokê weke 500 pêşmergeyan bi rêyên çiyayî û newalan, bi şerê bi leşkerên şah û tirkan ra karibû xwe bigihîne ber sînorê Îranê-Sovêtîyê. Barzanî bi desteya xwe va xwe li çemê Erez xistin, derbazî wî berî bûn û li Yekîtîya Sovyet sitara demkî wergirtin.

Êdî li YKSS M. Barzanî 25ê tîrmehê sala 1949an nameyek ser navê V. M. Molotov şand û di wê da hîvî dikir rastî Î. V. Stalîn bê. Mela Mistefa ji rêberê Sovêtîyê ra ha nivîsîbû: ”…Ji We ra kurdên demokrat yên Îraqê dinivîsin, yên ku bi saya serê alîkarîya hukumeta Sovêtîyê û helwesta We ya mirovhezîyê di hindaba gelê zêrandî sala 1947an mihacirî Yekîtîya Sovyet bûn. Xênji We tu kesekî me tune ku derd û kulê me zanibe. Em hêvîya xwe datînin li ser mafparêzîya We û hewcê parastina we ne, ku ji me ra bibin sitar”9.

Jin, zar û kal-pîrên ji eşîreta Barzan jî bi rêyên zehmet û bi kelem ji alîyê dinê va berê xwe dane welatê kal û bavan û derbazî Îraqê bûn. Piştî mihacirîya donzdeh salan ya mecbûrî pêşmergeyên barzanîyan jî bi serokatîya general Barzanî vegerîyane Îraqê. Wê demê li Îraqê desthilat hatibû guhertin, û Mistefa Barzanî li Bexdayê wek mêrxasê miletîyê qebûl kirin. Piştî demeke ne dirêj alaya sor-sipî-kesk bi dîdema Royê va li ortê, ku ya Komara Mehabadê bû, li paytextê Kurdistana Îraqê bajarê Hewlêrê hate bilindkirin. Û wî karî kurê serleşkerê efsanewî Mesûd Barzanî dike, ku sala 1946an li Mehabada serbixwe û azad da ji diya xwe bûye. Rengê sor li ser alayê nîşana xwîna şehîdan e, ku wana bona azadîya Kurdistanê rêtine, rengê sipî nîşana aşîtîyê û wekehevtîya gelan e, rengê kesk bedewîya tebîyeta Kurdistanê ye, lê Ro nîşana jîyanê ye.

Heta niha jî kurdên tevaya cihanê sersalîya Komara Mehabadê pîroz dikin. Dema heyetîya wê bû rûpelekî geş di nava dîroka kurdan da. Çiqas dijwarî û kêmasî wê demê hebûn jî, lê ew dem ber dilê her kurdekî ezîz e. Hemû destkeftin û serketinên kurdan yên niha ji tecrûbe û şehîdên Komara Mehabadê ne, ji îdêya û tradîsyonên wê ne.

Îro hevalbendîya hemcihanê qîmetekî mezin dide zanebûn û aqilmendîya sîyasetmedar û serleşkerê bêhempa Mistefa Barzanî. Jîyana wî a rojane, aminaya di hindava hevalên xwe û karê xwe da, heqî û mirovhezîya wî himberî mirovan bûne bingeh ku li Kurdistana êtnîkîyê her kes qedirê wî digire, hurmeta wî zane û jê hez dike.

Wêne: Nîgara G.G. Gagarin “Ciwanê Kurd”. Sal 1840

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev