
Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.
Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne.
Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..
Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala
Pirs:– Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.
Bersiv: – Henekên kurdî – 20
1-
Xebînetê bi 300 Euro yî lêvên xwe werimandine, lê mixabin îro bi rûpoşê, maskeyeke bi 50 centî lêva werimandî dinixwimîne.
2-
Du zarokên 4 salî li baxçê pêşdibistanê sohbet dikin. Yek ji yên din dipirsê:
– Gelo Afrîka çiqas ji vir dûr e?
Yê din bersiv didê:
– Wele Lulu ji Afrîka ye û her roj bi duçerxê/piskelêtê tê dibistanê.
3-
Li salonek ji werzişgehên herî germ ên Stokholmê, dema ku zengilê têlefona desta lê dixe, xortek ji werzişvan bersivê dide.
– Halo, delalê min?
-Silav delalê!
– Hûn li salona werzişê ne?
– Erê.
– Ez li dikaneke cila a cîhanê ya bi navûdeng im. Û li vir min saqoyek a heri xweşik dît! Buhayê saqo bi çar hezar kronî ye, lê erzan kirine anîne çar hezar û pencsed kronî.
– Hûn çi difikirin?
– Nefikire ger te ewqas ecibandibe.
– Bê guman ez dê bikirim, delalê min!
– Wê çaxê em li malê hev dibînin.
– Maç!
Xort li xwe zivirî û got:
– Kes dizane kî xwediyê vê têlefona desta ye?
4-
Textor: Tu çawa yî?
Nexweş: Ez baş im.
Textor: Bangî nexweşê din bikin.
5-
Qantirek ji mehîna mêrik re çê bûbû.
Ewî ji kêfa got; heyla dîya minê, Wele ezê hersal dîya xwe ji kera bikşînim.
Riataza