NIHÊNIYEK DI ÇÎROKA FOLKLORA KURDÎ DE

NIHÊNIYEK DI ÇÎROKA FOLKLORA KURDÎ DE

GELO MERIV ÇIQAS DIKARE JI VÊ YEKÊ BAWER BIKE?

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Cara pêşî ye ku vê nihêniyê eşkere dikim:

Bêguman di 1984an de dema ku min dest bi lêkolîna berhemên Folklora Kurdî kir, min 1.710 sernav berhev kirine û 370 ji wan çîrok in.

Di nava çîrok û meselokan de gelek tiştên derdemî hebûn ku min nedixwest wan tiştan eşkere bikim.

Yek ji wan tiştan jî, mesela sê zavayên Mîrze Mihemedê lehengê Çîroka Folklora Kurdî bûye. Mesele ev bû:

Dibêjin, dema bavê Mîrze Mihemedî ketiye ber mirinê, vê wesyeta xwe li kurê xwe kiriye û gotiye:

. Kurê min, va ye ez ê bimrim. Sê xwişkên te hene. Kî hat ber deriyê te û wan xwest, bide.

Piştî mirina bavê Mîrze Mihemedî, rojekê şêrek hatiye ber deriyê mala Mîrze Mihemedî û gotiye: -Ez hatine ku tu xwişka xwe ya mezin bidî min.

Mîrze Mihemed xwişka xwe daye Şêr û bi daweteke heytehol a şêran, bûkê birine.

Demekurtek piştre, pilingek hatiye ber deriyê mala Mîrze Mihemedî û gotiye: -Ez hatine ku tu xwişka xwe ya navîn bidî min.

Mîrze Mihemed xwişka xwe ya navîn jî daye Pilingî û bi daweteke pirhawe ya pilingan, bûkê birine.

Demekurteke din jî piştre, gurek hatiye ber deriyê mala Mîrze Mihemedî û gotiye: Ez hatine ku tu xwişka xwe ya piçûk bidî min.

Mîrze Mihemed xwişka xwe ya piçûk jî daye Gur û bi daweteke kesnedîtî ya guran, bûkê birine.

Çû zeman, hat deman, dibêjin guhertin kete erd û ezman:

Dibêjin, Neteweyê Ingilîz zarûkên xwişka Mîrze Mihemed a mezin in.

Dibêjin, Neteweyê Rûs zarûkên xwişka Mîrze Mihemed a navîn in.

Dibêjin, xelkê Tirk jî zarûkên xwişka Mîrze Mihemed a piçûk in.

 

Di wêne da: Keçên ciwan ên Makûyê bi xemla xwe ya berê. Wêne yê Yaqûb Kurmanc.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev