Nameyek Derengmayî – 7

Nameyek Derengmayî – 7

Mela Mihyedîn

 “Gulê nadim malê dinê, li ser gulê têm kuştinê”

M. Şêxo

Belê gulê…

 

Tu, sembola hezkirinek bê dawî û sembolek bê hempa yî.

Ji demên berê ta heta niha tu ji hezkirinê re bûyî îlham û ji dildaran bûyî dilda.

 

Di nava hemû kulîlkên cîhanê de yê pêşengîtî ji hemû kulîlkan re dike û gava yek behsa kulîlkan bike di serê pêşî tu tê bîra mirovî.

 

Erê gulê,

Tu hewqasî hatîyî hezkirin ku hema bêje di hemû stranan de te ji xwe re cih peyda kirîye û roj bi roj te cihê xwe hîn bêtir zexm kirîye.

Tu hewqasî hatîyî hezkirin ku navê te li keçan hatîye kirin û şev û roj navê te tê zikirkirin.

Tu hewqasî hatîyî hezkirin ku hemû hezkirinên veşartî bi rêya navê te hatîye zimên û ji xwe re bi saya te wicûdek çêkirîye.

Tu hewqasî hatîyî hezkirin…

 

Tu mîna Ala Rengîn tim bi coş û bi kenî di dilê hemû însanan de…

 

Yê ku herî bêtir qedr û qîmeta te dizanin dildar in.

Tu ji bo hemû dildaran rûyê sorik ê dildayê temsîl dikî. Lewma her dema ku gul (tu) tê dîtin rûyê dildar bi coş dibe û devê wî bi ken vedibe.

 

Dildar, di her gav û di her kêlîkê de nikare xwe bighîjîne dildayê û ji ber vê dûrîya dildayê dilê dildarî dibe nar û diperite. Tenêbûna dildarî, birîn û agirê şewata wî hîn bêtir gurtir dike. Dildar wisa dişewite ku herî dawî wekî rengê te sor dibe.

Di vê şewata bi tenê de tu dighîjî feryada dildar. Dildar bi hebûna te bi dilekî xweş û aram dişewite.

 

Yek ji wan dildarê mezin Mihemed Şêxo bû.

Te di dile Şêxo de lêhî rakiribû lewma wateya te ji bo wî pirr cuda bû. Şêxo hemû hezkirinên xwe bi saya te anîbû ziman. Wî te ji xwe re kiribû sembol.

Tu tim jê re bûbû yar; tu (gul) jê re bûbû welat, hezkirin, evîn…

 

Silavên germ li te û li hemû dildarên te…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev