
Fermo, dengekî xweş, zimanekî şîrîn, hesteke diltazîn,
ruhekî ji xwîna sêwirandî ji Bakurê welatê me.
La Fontaine
Lêanîn: Memê Miksî
Dîtin Roj û bagerê
Va siwarek tê li rê
Payîz e ji demsalan
Serma ketiye malan
Divê haj bi xwe hebî
Carek lê ewle nebî
Ku biçî di rêyekê
Bi tevdîr here kekê
Bi hewayê payîzan
Qîm pê nayêtin bizan
Ji ber geh tav geh ewr e
Geh bibaran geh stewr e
Lê siwarê ku dihat
Cil li xwe kirbûn du qat
Qapûtê betankirî
Bagerê dît bişirî
Bi deng kir gazî rojê
Got: Ya hevala dojê!
Bi rewşa vî siwarî
Kena min tê ezgorî
Her tişt kiriye texmîn
Ez jibîr kirme yeqîn
Lê bihejim yek helê
Sax nahêlim yek kêlê
Temamê wan pişkokan
Wê biqetin ji kokan
Li qapût ho kim bisteh
Ew ê biçe cîbindeh
Ca hinek bibore dem
Pê keyfa xwe bînin em
Lê binêre dixwazî
Wî çawa dikim tazî
Rojê hema girt ji dev
Got: were em di gel hev
Madem bi xwe bawerî
Qapûtê vî siwarî
Em şert bigirin li ser
Ka dê kî bêxe ji ber
Forsa te ne hindik e
Ewil tu dest pê bike
Ewr kom kirin bagerê
Berê xwe da seferê
Kir vîjevîj wê bi sehm
Ne nisaf bû ne jî rehm
Çi cihê li ber diket
Radikir lê qiyamet
Banê xaniyan ji ber
Difirîn wek kelemper
Keştî li ser deryayê
Noq bûn wek balyê kayê
Bê çiqasê ber xwe da
Siwar qapût berneda
Tenê pêsîr û pêşik
Vedihejandin bê şik
Piştî ji heq nehat der
Dor hate roja rengzer
Ewil ewr kirin bilav
Bi hemêt vekirin çav
Mêrik ji german xuh da
Hesp rawestand di cih da
Di gel qapût û êlek
Cil êxistin yek bi yek
Xwe li mêrgeke hêşîn
Dirêj kir wek li nivîn
We jî dît hene hin kar
Bi zorê nabin tu car.
Riataza