JI ROMANA «BARÊ ROJÊ»

JI ROMANA «BARÊ ROJÊ»

Husên Duzen

 

Berî bi kêliyekê, li sûkê, ez pêrgî nasekî xwe bûm. Di kêliya ku wî ez dîtim de ber bi min ve hat. Min dît kêfa wî ne lê ye. Bêyî ku silavê bide min hat destên wî li ser hev rawestiya. Vê carê nedişibiya bi carên din.

 

Ev bûn gelek sal min ew nas dikir û her ku min ew didît bi tirkiyeke tevlihev bê rawest her dipeyivî. Min rewşa wî mereq kir, lema ez nêzîkî wî bûm. Hêsir ji cavên wî diherikîn û lêvên wî mîna peleke çilo dihejiyan. Min jê pirsî ka bê xêr e.

 

Bi peyvin quto quto, lê vê carê bi kurdî got:

 

– Min îşev rahmetiya diya xwe di xewnê de dît.

 

Min got çi baş e, îcar seba çi tu xemgîn î? Bi qîrin li min vegerand ku min bi dijwarî jê fam dikir:

 

– Ji ber peyvên wê. Diya min di xewnê de got, lawo welle ger min zanîba tu ê bi wî zimanê ku tu pê diaxivî û ne yê ku min dabû te biaxivî, min ê ji dêvla şîrê xwe ava serşokê bida te.

Hîn ev peyvên wî bi dawî nebûbûn, wî nasê min ez himêz kirim û bi qîrin:

 

-Min bibexişîne, te bi salan ji min re digot, min bi ya te nedikir. Lê li min heram be ku ji îro pê ve ez bi kesên ku zimanê diya min, kurdiya şêrîn dizanin re, ji kurdî pê ve biaxivim. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev