
Xaylaza Reşîd
ROJA SIBÊH DEREW E!
Min sar neke vê dinê
Were li rex min rûnê
Çi bikim vê hebûnê.
Emrê îro pir kin e
Şabûn tê da qe tune
Pê-pê dû me mirin e.
Kanên kal û bavê me
Ew mêrxas, egîtên me
Ew jî neman warê me.
Roja duh êdî nayê
Wek pirtika ber bayê
Wek nexwaşê ber tayê.
Îro te çi dît ew e
Roja sibêh derew e
Îro mast, sibêh dew e.
Hê bedewî dudilî
Mîna fener duşxulî
Dibe sibêh bikulî.
Min sar neke vê dinê
Were li rex min rûnê
Mîna gula beybûnê.
BÊKÊFÎ EZÊ TERA BISTIRÊM…
Serê xwe bide ser sîngê min
Û bikeve xewa şîrin
Wê hûr-hûr bibarin hêsirê min
Û bikevin ser çevê te.
Bêkêf î, ez ê tera bistirêm
Û birevînim xem-xeyalê te
Hetanî sibêh ez ê ha rûnêm
Lê tu bihênije hilde xewa xwe.
Hêdîka tûncika te ra bilîzim
Ez ê serê te, nerm daynim belgî
Û rex te da hêdîka paldim
Te ra biricifim, ça Leyla bengî.
Bi hemdê xwe tilî pêçiyê te,
Bivim çevê xwe ez tera heyran
Bese aciz bî, va me li rex te
Îşev vir mame, te bûme mêvan.
Riataza