”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 57

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 57

Malpera me bi rêzenivîseke taybet çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî berdewam dike, ku wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” ne, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”Kurdistana Sor û Komara Mehabadê”. Em îro beşa wê a dawî çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

S. M. Îvanov, V. M. Magomedxanov

KURDISTANA SOR Û KOMARA MEHABADÊ -4

HEWILDANÊN SAZKIRINA OTONOMÎYAYÊN KURDAN YÊN PÊŞIN

 

Qewad Reş

Derbazbûna Barzanî ji çemê Erez

Di meha hezîranê sala 1947an da pêncsed şervanên bi serokatîya Mela Mistefa Barzanî hatine ber kenarên çemê Erez. Ewana bîstûyek rojan bi şer ji axa sê dewletan – Îraqê, Tirkîyê û Îranê derbaz bûn, bêy av û xurek, di bin germaya tava ku diqijiland, bi girên bê dar ra meşîyan, bêy ku xwe bidine warekî xwe lê sitar dikin. Ji hewayê îngilîsan ew didane ber bomban, ji ber ku haya wan ji planên Barzanî hebû.

Berî wê rêwîtîya efsaneyî pêşmereyên wî li Îraqê şer kiribûn, dû ra jî Komara kurdan a Mehabadê parastibûn. Dema ew ji şer û cengê vegerîya Îraqê, hate ocaxa xwe – gundê Barzan, ku dijmin dor lê girtibû, biryar kir bi pêncsed şervanên xwe ra tevayî berê xwe bide ber sînorê Sovêtîyê. Û dawî hat gihîşte besta ber kenarên çemê Erez li rex Makuyê. Li vir ewî bi awayekî aqilane zora leşkerên Şah bir, ku bi jimara xwe va zêdetir bûn. Ew yek nêzîkî Naxçiwanê qewimî, ku paytextê Mîrîtîya Mîdîya ya kevinare bû û binecîyên wî kurd bûn.

Mistefa Barzanî bi heyecan bala xwe dida tepeya çiyayê Araratê, ku bi berfê va nixamtî bû. Di destpêka salên 30î da ew wek leşkerekî ciwan tevî serhildana kurdan ya Araratê ya dijî zordestîyên tirkan bûbû.

Barzanî siparte hevalbendên xwe keştîyan çê bikin bona bikaribin çek û cebirxane derbazî alîyê Sovêtîyê bikin. Şervanên desteyê sipartina wî bi cî anîn, li keştîyan siyar bûn, derbazî wî berî bûn. Lê Barzanî piştî leşkerên xwe bi qeyîkeke xirabe va heta navikê kete avê û derbazî wî berî bû.

Awa, 17ê tîrmehê sala 1947an rêwîtîya binavûdeng ya barzanîyan bi serokatîya  generalê bawermend Mistefa Barzanî – qiralê bê tac yê hemû kurdan bi dawî bû. Ew mêrxasîya kurdan ya here mezin bû piştî serketinên serleşkerê Rohilatê yê binavûdeng Saledînê (Salah-ed-dîn) kurd.

 

Mistefa Barzanî (1903 – 1979)

Serleşkerê efsaneyî, karmendê sîyasî yê binavûdeng, rêberê tevgera kurdan ya miletîyê-rizgarîyê.

14ê adarê sala 1903an li gundê Barzan yê wilayeta Mûsilê ya Împêratorîya Osmanîyê (niha Îraq) di malbeteke rêberê yek ji eşîretên kurdan yên mezin û binavûdeng – eşîreta Barzan ji diya xwe bûye.

Di 16 salîya xwe da tevî şerê dijî leşkerên Îngilîs yên dagirkar bûye. Di dema serhildana di salên 1931-1932an da cara pêşin bê serekê leşkeran, dema di nîsana sala 1932an di besta Wazîyê li rex Barzan zora  kome leşkerên Îraqê bir. Piştî têkçûna wê serhildanê malbeta Barzanî weke deh salan di bin çavdêrîya desthilata Îraqê di sirgûnîyê da ma.

Sala 1943an Mistefa Barzanî mihacirî Îranê bû û li wir desteya kurdan a çekdar saz kir, ku di paşdemê da êrîş bire ser Barzanê û li bakurê Îraqê serhildaneke nû tevrakir. Desthilata Îraqê sozê otonomîyê da serhildêran, lê di tebaxa sala 1945an da artêşa Îraqê kete navçeyên kurdan, û Mistefa Barzanî mecbûr bû careke din welatê xwe terk bike. Ew bi malbeta xwe ra tevayî cîguhastî ser axa Îranê bû, û li wir piştî demeke kurt Komara Mehabadê hate îlankirin. Mistefa Barzanî bû serleşkerê hêzên çekdar yên du otonomîyan – Komarên Otonom yên Kurdistanê û Azirbêcanê û rutbê generalîyê dane wî. Milîsên wî bi awayekî serketî himberî leşkerên Şah ber xwe da û herdu otonomî bi mêrxasî parast. Piştî ku di meha kanûnê sala 1946an Komara Mehabadê têk çû, xetera ku wê bi awayekî hovane ji heq û hesabên xelkê welêt  bêne der peyda bû. Di buhara sala 1947an da Mistefa Barzanî bi desteya xwe ya 500 pêşmergeyan va biryar kir xwe li sînorên Sovyet xe û derbazî wî berî bibe. Ewî riya 500 kîlomêtrê ya li ser axên Îraqê, Tirkîyê û Îranê ra bi serketî derbaz bû û 18ê hezîranê sala 1947an desteya Barzanî derbazî ser axa YKSS bû. Mihacirîya mecbûrî 12 salan kişand.

14ê tîrmehê sala 1958an Mistefa Barzanî ra li hev hat vegere Îraqê. Li wir wî wek mêrxasê miletîyê qebûl kirin. Lê hewildana desthilata merkezî bo bi destî zorê têkbirina tevgera kurdan ya miletîyê ya di îlona sala 1961ê da bû sebebê xuliqîna serhildana kurdan a nû. Peymana 11ê adarê sala 1970î di navbera M. Barzanî û S. Huseyn da, ku gorî wê mafê kurdan hebû ji berê va otonomîya xwe saz bikin, bû sertaca serketinên sîyasî yên Mistefa Barzanî. Lê kurdan qanûna derheqa otonomîyê da, ku di paşdemê da hate çapkirin, qebûl nekirin, ji ber ku Bexdayê dema kivşkirina sînorên otonomîyê çend axên kurdan yên qedîm nekiribûne nava otonomîyê, wek nimûne herêma Kerkukê ya bi neftê va dewlemend. Peymana Îranê-Îraqê ya 6ê adarê sala 1975an rê li ber berdewamkirina her cûre serhildanên kurdan yên çekdarî dijî desthilata Îraqê girtin. Mistefa Barzanî bi hevalbendên xwe ra tevayî dîsa berê xwe da Îranê. Di nîsana sala 1975an saxlemîya wî bi carekê va xirab bû, û ew bo qanckirinê çû DAY û li wir dîyar bû ku nexweşîya wî ya penceşêrê heye. Behsa derheqa wê yekê da Mistefa Barzanî bi mêranî qebûl kir. Kurê wî Mesud Barzanî gotinên bavê xwe bîr anî, ku di wê roja nebixêr da hatibû gotin: “Mirin – riya hemû kesan e. Ew qeder e, meriv nikare pêşî lê bigire”. Lê dîsa jî Mistefa Barzanî karê xwe yê civakî berdewam kir, hewil dida tesîr li ser helwesta DAY di pirsa kurdî da bike. Behsa derheqa hilweşîna desthilata Şah li Îranê hêvî kire dilê me – ew ji rêberê ruhanî yê welêt Ayatolla Xomeynî teglîfname sitend seredana Tehranê bike. Lê 1ê adarê sala 1979an Mistefa Barzanî wefat bû. Cenazê wî anîne Îranê û ew nêzîkî sînorê Îranê-Îraqê, li warê bi navê Şîno binax kirin, lê sala 1993an cenazeyê wî bi hemû cûrê şerefa qedirgirtinê cîguhastî warê Barzan kirin.

Îro Hevalbendîya hemcihanê qîmetekî mezin dide aqilmendîya sîyasetmedar û serleşkerê bêhempa, xwedî helwestên moralîyê yên herî paqij Mistefa Barzanîyê nemir. Sadebûna wî a di jîyanê da, aminaya di hindava hevalên xwe û karê xwe da, heqî û merivhezî himberî merivan wisa kirine, ku ew ber dilê her kesekî Kurdistanê şexsekî ezîz e.

 

Qazî Mihemed (1900 – 1947)

Karmendê sîyasî yê kurd, serokê Komara Mehabadê, bingehdarê Partîya Demokratîyê ya Kurdistana Îranê.

Sala 1900î li Mehabadê (Kurdistana Îranê) ji diya xwe bûye. Bi esilê xwe va ji binemala qazîyan (hakimê ruhanî û sivîl), ji eşîreta Debokrîyan e. Binemala wî bi welatparêzîya kurdî va berbiçav diket: kalikê wî Mihemedê Feyzulla beg sala 1918an serokatî li wê serhildanê dikir, ku dijî dagirkarîya leşkerên tirkan û almanan ber xwe dida. Qazî Mihemed xwendineke baş sitendibû, xênji zimanê dayîkê dikaribû bi awayekî serbest bi erebî, farisî, tirkî, rûsî û îngilîsî xeberde.

Piştî ku leşkerên Sovêtîyê û Îngilîs sala 1941ê Îran dagir kirin û axa Kurdistana Îranê kirin warekî neutral, Qazî Mihemed, ku wê demê hakimê sereke û şaredarê bajarê Mehabadê bû, di rastîyê da bû rêvebirê wê herêmê. Bi bawerîyên xwe yên sîyasî ew ji rêxistina miletçîtîyê ya bi navê ”Jîyînê Kurdistan” bû, lê ji dawîya sala 1945an bû serokê Partîya Demokratîyê ya Kurdistana Îranê, ku li ser bingehê wê rêxistinê hatibû damezirandin.

22ê kanûnê sala 1946an Qazî Mihemed damezirandina Komara Kurdistanê îlan kir. Di nava çend mehan da Qazî Mihemed û hevalbendên wî karibûn di navbera hemû hêzên pêşverû û demokrat da hevkarî çê bikin, bona komarê bingehê qanûndarîyê saz bikin û destbi guhartinên sîyasî û sosîal-aborî bikin. Pêwendîyên Mehabadê bi Komara Demokratîyê ya Azirbêcanê ra, ku di wan deman da li Îranê hatibû îlankirinê, xurt bûn, pevgirêdanên bi desthilata Azirbêcana Sovêtîyê li Bekuyê hebûn. Lê Qazî Mihemed tevî ku nasyonlîst û welatparêzekî kurd bû, dîsa jî di hindava desthilata Şah da amin bû û terefdarê wê yekê bû, ku otonomîya kurdan di nava teşkîla Îranê da be. Merivekî hestîyar û mitewazî bû, ew ketibû nava rewşeke dijwar, ku di rûyê wê yekê da saz bûbû, ku leşkerên Sovêtîyê ji Îranê derketin û leşkerên desthilatê dest bi opêrasyonên leşkerî kirin bona ji holê rakirina otonomîyayên kurdan û azirîyan. Qazî Mihemed hewil da pêwendîyên di navbera Mehabadê û Tehranê da bi rêyên aştîyane xweş bike, hêvîya xwe danîbû li ser wê yekê, ku eger nikaribe zordestîyên di hindava kurdan da bide sekinandin, qe na bide kêmkirin. Û ew yek jê ra hinekî li hev hat: nûnerên desthilata Şah sozê efûyê dane otonomîstan.

16ê çileya pêşin sala 1946an Mehabad bi leşkerên Îranê va hat dorpêçkirin. Lê, desthilat bêy ku bibe xwedîyê sozê xwe, hemû endamên desthilata kurdan hatine girtin û li dadgeha leşkerîyê ya darizandinê mehkemeya wan kirin. Di berbanga 31ê adarê sala 1947an Qazî Mihemed, birayê wî Sedir Qazî û kurapê wî Seyf Qazî hema li wê meydanê hatine dardakirinê, ku berî 14 mehan li wir Komara Kurdistanê hatibû îlankirin. Qazî Mihemed di daxweznameya xwe da beşeke hebûna xwe dabû bo çêkirina mektebên destpêkê û yên navîn bona zarokên kurdên Mehabadê, û herwiha bangî kurdan dikir di nava xwe da yekîtîyê û tifaqê çê bikin.

Dîtindarên wan bûyerên bedbext bîr dianîn, ku mehên dawî yên bo Qazî Mihemed biryardar, ji rûyê wî tu xemgînî an poşmanî xuya nedibû. Ewî pêşnîyara serleşkerê xwe Mistefa Barzanî, ku bi hev ra berê xwe bidine çiyan, red kiribû û gotibû: ”Ezê bi gelê xwe ra li Mehabadê ewqas wext bimînim, çiqas ku firsenda min hebe, ezê hewil bidim pêşî li xweserîtîyan, tevlihevîyan û xwînrêtinê bigirim”. Paşê wî alaya Komarê da Barzanî û got: ”Ez dua li Xwedê dikim, ku ew te biparêze! Bira jîyana min jî qurbana hemwelatîyên min be…”

Wêne: ”Jina Kurd sal 1950”. Wênesaz Arpênîk Nalbandyan di sala 1956an de xelata “Hunermenda Rûmetê ya Yekîtiya Sovyetê” wergirt. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev