
Ali Gurdilî
Schopenhauer, ji jiyanê û ji rewşa dinyayê, gelekî ditirsiya û zêde, ji dinyayê hez nedikir. Ev qada ku xwezaya heywanî serwerê wê bû, jê re gelekî tirsdêr dihat. Piraniya candaran, nêçira candarên din dikirin, wan dixwarin û wiha dijiyan.
Herweha di her saniyeyêkê de, bi hezaran heywan hê ku sax in dihatine perçekirin û xwarin. Biwêja ”xwezaya ku bi lapûşk û diranbixwîn e” bi temamî, rastiyeke xwîndar e. Derheqê xwezaya mirovan de, ramanên Schopenhauerî gelekî dişibiya vê yekê.
Li her deverê, şîdet û bêedaletî hebû û her jiyana şexsî jî, ew trajedîya bêmane bû ku dê bi mirinê dawî bibûya.
Mirov, di temamiya jiyana xwe de koleyê xwestekên xwe bûn û dema yek dihat bidestxistin, yekê din dest pê dikir û yan jî, yeke din dikete dewsa wan. Ji ber vê yekê jî, mirov tu carê têr nedibûn û nabin.
Çavkanîya êşê (jan), tam jî ev hebûnatiya me bû. Çawa ku Spînoza wekî şahê panteîstan û John Locke jî wekî şahê lîberalan dihê naskirin, Schopenhauer jî wekî şahê bedbînan (reşbîn) hatiye nasîn û bi rastî jî, derheqê hebûna mirovî de gelekî bedbîn bûye.
Çavkanî: Feylesof & Philosophia
Riataza