
Fermo, mêze bikin çawa evîna di hindava zimanê kurdî da
van helbestvanên welatparêz û kurdîhez yên ji “Kaniya Pêncçavî” gîhandine hevdu
û di hêla helbestnivîsarê da di nav kurdan da yekîtîyek xweş çêkirine.
Xuye ye ev karê pîroz bi xêra pandemiyê pêk hatîye.
Wek hûn dibînin, malpera me bi van karên hêja va
wê ewê fikira şaş ji serê hinek kesan derxe, ku dibêjin kurdî li ber mirinê ye…
JI FETLÊ MAR E BISK
Bej û avî têne seyr robar e bisk
Payebilind e w perwa serdar e bisk
Bestî hinav û cergê dildar e bisk
Çi ne rimbazê Teter salar e bisk
(Tahir Dînarî)
Pir bi cewr e yan Dehaq an Cengiz e
Leşkerê Romê ye an ew dildiz e
Karê wê mijtina xwîna qirmiz e
Çengalake dildirr e w xwînxwar e bisk
(Qasimê Xelîlî)
Dil talib e l’baxê Îrem be mêvan
Ji dest saqî bade noş ke ji lêvan
Dûv re gez ke ji dara sing du sêvan
Lê nahêle l’kohê jor xeddar e bisk
(Memê Miksî)
Zecr û hicran me jê dîtin bêjimar
Ne dil û ne insaf hebû wê ti car
Lê em şa ne, bi mirina b’tîra yar
Çarmix û hem kemend û sêdar e bisk
(Arif Selçuk)
Ev demek burî li emrê min tenê
Gestime ez wê jana lêv û çenê
Nêçîr kirim aska deşta Xetenê
Feraşîn û zozanê Gebar e bisk
(Tahir Dînarî)
Bade da dil kafirê çil rojekî
Bûm murîd û mestê gulberojekî
Kirme cezbê w mam fena dilsojekî
Dil dilerzînê ji kehrebar e bisk
(Qasimê Xelîlî)
Pêşkêş dikim tev kulîlkên erxewan
Nazmihan e ew cînarê ebruwan
Sipî kir wê ev cînîkê pir cuwan
Dilqeswet e ji rehmê bê par e bisk
(Memê Miksî)
Biskê miskî l’ser dilî bûn wek bela
Ser girêdan dil li wan bû mubtela
Ka werin sêra feqîro hûn hela
Îro dil pêtal e û têr ar e bisk
(Qasimê Xelîlî)
Li ser seran zêrîn taca key Qubat
Bivênevê kes ji ber nabe felat
Serkêşa derdê min, ez ji ber ribat
Ez neşîm qevzek herim hevsar e bisk
(Tahir Dînarî)
Pakrewan e, yê ku tîra biskan kuşt
Xweş in ku ji zilfan werin tîr û xişt
Me hinavek heye ji cefayê mişt
Arif î bêzar e lê çekdar e bisk
(Arif Selçuk)
Ser li min hejandin gulyên dilruba
Xistne kendîlê dilêm biskên liba
Dil xilas nabe ji zulm îro siba
Her sibih halêm ev e w xwînsar e bisk
(Qasimê Xelîlî)
Ketim cengê tîr dibûrîn ji newq e
Hebû yek can rêya wê de kir tewqe
Ji qurbana Nebî Xelîl çi ferq e?
Tê nabîne korekê bê’ar e bisk
(Memê Miksî)
Min gedayî digre qozya duçilaq
Wek Sedamê kuştin dikir li Iraq
Ji dêla ez, ew min davê bi telaq
Jêr û nimz e xwehr ji fetlê mar e bisk
(Tahir Dînarî)
Jêdûrketin ezab e pir kelijîm
Şeva tarî ta sibihê ponijîm
Nema êdî ez dikarim wer bijîm
Piştê îro min tenê tek çare bisk
(Soran Amed)
Mizgîn li we hat îmanê xemrevîn
Di dest min de belav bû ew rengşevîn
Sekran kir ser bi van bêhnên emberîn
J’îro pê de l’ser dil hukumdar e bisk
(Memê Miksî)
Amed, Dîlok, Qonye, Stembol
Riataza