Li Şingalê çi dibe?

Li Şingalê çi dibe?

Şêxmûs Ozzengin 

Çîroka Şingalê û qedera miletê Kurd bi hev ve girêdayî ye. Her dem, ku li ser axa kurdan bi pîlan û piştgirîya dijminan xîyanetê destpê kirîye, destê dijmin li ser axa kurdan xurt bûye û kurdan bi gelemperî wenda kirîye.

Hefteya derbasbûyî artêşa İraqê êrîş anî ser binkeyên PKK û pir piştgir û milîtanên PKK hatin girtin. Piştî vê bûyerê, li ser navê KCK daxûyanîyek hat dan. Di daxûyanîyê de KCK eşkere dikir ku „em amadeyî dan û stendina ne, emê bi her haweyî ji bona pêkanîna daxwazên İraqê her hewlên erênî bidin. Yên ku yekitîya İraqê perçe dike ne em in, PDK ye.“

Piştî vê daxuyanîyê PKK bi rêya Haşdî Şabî hemû şertên artêşa İraqê qebûl kir û ji binkeyên xwe bi paşde vekişîya û şer rawestîya.

Wek ku em dizanin Şingal cîhekî stratejîk e û dikeve nav xeta Şîe, ya ku derbasî Sûrîyeyê dibe. PKK jî bi artêşa İraqê û Haşdî Şabî re ev xet girtibû. Ji bona nekeve destê pêşmergên Kurdistanê, li gor parastina stratejîya „yekitîya İraqê“ di bin xizmeta Îranê û İraqê de bû.

Ev tiştekî eşkere bû. Min pir caran li ser vê û birîna Kurdên Êzdî û Şingalê nivîsî bû û hemahengîya di navbera PKK-Haşdî Şabî û İraqê de eşkere kiribû.

Yên ku PKK anîn û li Şingalê bicîh kirin, pirçek kirin û fînanse kirin jî İraq bû. Wê wextê (2015 û şûnde) İraq bi tena serê xwe nikarîbû vê xeta Şîe biparêze, divêtîya wê bi hêzek ji nav kurdan ya xîyanetkar hebû. Ev hêz bi rêya PKK û piştgirîya İraqê ji nav Kurdên Şingalê, bi navê YBŞ hat organize kirin. İraqê mûçe ji wan re terxand, pirçek kirin û fînanse kirin. Îro îhtîyaca İraqê bi vê hêzê nemaye, dixwaze tasfîye bike.

Mîsyona vê hêzê ew bû ku; „Şingal nekeve bin bandora Hikûmeta Herêma Kurdistanê“!

Bi hemahengîya di navbera PKK-Haşdî Şabî û İraqê de ev armanc pêkhat. Ji Şingalê re „xweserîya demokratîk“ xwest ku Şingal nebe aîdî Kurdistanê. Niha artêşa İraqê hebûn û kiryarên PKK sebeb dide nîşan û bi hêsanî li Şingalê bicîh dibe. Lê Kurd vê xîyaneta PKK nabînin û nanirxînin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev