Nûçeyeke xweş ji Weqfa Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev

Nûçeyeke xweş ji Weqfa Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev

Tevaya hejmara kovara “Nûbar”ê derheqa welatparêzê mezin

 

Duh ji bo salvegera 75 salîya Kinyazê Îbrahîm Mîrzoêv, kovara “Nûbar” derket û çap bû. Di rûpelên vê kovarê de behsa jiyan, malbat, kar, xebatên afirîner û pîşeyî yên akademîsyen Kinyazê Îbrahîm tê kirin.

 

Kovara vê hejmarê mezin û berfireh e û behsa karên pirreng û cûre cûre yên profêsor Kinazê Îbrahîm pêşkêşî me dike. Herwekî pirtûk, berhemên wî yên zanistî û helbestên wî. Li hêla din ew mirovekî çawa bû, li gorî malbatê bavekî çawa bû, di vê hejmarê de cih digire.

 

Heval, şagirt û hevkarên akademîsyenê nemir li ser wî nêrînên xwe nivîsîn û gotin. Mirina bêwext nehişt gelek xebat temam bibin û ronkayî bibînin.

 

Bi keda Weqfa me, ji bo ku armanca rehmetî Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv pêk were, berhemên xwendina zimanê zikmakî, bidestxistina zanîna destpêkê ya bi zimanê zikmakî û pirtûkên dersan hatin çapkirin û temamkirin.

 

Em hêvîdar in ku hejmara “Nûbar” ya salvegerê ji bo her kurdekî welatparêz û dilsoz bi kêrhatî û watedar be.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev