“Albûma Agirî 1930”

“Albûma Agirî 1930”

Nihat Gültekin

Ez û nivîskar Yilmaz Çamlibel di duduyê meha Tebaxa sala 2013an de bajarê me li Bazîdê, me hevdû dît. Ew çax min jê re hevpeyvînek dirêj, derheqa sirgunîya malbata wan û Berxwedana Agirîyê çêkir. Piştî hevpeyvînê, çend kitêbên wî ye cem min, min jê rica kir ji bona min îmza bike. Piştî îmzakirina wan kitêban derxist ew kitêba “Albuma Agirî 1930” jî îmza kir û dîyarî min kir.

Nivîskar şeş sal piştî şikestina Berxwedana Agirîyê, li bajarê me, li Bazîdê tê dinyayê. Bajarê me pêşberî her dû çîyayên Agirîyê ye. Wek tê zanîne gelek kes û millet Çîyayê Agirî cihekî pîroz binav dikin. Nivîskar cara yekemîn bûyera dîrokî ya Berxwedana Agirîyê, ji dêya xwe bihîstîye. Dêya wî ew çax 14 salî bûye, di nav şer de bûye. Gundê xalê wî Tapîya, hema li binatara Çîyayê Agirîyê ye. Dayîka wî ji gelek bûyerên dîrokî re şahidî kirîye.

Nivîskar di zarokatîya xwe de, di derheqa Berxwedana Agirîyê de, gelek kesên emirdirêj yê heremê guhdarî kirîye û gelek bîranînên dîrokî avêtîye turikê xwe. Di xortanîya xwe de ji gelek kesan pirs pirsîne. “Gelo we li ser serhildanê çî bihîstîye, hûn çi dizanin û we çi dîtîye?”. Pirsên xwe rêz kiriye. Di kitêba xwe yî “Gilîdax Bêxwedî Nîn e” de, bi kesên wek Îboyê Dirêj, Şêx Îbrahîm, Heşîmê Doltajî, Şêx Îsmaîl, Hesenê Celal, Nebîyê Sakî, Şefoyê Êşekçî, Resûlke, Seyadê Şamê, Salihê Biro re hevdîtinên xwe nivîsîbû. Mixabin, ew çax derfetên kamara û qeydkirina dengan tunebûye ku qeyd bike, wan axaftin û xebatana. Wan axaftinan hemûyan di hişê xwe de diparasê û xayî dike. Di nav wan hevpeyvînan derheqe Heşîmê Doltajî de wiha nivîsîye:

“Xalê Heşîm, dema Serhildana Agirîyê, xortekî 14-15 salî bûye. Eşîr û malbata wana her sal havînan derdiketine zozanên Çiyayê Agirîyê. Xalê Heşîm di derheqê şer da ji min ra weha qal dikir:

Te go şerê kir? Ça nayê bîra min. Ez çardeh-panzdeh salî bûm. Min gelek tişt bi çavê xwe dîtin. Biro bi xwe Hesesorî bû. Lê gelek kes, ji Sakî, Qotî, Sorî, Sîpkî, Hesenî, Keskoyî, Şemskî, Heyderî, çûbûn gihîştibûne Biro. Gelek xortên Celalîya li cem Biro kom bûbûn.

Her sal baharê em diçûne zozanê Elê. Ew sal, em hin teze derketibûne Elê. Hinek nasên der û doran dihatine zoma me. Hemû jî bi qirme, tiving û bi cebirxane bûn. Digotin ‘Em bi Roma Reş ra şer dikin’.”

Li alîyê din jî stranên ku li ser Berxwedana Agirîyê hatibûn gotin, li ser hev kom kirîye. Di wan kilaman di kitêba xwenî “Gilîdax Bêxwedî Nîn e” de weşandine. Yek jî kilamên berhevkirîye bi navê Gelîyê Zîla bû.

Lêkolîn li ser serhildana Agirîyê kiriye

Paşê li ser dîroka kurdan, taybetî jî li ser serhildana Agirîyê, bi salan lêkolîn dike. Kitêban dixwîne û dokumentan kom dike. Paşê jî min li jor behs kir, kitêbên derheqa “Berxwedana Agirî” amade dike. Dema kitêba xwe “Gilîdax Bêxwedî Nîn e” dinîvîse, ew wêneyên ku di nav şer de hatibûn kişandin jî bikar tîne û dike nav vê pirtûkê. Ev wenê hemû, bi deste pîlotekî Tirk hatibûn kişandin. Ev wêneyên şer ên ku ji aliyê fermandarê firqeya balafiran a ku beşdarî vî şerî bûye serfermandar Naîm Bürkütî ve hatine kişandin. Çîrokekê van wenêyan heye, bi rastî jî mirov mijara wê meraq dike.

Çîroka wêneyan

Di albûmê de 72 wêne hene. Di nav salên dirêj de Naîm Bürküt wan wêneyan diparêze, xwayî dike. Lê piştî salên dirêj, serfermandar Naîm Bürküt ê ku ew wêne kişandine, weke generalekî ji artêşa Tirk teqawît dibe. Piştî wefata wî, albuma ku wan wêneyan dihewîne, ev album gihiştî bû deste keça wî Guzîde Özgülê. Du keçen Naîm Bürküt û Fatma Kerra Xanimê hatine dinê. Ji keça wî Guzîde Özgül re wek mîras maye. Parezgerek Kurd, bi vê xanimê re hevaltîyê dike, piştî hewldaneke domdar Guzîde Özgül xanimê îqna û razî dike. “Albûma Agirî” ji aliyê Guzîde Özgül li ser vê îqna û razîkirinê tê dayînê. Êdî Albuma Agirî dikeve destê parezgehe Kurd. Paşê di axaftinên wî û hevalên wî de ev mijar derdikeve holê, gelek kes agahdar dibin. Saya serê vê hevaltîyê, ev albûm dikeve deste nivîskar Yilmaz Çamlibelî. Nivîskar vî parezgere hevalê xwe “Albuma Agirî” digire û dikeve pêvajoya amadekirina pirtûkê. Piştre kitêb ji aliyê Weşanxana Affiche Media ve li Ewropayê tê çapkirin. Çapa yekem bi kurdî Çileya Paşîna sala 2013an li Hollanda tê çapkirine. Kitêb 44 rûpel e.

Ev wêne li jêr em behs bikin wek me gotibû, hemû bi deste pîlotekî Tirk hatibûn kişandin. Rutba wî pîlotî mîralay bû. Ev kes serokê filoya firokên Tirkan bû. 37 firoke li Erdîşê, 15 firoke jî li Qerekosê (Agirî) de hatibûn cîwarkirin. Di Erdîşê de ji bo firokan, tamîrxaneyek hatîbû amade kirin. Di bin emre vî mîralayê de, 52 firokên Tirkan di nava çar salan da, herêma Agirîyê dabûn ber bomban. Alîyekê bombe direşandîye, alîyekî jî wenêyan kişandîye. Ji van wêneyan albûmek taybetî çêkirî bû. Navê wê jî wek min jor nivîsîbû, “Ağri Albümü” (Albuma Agiriyê).

Di bin wêneyan de agahî nivîsîne

Naim Bürküt, di bin hinek wêneyên da tarîx û agahdarîyên kurt jî nivîsîye. Ev agahdarîyên kurt, gelek tişt nîşanê me dikin. Em bi wan kurtenivîsan gelek tiştan hîn dibin. Di nav albume da gelek wêneyên qerargeha leşkerên Tirkan jî hene.

 

Li gorî agahdarîya wêneyekê, di roja 29.09.1930an de Serokerkanê Arteşa Tirk Maraşal Fevzî Çakmak, qerargaha firokên ku li Erdîşê hatîye cîwar kirin, teftêş kirîye.

 

Li gorî wêneyêke dinê jî, Mifetişê Giştî yê Kurdistanê, İbrahim Tali Öngören jî hatîye qerargaha Erdîşê. Ev wêne nîşan didin ku Şerê Agirîyê bi destê Serokerkanê Arteşa Tirkîyê hatîye meşandin.

Naim Bürküt, wêneyên bajar û bajarokên herêma Agirîyê, wek Bazîd, Îdir, Erdîş, Aralix, Serdarbulax, Axurîyê kişandîye. Ji xeynê van, wêneyên çîya, gund, zevî, daristan, kon û zozanên eşîrên Kurdan jî kişandîye.

 

Her wiha wêneyên qerargah û qereqolên Îranê, wêneyên zozan û konên eşîrên ku alîyê Îranê da dijîn jî kişandîye.

Di nav albumê da gelek wêneyên êşîran hene. Em di van wêneyên da dibinin ku piranîya êsîran jin û zarok in.

 

Bi kurt û kurtasî nivîskar Yilmaz Çamlibel, bi wan wêneyên dîrokî di nav kitêba xwe de cih dike ku miletê Kurd û dinya alemê jê haydar bibe. Têkiliya di navbera bîr (bellek) û wêneyan de bi bûyerên ku li ser wêneyan hatîye jiyan pêk hatiye. Ji ber vê sedemê, wêne ji ber ku şopa bûyerên miletekî hildigirin girîng in. Ev wêneyên derheqa Berxwedana Agirîyê hatine çapkirin ji bo dîroka me yî netewî pir û pir girîng in. Di bîr (bellek) de tomarkirina şopên bûyerên hatine jiyîn, bi parastin û zindîkirina wêneyan di nav dîrokê de zindî dibe. Îro divê em jî li wêneyên wiha xwedî derkevin, biparezin. Ji ber ku çi qas bûyer û diyardeyên hatine jiyîn, di bîrê de hatine tomarkirin, bi hesasiyeta civakî û hişmendiya netewî ve girêdayî ye.

Wêneyên dîrokî kaniyên ku hişmendiya dîrokî têr dikin û bîr jî hişmendiya neteweyî xwayî dikin. Ji ber ku bûyer wênenin û wêne xwedî bîranîn in, diyar dibe ku wêneyên dîrokî çiqas girîng in. Ji ber ku zanîn, ango hişmendî, bi saya van rastiyan pêk tê. Em îro bi saya wan wêneyan Berxwedana Agirî gelek tiştên nû agahdar dibin. Her yekî me dikare tiştên cuda li ser wan wêneyan binivîse.

Wêne di hafizeya de bûyerên erênî û neyînî xwayî dike. Di wêneyan de her tiştê ku di bîra wan de bûye qeyd dikin. Hişmendiya dîrokî kevirê bingehîn yê hişmendiya neteweyî ye. Ger hûn wêneyên dîrokî nizanin, hûn nikarin dîroka xwe hîn bibin. Em îro silgi sere wan wêneyan hîn behtir agahîyên Berxwedana Agirî dizanin. Gotina dawî, ger em dîroka xwe baş nizanibin em ê nebin xwedî hişmendiya netewî.

 

Not:

 

Ağri Albümü 1930, Pilot Miralay Naim Bürküt (Foto Arşiv)

Yilmaz Çamlibel. Gilîdax Bêxwedî Nîn e, Weşanxana Nûbiharê

Hevdîtina Nîhat Gultekînî û Yilmaz Çamlibelî 02.08.2013

 

Çavkanî: https://bianet.org/

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev