Em Efrînê bi tenê nehêlin, em li Efrînê xwedî derkevin

Em Efrînê bi tenê nehêlin, em li Efrînê xwedî derkevin

BERFÎNA EFRÎNÎ

Reşoyê Darî

 

Guuuummmm!

Dengê gumînîyek wiha bi quwet û bilind ji şerê cîhanê yê duemîn û virde nehatibû bihîstin.

Çar teyarên Tirkî F-16, 18 deqe berê ji bajarê Edenê ji balafirxana eskerî ya Încîrlikê rabibûn û berê xwe dabûn Rojava, bajarê Efrînê. Wexta di ser Çiyayê Kurmênc re qulipîn û gihiştin ser bajarê Efrînê işaret dane hevdû û tevda bihevdûre bombên xwe berdan xwarê. Bombe bi hevdûre li erdê ketin û bi hevdûre teqîyan.

Guuuummmm!

Gumînîyek gelekî bi qewet bû. Hingî gumînîyek wer bi quwet bû, bajarê Efrînê ji ber hejîya. Camên xanî û avahîya şikestin. Kulîlkên zeytûna weşîyan. Hêkên çûkan di hêlînan de teqîyan. Ajalan beravêtin. Perdên guhên merova teqîyan.

Guuuummmm!

Xelkê Efrînê tev sersembûn. Nizanîbûn bê çi qewimî. Gelo dunya xerabû? Asteroîdek li Efrînê ket? Çiyayê Kurmênc bi ser wan de hate xwarê? Ya jî hacûc û mahcûcan ji dunyake dinê hatin û girtin ser wan?

Bêyi ku bighêjin bifikirin, hima herkes ji malên xwe derketin û bazdan. Ji Efrînê derketin. Efrîn bi şunde hiştin.

Teyaran bombên xwe ji qazîve berdan dervî bajêr. Armanca wan ew bû ku xelkê Efrînê gelekî bitirsînin, panîkê têxin nav xelkê. Xelk bitirse, cî û warên xwe bi cîh bihêlin û birevin.

Kînga xelk revîyan, wê bajar vala û bê parastin bimîne, wê şervan û parêzerên wan jî bê piştgir û bê xwedî bimînin. Wê çaxê jî bi asanî wê Tirkî bi tanq û topên xwe, bi leşkerên xwe hicûmê bîne ser Efrînê û Efrînê teslîm bigrin.

Ev taktîka Tirkî û Erdoxan bû.

Paşî ku Efrîn bê xwedî û xwedan teslîm girtin îca jî wê turkmen û erebên nêzîkî xwe bînin têxînin ser malên kurda. Ji bo hêdî hêdî Efrînê bikin ya tirka û bi ser ”Tirkî” ve berdin. Mîna Hatay yê.

Di sala 1938 de, wexta fransî ji Sûrî derketin, tirka xwest têkevin nav axa Sûrî û herin heta Helebê. Heta Helebê neçûn lî gihiştibûn heta bi Hatayê. Ji sala 1939 û virde Lîwa Îskenderûnê û Hatay di bin destê Tirkî de ye.

Bengîn mala xwe li rohilatê bajarê Efrînê di nav bexçê xwe de, nêzîkî çem avakiribû. Çemê Efrînê. Çend heb ji van bomba, li dorî dused metrokî ji wan û bijêrde li nav erda ketibûn.

Çawa dengê gumînîyê hat, hima xanima Bengîn, Mizgînê bêyi ku bifikire, ji cîhê xwe çengbû, bazda rahişte zaroka xwe ya du salî û bazda derve. Keçka wan ya mezin Berfînê jî li hewşê dilîst. Berfîn hew gihişt bike qêrîn, ji ber dengê bomba bêhiş ket û kete erdê. Wexta dê bazda û ji hundur derket, bav jî bi dû xanima xwe de derket. Bavê jî li hewşê rahişte Berfîna çar salî, ew avête ser pîyê xwe, bêyî ku lli halê Berfînê binere, hima rahiştê, ew avête ser pîyê xwe û bi hevdûre di derîyê hewşêre derketin. Di derîyê hewşêre derketin û berê xwe dane çolê. Bazdan û her bazdan. Heta ji wan dihat xurt bazdidan. Bêyî ku li paş xwe jî bizîvirin. Dixwestin heta ji wan bê dûrî Efrînê bikevin.

Dengê gumînîyê ew zêde tirsandibûn.

Berfînê bi ser hişê xwe hatîye, lê behetî maye, şok derbaskiriye, ketîye trawmayê. Keçka biçûk, Efrînê jî di himbêza diya xwe de heta jê tê digrî û dike qêrîn.

Efrînê li hundur bû. Gelekî tirsyabû lê tiştek pê nehatibû. Berfînê li hewşê bû ji bo wilo ji hêrsa deng perda guhê wê teqyabû û xwîn jê hatibû.

Bi hezaran xelkê Efrînê ji malên xwe derketibûn û ber bi çolê de bazdidin. Tevda jî berê xwe dane rojhilat. Başûrê Efrînê mentîqa ereba ye û wira di bin kontrola çekdarên firqa Sultan Mûrade de ye. Firqa Sultan Mûrad ku dema kurdekî digrin yekser, di cîh de mîna DAÎŞê wan serjêdikin. Lê rojhilat di bin kontrola çekdarên YPG û Amerîka de ye. Ji bo wilo xelkê Efrînê ber bi rojhilat ve direvîyan.

Bi deh hezaran xelkê Efrînê rêz bûne. Bêyî ku li paş xwe binêrin. Heta ji wan tê bazdidin. Dixwazin heta ji wan bê ji Efrînê dûrbikevin, canê xwe xelasbikin.

Direvin. Heta ji wan tê bazdidin. Qêre qêra zaroka ne. Hewar hewara dayik û bavane. Efrîn ji dengê topên teyara û girîyên jin û zaroka kerr bûye. Behetî maye.

Tam di vê esnayê de, paşî heyşt deqên dinê, çar teyarên dinê F-16 li pê wan hatin û wan jî bi hevdûrê bombên xwe berdan xarê. Wana vê carê bombên xwe berdan roavayê Efrînê.

Buuuummmmm!

Xelkê Efrînê hê bêtir tirsîyan. Yên ku hê neghiştibûn birevin jî, ji malên xwe derketin û bazdan. Xelkê mal û milkên xwe, cî û warên xwe tevde bi cîh hiştin û bazdan

Efrîn bi cîh hiştin. Efrîn bê xwedî, vingî vala, li paş xwe hiştin.

Bengîn û Mizgîn li gel zarokên xwe tibabekî ji Efrînê dûrketibûn. Hewkarîbûn bazdin. Qewet û taqet di wan de nemabû. Bêhn li wan çikiyabû. Bengîn li paş xwe zîvirî. Ma çi bibînê! Bi hezaran însan li pê wan bazdidin. Tevde zarokên wan di himbêzên wan de, di destên wan de, li ser milên wan û hima bazdidan, Li ezmana, li ser mal û taxa wan, li ser Efrînê toz û dûman bû.

Bengîn û malbata xwe gelekî ji mala xwe, ji Efrînê dûrketibûn. Li dora wan bi hezaran Efrînî hebûn. Ew ne bitenê bûn. Bi hezaran xelk ji Efrînê direvîyan û revîyabûn.

Li bin darekê bêhnekê sekinîn. Xwestin hinekî bêhna xwe vekin. Bengîn keçka xwe ji ser pîyê xwe daxist. Dît ku xwîn ji guhê wê tê.

Keçik sersem bibû. Behetî, di trawmayê de bû. Bavê ew da destê dîya wê. Dê rahiştê ew xiste himbêza xwe, destê xwe di serserê wê re bir, hinekî li ber dilê wê da. Pê şa bû. Lê guhê wê gelekî diêşe.

Keçka biçûk jî gelekî tirsiya bû. Ji girî dengê wê ketibû. Hima dikir îske îsk û neqrîsk davêtin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev