Konferansa Navnetewî bo bîranîna Akademîsyanê mezin

Konferansa Navnetewî bo bîranîna Akademîsyanê mezin

Weqfa Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv erkê neteweyî pêk tîne

 

Di 3 ê Gulanê da bi munasebeta 75 salîya salvegera fîlolog-rojhilatnas, profesor û akademîsyan Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv, ji alîyê Weqfa ser navê wî ve Konferansa Navneteweyî hat li darxistin.

 

Konferans di bin banê Meclîsa Gelên Qazaxistanê de, bi piştgiriya Komeleya “Berbang” a Kurdên Qazaxistanê hat organîzekirin. Mêvan û beşdarên vê bûyera girîng, nûnerên Şaredarîya Almaty, heval û xizm bûn.

 

Koferansê bi rêzgirtina mêvanan ve destpê kir. Di bîranînên hemû kesan da bandoreke K.Î.Mîrzoyêv ya bêhempa hebû. Konferans di kanala Berbang TV li ser platforma YouTube û Facebookê bi pêşkêşvanîya Hunermend Derwêş Serhedî va bi awayekî zindî hate weşandin.

 

Kurdistaniyên ji çar aliyê cîhanê derfeta zindî şopandina wê konferansê dîtin. Di konferansê da gelek mêvanan bi taybet li ser kesayet, kar û xebatên nemir K.Î.Mîrzoyêv da axifîn.

 

Herûha jî, gelek mêvan bi rêya Internetê, ji cûrbecûr welatan tev li konferansê bûn û axifîn. Konferansêda di pey mirina nemir K.Î.Mîrzoyêv heya nuha kar û xebatên hatine kirin, hate ziman: vekirina ”Waqfa Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv”, damezirandina ”Berbang TV”, nûkirina kovara “Nûbar”ê, 3 emîn hejmara rojnama ”Jîyana Kurd”, çapkirina pirtûkên nemir K.Î.Mîrzoyêv û çapkirina pirtûka M.Alan Suleymanov.

 

Konferans bi xwarinekê va bi awayekî serkeftî bi dawî bû.

 

Weqfa Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev