Liqa 17 ya PDKê: Divê hêzên neyasayî ji Şingalê derkevin

Liqa 17 ya PDKê: Divê hêzên neyasayî ji Şingalê derkevin

“Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di wê baweriyê de ye ku divê rewşa Şingalê asayî bibe û hêzên neyasayî û qaçaxçî û milîs ji wê derkevin û dest ji xelkê Şingalê berdin.”

Hewlêr (K24) – Liqa 17 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Şingalê li ser aloziyên van demên dawî yên li navçeyê daxuyaniyek belav kir û ragihand, piştî pîlana 16ê Cotmeha 2017an, Pêşmergeyên PDKê li ser daxwaza xelkê Şingalê û ji bo ku şer nekeve navçeyê û kêşe dirust nebe vekişiyan.

Daxuyaniya Liqa 17 ya PDKê ya li Şingalê wiha ye:

Li ser rewşa Şingalê û ew êşa ku bi ser xelkê xoşewîst a Şingalê de hatiye, ji aliyê hinek aliyên neberpirs ve dîsa muzayedat li dijî PDKê dubare dibe.

Em li vir tînin bîra hemû aliyan ku xelkê Şingalê bi xwe şahidê wê yekê ne ku kê ji bo Şingalê qurbanî û xwîn daye.

Di dema êrişa terorîstên DAIŞê ya bi ser Şingalê de hemû ew hêz û aliyên muzayedat dikin bi YNK û PKK û hikûmeta Iraqê ve jî li Şingalê bûn, ji wan ti kesî berevaniya Şingalê nekir û tenê PDKê berevaniyê kir û xwîn da.

Di proseya azadkirina çiyayê Şingalê û rêyên Şingalê de di meha Kanûna 2014an û operasyona azadkirina Şingalê de ji Mijdara 2015an ve, PDK û pêşmergeyên PDK bûn bi tenê û bi xwîna xwe Şingal azad kirin û tola xwe ji terorîstên DAIŞê hildan.

Piştî pîlana 16ê Cotmeha 2017an de Pêşmergeyên PDKê li ser daxwaza xelkê Şingalê û ji bo ku şer nekeve Şingalê û di navbera şingaliyan de kêşe dirust nebe, ji Şingalê vekişiyan bi wî şertî ku xelkê Şingalê bı xwe karûbarên xwe birêve bibin û armanca PDKê jî ew bû ku derfet bide nişteciyên Şingalê ku ew bi xwe hukmê xwe bikin.

Lê belê hikûmeta Iraqê sozên xwe bin pê kirin û Şingal da destê qeder û hukmê çekdarên PKKê û milîsên neyasayî ku karê wan tenê qaçax û muxederat û rêgirtina li vegera awareyan û lîstina bi çarenûsa Şingalê bûye.

Her kes vê yekê baş dizane ku ji ber daxwaz û xwesteka xelkê Şingalê, PDK ji Şingalê vekişiya, eger na çawa PDKê li Pirdê û Sihêla pozê çekdar û milîsan şikand, wisa jî dikarî pozê destdirêjkaran û çekdarên qaçaxçî yên li Şingalê bişkîne.

Ji bo PDKê çarenûsa xelkê Şingalê û vegera awareyan û cîgirbûna jiyan û seqamgîriyê bo xelkê mezlûm ê Şingalê pêşîneya sereke ye, ev heman ew siyaseta dirust e ku berjewendiya şingaliyan dixwaze û xelkê xoşewîst ê Şingalê jî gelek baş ji vê siyaseta PDKê têdigihin û piştevaniyê lê dikin.

Belgeya li ser vê jî hilbijartinên Cotmeha borî ya Iraqê bû ku xelkê Şingalê tenê dengê xwe da PDKê û ewa ku kursiyên Şingalê bi dest xistin, PDK bû.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di wê baweriyê de ye ku divê rewşa Şingalê asayî bibe û hêzên neyasayî û qaçaxçî û milîs ji wê derkevin û dest ji xelkê Şingalê berdin.

Divê demildest ji bo vegera awareyan zemîn were pêkanîn û Şingal vegere xelkê resen ê Şingalê.

PDK nikare êdî xelkê Şingalê li jêr gef û awareyî bijî û bi çarenûsan wan were lîstin.

Liqa 17 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

3yê Gulana 2022yan

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev