Fermandarê Hêza Êzdîxanê: PKK li seranserî Kurdistanê di bin fermana Tirkiyê de kar dike

Fermandarê Hêza Êzdîxanê: PKK li seranserî Kurdistanê di bin fermana Tirkiyê de kar dike

Heyder Şeşo: Ne karê me ye şer li dijî hikûmeta Iraqê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Hêza Êzdîxanê Heyder Şeşo radigihîne, ne karê xelkê Şingalê ye şerê hikûmeta Iraqê bike û plana PKKê nakeve xizmeta Şingalê û gelê wê de. Herwiha got: “PKK li seranserî Kurdistanê di bin fermana Tirkiyê de kar dike.”

Fermandarê Hêza Êzdîxanê Heyder Şeşo ji K24ê re ragihand, karê baş e ew e ku şer û pevçûn li Şingalê dirust nebe û xurt û keçên Şingalê şer li dijî artêşa Iraqê nekin.

Herwiha got: “Wek miletê Êzidî, ne karê me ye em şer li hember hikûmeta Iraqê bikin. Bexda û civaka navdewletî ji bo têkbirina DAIŞê gelekî hevkariya me kirin. Nabe xort û keçên Şingalê biçin nava rêzên PKKê şer li dijî wan bikin.”

Heyder Şeşo tekez kir jî: Hêvîdar in ew çekdarên li Şingalê mane, xwe radestî hikûmeta Iraqê bikin, ji ber ku plana PKKê nakeve xizmeta Şingalê û gelê wê de.

Destnîşan kir jî: PKK û hevkarên wê kar ji bo têkbirina rêkeftina Şingalê ya di navbera Hewlêrê û Bexdayê de hatiye îmzekirin, dikin. Xelkê Şingalê jî dixwaze rêkeftina Şingalê bê cîbicîkirin û ev yek jî di hilbijartinên dawiyê de diyar bû.

Fermandarê Hêza Êzdîxanê diyar kir: “PKK ji Tirkiyê re bihaneyek e, PKK plana Tirkiyê cîbicî dike. Li her çar perçeyên Kurdistanê, cihê ku PKKê lê be, artêşa Tirkiyê hewl dide wê dagîr bike. Ji hebûna PKKê li Rojavayê Kurdistanê, nîvê Rojava di destê Tirkiyê de ye.”

Herwiha got: “Wek çawa artêşa Tirkiyê bi bihaneya hebûna PKKê ketiye Başûrê Kurdistanê û nêzîkî 850 gundên Başûrê Kurdistanê vala bûne. Ew dixwazin heman planê li Şingalê jî cîbicî bikin. Em bi awayekî vekirî dibêjin, eger Tirkiye bixwaze PKK nemîne, PKK namîne, ji ber ku PKK li seranserî Kurdistanê di bin fermana Tirkiyê de kar dike.”

Nêzîkî du hefteyan e, şer û pevçûn di navbera hêzên artêşa Iraqê û çekdarên PKKê de li sînorê navçeya Şingalê rûdide û ji bilî kuştin û birîndarbûna hejmarek çekdarên PKK û serbazên Iraqê, zêdetirî hezar malbat jî ji navçeyê aware bûne û xwe spartine bajarên Herêma Kurdistanê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev