Berhemên kurdzanên me – 272

Berhemên kurdzanên me – 272

Me di 271  rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka A. Bûkşpan ”Kurdên Azirbêcanê”, beşa sisîyan, ango a dawî a bi sernavê “Kurd wek miletekî kêmjimar” raberî we bikin.

Ev berhema zanyarî sala 1932an li paytextê Azirbêcanê – Bekûyê bi rûsî ronahî dîtîye û van dawîyan bi wergera Têmûrê Xelîl li Amedê ji alîyê weşanxaneya LÎSê da çap bû. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl  

Kurd wek miletekî kêmjimar -3 

Mûsafatîsta helan didane hinek serekên Komîtêya Perwerdeya Gelî ya Azirbêcanê bona derkevine dijî bi cûrê Lênînîyê derbazkirina sîyaseta miletîyê, bona ew bi cûrê xwe pirsa miletên kêmjimar çareser bikin, ango nehêlin, ku dibistanên bi zimanê wan gelan hebin û ew çanda xwe pêşda bibin.

Kurd jî bi miletên mayîn yên kêmjimar (lezgîna, avara û yên din) ketine ber wê derbê.

Ew yek li şêwrdarîya komarê ya miletên kêmjimar da bi awakî geş hate ber  çeva, ku bi pêşdestîya (însîyatîv) serokatîya partîya bolşêvîka ya Komîtêya Navbendî ya PK Azirbêcanê, Komîtêya Kultûrî ya KN PK Azirbêcanê û Komîtêya Perwerdeya Gelî di meha hezîranê sala 1931ê hatibû teşkîlkirinê.

Wek ku li wê şêwrdarîyê hate kivşkirinê, hela sala 1924a çend xebatkarên Kurdistanê pirs danîbûne ber Komîtêya Perwerdeya Gelî bona dibistanên bi zimanê kurdî vekin. Tevgelekî ewê şêwrdarîyê – Îlyasov, ku serekê para xwendinê ya Kurdistanê bû, di xeberdana xwe da li ser pirsa sazkirina elfaba kurdî sekinîbû û weha gotibû:

“Di dema xwe da li Azirbêcanê jî ji bo wî karî çend gav hatibûne avîtinê. Elfaba Kurdistanê ya yekemîn me sala 1924a amade kir û şande Komîtêya Perwerdeya Gelî.

Lê, mixabin, him elfaba, him jî pirtûka dersa ya ji bo destpêkê nehatine qebûlkirin. Ew pirs ser demekê paşda êxistin…”(6).

Lê hema ew Îlyasov di wê xeberdana xwe da ew serketinên mezin destnîşan kirin, ku ewana li Kurdistanê di hêla pêşdabirina çand da gihîştinê û wek mînak tenê nimûna navçeke Kurdistana berê (ji sê navça) – navça Laçînê anî: “Niha li bal me 100 dibistanên destpêkî, 3 dibistanên hevfsale, xwendegeheke malhebûna gundîtîyê, 12 pirtûkxane, 3 komela û h.w.d. hene.

Ji 450î zêdetir gencên kurda li dayîrên xwendina navîn da dixûnin. Di nav kurda da doktor, mihandiz, kutakirîyên Akadêmîya û Ûnîvêrsîtêta hene. Em bawer in, ku di vê pêncsalîyê da emê bikaribin di nav hemû kurdên Azirbêcanê da nexwendîtîyê bidne hilanînê, eger ne bi 100 selefa, qe na bi 80 selefa. Gorî plana Komîtêya Perwerdeya Gelî me bi nûkirina dibistanên kevin ra tevayî, destbi çêkirina 14 dibistanên nû kirine (sala 1931ê): li navça Kelbecarê 3, li Kubetlîyê 4 û li Laçînê 7”.

Em dixwezin wê yekê jî bînine ber çeva û li xwe mukur bên, ku bi şaşîyan ra tevayî, ku çend xebatkarên Komîtêya Perwerdeya Gelî ya berê (heta sala 1930î) berdane, me heta niha jî li Azirbêcanê karê bona pêşabirina zimanê kurdî, vekirina dibistana, çêkirina elfabayê, pêşdabirina çanda bi zimanê xwe, ku bi fikra xwe ya întêrnasyonalîstîyê be, lê bi naveroka xwe ya miletîyê be, wek ku partîya ji me dixweze, nekirîye. Di wê pirsê da em gunehkar in.

Hema bêje li wan hemû civînên partîyê û komsomola, herweha li civînên gundîyên kurd û turk, kolxozvana da, ku endamên êkspêdîsyona me tevî wan dibûn, li her dera hindava sîyaseta Komîtêya Perwerdeya Gelî ya heta berî sala 1930a rexne dibarîn, ku ne tenê tu kar nekirine, lê hela ser da jî karê çêkirina dibistana û pêşdabirina çanda kurda ya bi zimanê kurdî berbend kirine û hezar û yek asteng danîne ber.

Bi vê yekê ra girêdayî em dixwezin wê xeberdana profêsorê Ûnîvêrsîtêta Azirbêcanê ya Dewletê Jûzê raxine ber çevên we, ku ewî meha çileya pêşin sala 1930î girêdayî pirsa kurda ra kirîye. Ew pirs Para (Beşa) Rohilata Nêzîk ya Înstîtûta Zanyarî-Lêkolînê ya Ûnîvêrsîtêta Azirbêcanê amade kiribû.

Emê hûrgilîyên ewê xeberdanê ji we ra nebêjin, lê em tenê wê bêjin,  ku di wê civînê da gelek kes dijî wî derketin. Me derheqa ewê xeberdanê da gotareke taybetî nivîsand(7).

Lê bi pirseke mayîn va girêdayî, ku emê li jêr li ser bisekinin, em dixwezin rûyê dijminên şoreşê hinekî vekin.

Wek me îdî nivîsîye, fikra xeberdana Jûzê ew bû, ku ewî pesinê desthilatdarîya împêrîyalîzma Îngilîs ya dagîrkar dida, ku çawa sîyaseta “pêşketinê” û “ya pêşverû” derbaz dike, ku bin nîrê wê da bi mîlyona qûlên (hêsîr) bindest dixwezin xwe rizgar bikin.

Kurd, ku piranîya wan li welatên dereke – li Farizistanê, Tirkîyê û Îraqê – dimînin, wek miletekî kêmjmar têne zêrandinê, him ji alîyê derebeg û begê “xwe da”, him jî ji zordestîyên dijmina.

Xwesma rewşa kurdên Îraqê xirab e, ku piranîya binecîyên bakûr-rohilata wê kurd in. Împêrîyalîzma Îngilîs, ku qiralîyeta Îraqê ya “serbixwe” li wir damezirandîye, û Mûsil jî dikeve navê, ku ji destê Tirkîyê girtibûn, li wî welatî sîyaseta dagîrkarîyê derbaz dike û ew yek dibe sebeb, ku kurd gelek cara serî hildidin, lê ji alîyê împêrîyalîzma Brîtanîyayê bi alîkarîya tanka û bombebarana bi hovîtî têne hincirandinê.

Dema maqûl Jûzê rewşa kurdên Îraqê himberî rewşa kurdên Azirbêcanê dikir, ji bo hinek heq-hesabên xwe, bi bêwijdanî û bêbextî derew dikirin, digotin: “Li Îraqê kurda azaya tam sitendine, li dibistanên destpêkî û navîn da dersdayîn bi zimanê kurdî ye, û jîyan û pêşketina kurdên Îraqê ji bo kurdên Tirkîyê û Farizistanê nimûneyên çevdayînê ne. Bal me heta elfaba kurdî jî tune, û gelo ewê hebe,- Jûzê derewên xwe berdewam dikir,- ew hela pirs e. Lê îngilîs bona kurdên Îraqê gelek tişt dikin. Li her wezîretekê da kurd hene” û h.w.d.

Em çi bêjin: ji xeberdana maqûl Jûzê em texmîn dikin, ku ew temba împêrîyalîzma Îngilîs di wî welatî da pêk tîne, ku sosîyalîzmê çê dike, li welatekî usa da, ku di nav mileta da aşîtî saz kirîye û her tişt dike bona çanda miletîyê gulvede û pêşda here. Lê di nav derew û buxdanên maqûl Jûzê da, ku ewî li ser sîyaseta miletîyê ya dîwana Sovêtîyê da barandîye, rastî jî hebû, ku heta meha çileya pêşin sala 1930î li Azirbêcanê dibistanên kurdî yên bi zimanê dayîkê tunebûn.

Lênîn em hîn kirine guh bidne ser gotinên dijminên me yên çînî. Em binhêrin çika ewî di nav xeberdana xwe ya derheqa karê KN PK (p) li kongrêya partîyê ya 11a da derheqa fikrên Ûstryalov da çi gotîye: “…Ez ser wê bawerîyê me, ku ew Ûstryalov bi wan gotinên xwe va kareke mezin dide me. Em gelek cara derheqa derewên komûnîstîyê yên şîrin da dibihên, û ji wê yekê madê me li hev dikeve, heta em gelekî ber xwe jî dikevin”… “Lê ew gelekî kardar e, ji ber ku ew ne tenê duberekirina gotinên vala ne, ku timê li der-dorên me ber guhê me dikevin, lê ji wê yekê em rastîya dijminên xwe yên çînî dibihên”… Û wê şûnda, gava Vladîmîr Îlyîç bi kûrayî li ser gotinên Ûstryalov disekine, destnîşan dike, ku “dijmin bi wan gotinên xwe wê xeterê nîşanî me dike, ku pêş me sekinîye”(8).

Aminayî û bawerîya mezin hindava kar û barên Şoreşa Oktobirê û zureta wê – dîwana Sovêtîyê, ku hemû xebatkarên kolonîyayên qeyserîyê yên zêrandî dîyar dikin, di nav wan da piranîya xebatkar û gundîyên kurd jî (9), alî wê yekê kirin, ku kurdên herêma Kurdistana berê ya li Azirbêcanê, belabûn û hukumê zimanê turkî li ser jîyana xwe ya rojane, di nav wê da xwendina li dibistanên bi zimanê turkî heta sala 1931ê, hesab dikirin tiştekî lazim, ku tesîra xwe ya erênî li ser pêşdabirina kûltûra wan dike.

Ev yek ji hemû dema zêdetir xeter bû, ji ber ku di van şerta da dikaribû rengê miletîyê bixeyîrîya û unda bibûya, asîmîlebûn zêde bibûya û evê li ser riya pêşketina gelê kurd ya di hemû wara da bibûya asteng, ew dikaribû pêşketina sosîyalîzmê jî berbend bikira û nerazîbûna kurda dikaribû bibûya bingeh bona dijminên me di rexnekirinên xwe yên hindava me da bi ser ketana.

Xetera here mezin di wê yekê da bû, ku prînsîpa Lênînîyê ya sereke dikaribû biteribîya (bi ser neketa), gorî kîjanê “tiştê herî sereke di nav bolşêvîzmê û şoreşa Oktobirê da ew e, ku wan kesa bikine nava sîyasetê, yên ku di dema kapîtalîzmê pirtir bindest bûn û hatibûne zêrandinê”.

 

(1) Avêryanov, Berhema ku me berê destnîşan kiribû, rûpel 326.

(2) Eva ne gelekî rast e. Gorî sîyaseta desthilatdarîya qeyserîyê, ku bona zêrandina piranîya gelê kurd hêvîya xwe danîbû li ser derebegên kurda (wek ku niha împêrîyalîzma Îngilîs, Fransîyayê û yên mayîn di welatên kolonîyal an jî nîvkolonîal da dikin), V.F.Mînorskî sala 1915a nivîsîye, ku “malbetên bi nav û deng (kurdên qeza Qersê û herêma Êrîvanê), ku hukum bere-bere ji dest wan diçe, xwe li xwendina diha bilind digrin”. (Berhema ku me destnîşan kirîye, rûpel 43).

(3) A.Stêklov. Ordîya Azirbêcanê di dema mûsafatîsta da. Bekû AZGÎZ, sal 1928, rûpel 40.

(4) Êkonomîst M.H.Vêlîyev (Baharli). Azirbêcan. (Fîzîko-gêografîçêskîy, êtnografîçêskîy î êkonomîçêskîy oçêrk). (Gotara fîzîko-gêografîyê, êtnografîyê û aborî). Weşanxana Sov. Nar. Xoz., Bekû, sal 1921, rûpel 50.

(5). Derheqa vê yekê da bi awakî eşkere û ciddî di kovarên mûsafata da tê gotinê (Wek mînak, “Odlu-Yurt”, Stembol, çirîya paşin sala 1930î, hejmar 22/10 û yên mayîn).

Daşnak jî di hindava xwe da ji bo armancên xwe yên dijî şoreşê, dibêjin, ku ermenî û kurd bi xwînî gelekî nêzîkî hev in. Wek mînak, di nav gazîya KN ya Partîya “Daşnaksûtyûn” ya li Misrê da bi vir-derewên mayîn ra tevayî, tê gotinê: “Kurd cînarên me ne, bi me ra tevayî li ser axekê dimînin, di hêla xwînî da jî em merivên hev in”… Gelo ev segbav ne ji bo wê yekê “evê merivatîyê” tînine meydanê, ku bi alîkarîya wê bikaribin mafê xwe yê zordestîyê li ser kurda zêdetir bikin û feqîrên kurda bixapînin.

(6). Ji xeberdana li civîna 3a ya şêwrdarîya miletên kêmjimar ya komarê, 17ê hezîranê, sala 1931ê.

(7). A.S.Bûkşpan. Li ser pêşenîya zanyarî derkevine dijî desîsîyên dijminên çînî. Rojnama “Bakînskîy Raboçîy”, ya 22ê çileya paşin sala 1931ê, hejmar 19 (3396).

(8). Lênîn, cilde 18, para 2a ya çapa kevin, rûpel 38 û 39.

(9). Di wê îzbatîyê da tu şik tune, ku di nav bûyerên Kelbecarê yên sala 1930î da ji cerdvana ra li hev ne hat gundîyên kurda bînine alîyê xwe.

Gundîyên herêma Naxçiwanê bi gazîya rêxistinên cî gelek cara di şerê himberî bandîtîzmê da alî serokatîya herêmê kirine. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev