Pirsa we û bersiva me – 217

Pirsa we û bersiva me – 217

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 23

1-

Adêla navser dikeve ber haletê mirinê. Bangî Keşîş dikin ku li ser Adêlê Incîlê bixwîne. Piştî xwendina Incîlê, Keşa dibêje Adêla ka daxwaza te ya dawî çi ye? 

Adêla: Ji ber ku min di jiyana xwe ya not salî de qet mêr nedîtine., gelo hûnê karibin yekî peyda bikin? 

Keşîş li xulamê xwe yê ku her gav bê pere ye difikire û soz dide ku dê alîkariya jina pîr bike. 

Adêla: Ew ne hewce ye ku belaş bike, ez kêfxweş im ku pêncî kron bidim zilamê ku dixwaze alîkariya min bike. 

Keşa diçe cem xulamê xwe û qala wesiyeta paşîn a Adêlayê dike û xulamê Keşîş diçe cem pîrejinê. Keşîş piştî çend demjimêran, dibîne ku xulam paşte venegerîya. Keşa berê xwe dide mala Adêlayê û dikeve malê, li dora xwe dinihêre. Adêla nayê dîtin, dibîne ku lawik bi tena serê xwe li ser kursiyek rûniştiye. 

Keşîş dibêje: 

– Te wesîyeta Adêla anî cîh? 

Xulamê Keşîş: 

– Belê ew ji bo bêtir drav/pereya werîne reviyaye bankê! 

 

2-

Heso li bajêr weke kesekî cirnexweş û belakir dihat nasîn. Rojekê li nav bazara bajêr digere û ji nişkave pelqênî ji pişt stûyê wî tê. Ew Heso yê ku belayê bi pênc qurîşan dikire, bi hêrs li xwe vedigerê û ew dibîne ku zilamekî qelew û bejn bilind û xurt weke gayê li ser kizina li paş wî sekiniye.  

Heso jê dipirse: Kuro ew te li min xist? 

-Erê ez bûm, vêce çi bû? 

Heso: Te bi rastî li min xist an bi henekî? 

– Min bi rastî li te xist. Ka tu yê çi guyî bixwe? 

Heso berê xwe da mêrikê qelew, dirêj û bi qewet qeremî wî sist bûn ji bê mecalî û tirsan got: 

-Tobe tobe ya Rebî, min jî got qey te bi henekî li min xistiye. Here bi rêya xwe de, ez ji henekên wisa qet hez nakim.  

 

3-

Rojekê Şêxo berêvarkî pir westiyayî ji kar hatîye malê. Jina wî Qedo û zarokên xwe li benda Şêxo bûn ku pevre şîvê bixwin.  

Şêxo: Qedo ka bêcemê min bîne ez cilên xwe biguherim lê ez rehetîya xwe nastînim. 

Qedo li dolabên cila û deverek nema ku lê negera, lê mixabin bêcemê Şêxo nedît.  

Dibe qîrewîra Şêxo, keçê ma wê bêceme bi kû ve here, mane nifirîye û ji mal neçûye. Helbet destekî ew danîye deverekê. Zarok jî bi dîya xwe re li bêceme gerîyan lê bêfeyde bû, bêcemê Şêxo nedîtin.  

Şêxo jî ji qehran qarîşa xwe vekir û şalê xwe berda xwarê.  

Û got: aha ez ê jî bi derpêk bimînim. Dema şalê xwe berda xwarê û dît ku va ye bêcemê wî di binê şal de lê ye.  

 

4-

Şaredarîya bajêr biryar dabû ku ew kesên gundî yên meyweyan ji bo firotinê bînin bajêr, zabitayên şaredarîyê wê wan meyweyên wan bike wan de. Kurtîlo jî barek incas dibe bajêr, da wan incasa bifroşê û bi wan pereyan ji zarokên xwe re xwarinê bikire. Zabiteyên şaredarîyê wî dirawestînin, biryara şaredarî jê re dibêjin û incasê wî yeko yeko têxinê de. Dema zabita karê xwe dikin, Kurtîlo ji kena dike ku bifetise. Zabite jê dipirsin, kuro lawo ev kenê te çîye? Em incasê te dikine te de tu dikenê.  

Kurtîlo: Vaye yekî din li pey min tê barê wî şebeş in.  

 

5-

Remzo: Ez ji bo serêşa xwe çûme cem textor.  

Textor ji min pirsî: Agirê te heye? 

Min çeqmeqê xwe ji berîka xwe derxist û da wî. 

Piştre nêzîkî 5 deqîqeyan me li hev meyzand.  

Kaxezek nivîsî û da destê min û got: Here vê derê.  

Ez şandime nexweşxaneya beşê derûnnasî/psîkîyatrîyê. 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev