
Serdar Roşan
Xurşîd Mîrzengî, geh peya, geh siwar, geh şiyar, geh xewnî li çiya, li gund û bajar, li newal û deştan tevî qehremanên xwe digere. Xurşîd ne bi tenê bi wan re digere, herwisa bi wan re dijî…
Birîna qalikgirtî diherişîne, li salên bîstî û sihî yên qirnek berê, qêrîn û daxwaza mêrxasên wê demê bi zimanekî nîvdestanî î xurustî pel bi pel mîna titûna Helhelê li ber mengeneyê radixîne… dide ber devê kêrê…
Weylê weylê… jin û mêr ji kezebê bi dengbêjiya xwe erdê di nêvbera Farqîn, Hezro û Licê disincirînin… êdî tofan e, babelîsk e sala piştî 25an…
Gotina Weşanxaneya “Nûbihar”ê
Ev roman, romana mehkûm û firarên dewletê ye. Firarên piştî serhildana Şêx Seîd, mehkûmên hereketa Pêçarê… Mîna gelek qehremanên wek Şêx Fexrî, Feqî Elî, Emê Faro… Dewlet li pey şopa wan e di gund û newalan de. Bi eskerê giran gundan dorpêç dike, nahêle kesek derkeve ji malan, dişewitîne kes û pez û sewalan. Ev roman bîra hedîseyên piştî dardekirina Şêx Seîd û hevalên wî ye. Romana wan salên zor û zehmet, romana wan SALÊN ŞEWATÊ…
.***
Ehmed may’ xwi ra vano:
“Hela şore Delû Fikrî ma ra se vano?”
Eyşe şina kol bena qûnderano:
“Delû Fikrî ez kewta bextê to
Ti bikê bextê Elay’
Ti Ehmedê min nêkerê mehkûmê koyan o
Ez o hîrê rey bierzî mêzîn altûnano”
Delû Fikrî te ra vano.
Vano: “Ez o Ehmedê to
Bikerî mehkumê serê koyano
Yan ez o bikerî nîşaney gulano!”
Riataza