KENÊ AVHEYATÎ

KENÊ AVHEYATÎ

Helbestvanê navdar ji Serhedê di nava çend xetan da

 ji evînê, kurmancîyeke xweş, xwezaya welêt a buhuştî,

bi hestên xwe yên welatparêzîyê symfoniyeke ku dilê me baristan dike

sêwirandîye û ji malpera me ra şandîye. Wek dibêjin, «Noşî can be».

İhsan Birgül

Tîrejeke ji nav ewran derketî ye kenê te
Ji min re çar demsal
Çardehê her mehê
Çar mishef
Li ser çoka çar pêxemberan
Mifteya çil meqam
Çil û çar deriyan li ber min

Arvanê rojên xelayê
Hilma ji tenûra bêkesan qulozbûyî
Ji keran re deng
Koran re find û ronî
Sibeha ji bo nexweşên bê hal
Yên girtiyê şevên reşetarî û dirêj

Baraneke havînî ye
Li ser lêvên qelişî û bende
Tava çile
Li ser rûyên qerisî
Ne emzik e
Cot memik in
Ji dergûşa birçî re
Av e
Avheyat e kenê te…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev