
Weşanxaneya APECê şabûnê dike dilê zarokên kurd û hemû kurdîhezan
Pirtûka ”Peyvên me- Hêşînayî û Heywan” ya ku cara pêşîn di sala 1994an da, di nav Weşanên Roja Nû da derketibû, van rojan ji alîyê Weşanxana APECê ji nûve hat çapkirin. Çapa nû seranser rengîn e û bi gelek wêneyên ciwan yên hunermenda grafîkê a kurd Ruken Resulpor xanê ve hatiye xemilandin.
Çawa ku ji sernivîsa pirtûkê jî dîyar dibe, tema ”Peyvên Me” hêşînayî û heywan in. Armanca bingehîn a vê pirtûkê, hînkirina peyvên li ser hêşînayî û heywanan û tiştên li derûdorê wan e.
Di wê da him nivîsên fakta û him jî yên çandî wek çîrok û helbest di nav hev da cî girtine.
Di hînkirina ziman (kurmancî) de, ev xebat dikare sûd û alîkariyeke baş bide mamosteyên zimanê kurdî û herwisa dê û bavên kurmancîaxêv.
Em hêvîdar in ku ev pirtûk bi alîkariya van kesan û hemû hezkirîyên zimanê me yên din ve jî bête belavkirin û xwendin. Ji kerema xwe ra anonsê belav bikin, bila dostên zimanê kurdî agadar bin, belkî bixwazin wê peyda bikin…
Hûn dikarin li ser malpera apecpublishing.com bixwazin.
Apec Förlag
ISBN: 978-91-88333-91-9
Riataza