Berhemên kurdzanên me – 273

Berhemên kurdzanên me – 273

Me di 272  rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka A. Bûkşpan ”Kurdên Azirbêcanê”, beşa pêşin a bi sernavê “Problêma kurda li Azirbêcanê” raberî we bikin. Beşa duduyan piştî heftêyekê bixwînin.

Ev berhema zanyarî sala 1932an li paytextê Azirbêcanê – Bekûyê bi rûsî ronahî dîtîye û van dawîyan bi wergera Têmûrê Xelîl li Amedê ji alîyê weşanxaneya LÎSê da çap bû. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl 

Problêma kurdan li Azirbêcanê -1 

Sala dawî di karê qewînkirina xebata kûltûrî ya bi zimanê dayîkê di nav miletên kêmjimar da, ku li ser axa Azirbêcanê dimînin, sala sereke ye. Xwesma ew yek derheqa kurdên Azirbêcanê da ne.

Şêwrdarîya miletên kêmjimar, ku di hezîrana sala 1931ê li komara Azirbêcanê hate derbazkirinê, bi ciddî li ser xebata di nav kurdan da sekinî, gelek biryarên ciddî qebûl kirin û piranîya wan hatine pêkanînê. Komên dibistana yên destpêkî îdî bi zimanê zikmakî ne, û heta sala xwendinê ya sala 1933-/34an, hemû dersxane wê derbazî xwendina bi zimanê dayîkê bin.

Bona amadekirina mamostayên kurd di mehên havînê yên sala 1931ê rex zanîngeha Şûşîyê ya mamostatîyê kûrs hatibûne vekirinê. Zûtirekê wê rex zanîngeha Şûşîyê ya mamostatîyê para kurdî jî vebe. Tîpên kurdî yên latînî hatine çêkirinê bona hemû kurdên Pişkavkazê. Bi zimanê kurdî sê pirtûkên dersa hatine çapkirinê û h.w.d. Rêxistinên navça hatine agahdarkirinê, ku zêde guh bidne xwendina bi zimanê kurdî. Biryar hatîye qebûlkirinê, ku li herêma Naxçiwanê û çend navçeyên Laçînê di cîyên kar da bi zimanê kurdî bipeyîvin, civînên partîyê û komsomola bi zimanê kurdî derbaz bikin. Ew şaşîyên ku Komîtêya Perwerdeya Gelî berê (heta sala 1930î) di hêla pêkanîna sîyaseta miletîyê ya Lênînîyê da berdane, niha têne rastkirinê. Partîya Komûnîstîyê ya Azirbêcanê bi serokatîya Komîtêya Navbendî ya PK Azirbêcanê di şerkarîya dijî şovînîzmê, ku xetera here mezin e, di şerkarîya dijî nasyonalîzmê, ku bi dilê întêrvênsîyonîstan e, gihîştîye serketinên mezin, herweha di xebata di nav kurda da jî.

Bermayên mûsafatîsta bi dilekî kul di prêssa şaristanîyê da nivîsîne (kovara “Bîldîrîş”, çirîya paşin, sala 1931ê): “Bona kurdên, ku bi jimara xwe va ji 6-10 hezara ne zêdetir in û tu zimanekî jî nizanin, xênji zimanê tirkî (vira jî nikaribûn derewa nekin.- A.B.) zimanekî din ji wan ra çê kirine, bi herfên cihê, bi dibistan û çande û h.w.d.”.

Mûsafatîst ne şaş bûn. Û eger di wî alî da em hela tam bi ser neketine, lê me ew kar danîye pêş xwe û emê pêk bînin.

Bi wê yekê ra tevayî biryar kirine li herêma Naxçiwanê kurda derbazî jîyana riatî bikin, ku ew bere-bere dest ji jîyana koçerîyê bikişînin, tivdîra kolêktîvîzasyonê dikin, ku xebateke ciddî û demdirêj dixweze. Pere hatine berdanê bona di navça Erezdeyanê da gundekî kurda yê şên çê bikin, bi dermanxanê, wargên qenckirina binecîya, dibistana, dergûşxana û baxçên zara û dayîrên civakî-çandî yên mayîn va. Tiştek ber çeva ye, ku xebata di wî alî da hela bi zerpa bolşêvîstîyê neketîye qamê xwe.

Rêxistinên partîyê û Sovêtîyê yên navçeyên herêma Kurdistana berê (Laçîn, Kelbecar, Kubetli) û xwesma jî KSS Naxçiwanê gerekê bi zerpeke mezin xebata di nav kurda da, ku destpê bûye, pêşda bibin, û di wî alî da gerekê xusûsîyetên gel bidne ber çeva, derkevine dijî dijminên çînî, cûrê jîyana eşîrtîyê (rîspîtî, heyfhildana xwînî, seîdî li herêma Naxçiwanê û h.w.d.), ku li van dera hetanî niha jî xurt e.

Derheqa vê yekê da di biryarên KN ya PK Yekîtîya Sovyêt da hene, ku ewê 23ê hezîranê sala 1929a qebûl kirine û piranîya wan jî derheqa rewşa rêxistinên partîyê yên Azirbêcanê da ne. Em binhêrin çika di wê biryarê da çi tê gotinê: “Eşîrtî heta niha jî kokbir nebûye, ji ber ku şerkarîya dijî wan sist e.

Hetanî niha jî gundîyên feqîr di dest milkedara û serekên dînî da dizêrin, çimkî me guhdarîya lazim ne danîye li ser pirsên guhartina cûrê jîyana wan”.

Pêkanîna van daxazên KN ya PK Yekîtîya Sovyêt ji bo navçeyên kurda jî pir giring in, û rêxistinên partîyê û Sovêtîyê gerekê di nav kar û barê xwe da guhdarîke mezin bidne ewê pirsê.

Organên di cîya da bi xebitandina dewlemendtîyên binerd û zêdekirina deranîna wan navça, çêkirina riya, bi aqilane teşkîlkirina xebata di kolxozan da û sazkirina kolxozê nû ra tevayî, gerekê bikaribin hukumê partîyê li ser gundîyên kurd bidne zêdekirinê, wana bikine endamên partîyê û komsomolê, karê perwerdeya întêrnasyonalîstîyê di nav xebatkarên wan navça da pêş bixin û xebata di nav jina da jî xurt bikin, ku hetanî van demên dawî jî hema bêje tunebû û h.w.d. Biryarên KN ya PK Yekîtîya Sovyêt ya 31ê çirîya paşin sala 1931ê rêyên fire vedikin bona çêkirina sosîyalîzmê li Pişkavkazê, xwesma jî di hêla xebata di nav gelên kêmjimar û hilanîna nexwendîtîyê di nav wan da.

Bi saya serê sîyaseta miletîyê ya Lênînîyê “problêma” kurda li Azirbêcanê tê çareserkirinê. Rast e, wî alî da em ji Ermenîstanê gelekî şûnda mane.

Ew xebata mezin, ku Ermenîstana Sovêtîyê kirîye di hêla sazkirina zanîngeha Pişkavkazê ya ji bo amadekirina mamostayên kurd, çapkirina pirtûkên kurdî, ronahîdîtina rojnama “Rya teze”, amadekirina kadroyên kurd bona di rêxistinên partîyê û civakî kar bikin û h.w.d gerekê ji bo me bibine nimûneyên çavdayînê. Û ev hemû ne tenê ji bo kurdên Pişkavkazê giring in, lê herweha ji bo kurdên dervayî welatê me jî. Di nav deh salên heyetîya Fêdêrasyona Komarên Pişkavkazê yên Sovêtîyê da kurdên Azirbêcanê, Ermenîstanê û temamîya Pişkavkazê bi piştgirîya Rûsîyayê û tevaya Yekîtîya Sovêtîyê ya întêrnasyonal, di hemû alîyan da gihîştine serketinên mezin, temamîya kar û jîyana xwe derbazî li ser riya sosîyalîstîyê dikin. Kurdên Pişkavkazê bi serokatîya Partîya Komûnîstîyê cara pêşin di nav dîrokê da tîpên xwe yên li ser bingeha herfên latînî saz kirin, pirtûka diweşînin, dibistan û zanîngehên bi zimanê xwe vedikin, kadroyên xwe amade dikin, nexwendîtîyê didine hilanînê, bi miletên Pişkavkazê yên mayîn ra tevayî mil dane milê hev, di maleke întêrnasyonal da kolxoza çê dikin, dest ji cûrê jîyana eşîrtîyê dikişînin, bi milkedar û zordestên “xwe” û yên “xelqê” ra şerkarîyê dikin û ji bindestîyê rizgar dibin.

Femdarî ye, ku emê bi van serketina va hêsa nebin û emê diha pêşda herin.

Hevalê Stalîn li kongrêya partîyê ya XVIa da gotîye, ku “gerekê her tiştî bikin bona kûltûra mileta pêşda here û gulvede, usa bikin, ku hemû kûltûra di nav hev da bihelin û bibine yek kûltûr û yek ziman. Gulvedana kûltûrayên bi cûrê xwe yên miletîyê, bi naveroka xwe yên sosîyalîstîyê di şertên dîktatûra prolêtarîyê di hundurê welatekî da dikarin bibine yek kûltûr – ya sosîyalîstîyê (him bi cûrê xwe, him jî bi naveroka xwe) bi zimanekî tevayî û ew daxazên me wê wî çaxî bi ser kevin, gava prolêtarîat di temamîya cihanê da bi ser keve û li her dera sosîyalîzm be – a hema ev e bingehê dîalêktîka Lênînîyê ya derheqa pirsa kûltûra miletîyê da”(1).

Troskîstekî bi navê Vahanyan, ku “têorêtîkekî” şovînîst bû û ser wê bawerîyê bû, ku di dema dîktatûra prolêtarîatê kûltûra miletîyê nikare pêşda here û kurda himberî çerkeza dikir, ango wan nimz didît, di dema xwe da nivîsîye: “eger kurda tiştek nedabana medenyata dinyayê û tenê sitiranên xwe yên hesîntijî dabana, eger tiştek nedabana xênji reqasên xwe yên çapik û çeleng, ew tenê jî bes bûn, ku em bêjin kurda keda xwe kirine di nav kîlera îdêayên prolêtarîyata întêrnasyonalîstîyê ya navnetewî”(2).

Vahanyan û kesên wek wî, ku derdiketine dijî sîyaseta partîyayê ya derheqa pêşdabirina kûltûra gela ya bi cûre xwe va miletîyê, lê bi naveroka xwe va jî ya sosîyalîstîyê, bi fikir û kirinên xwe va pêşketina kûltûrayê di dema dîktatûra prolêtarîatê da berbend dikirin.

Vahanyan fêm nake, ku “tenê di demên dîktatûra prolêtarîatê û çêkirina sosîyalîzmê di Yekîtîya Sovêtîyê da kûltûrayên miletîyê dikarin pêşda herin”, û ew pêşdaçûyîn bi saya serê şoreşa kûltûrîyê dikare bi ser keve, ya ku ji bo gelên ku berê paşketî û bindest bûn, rêyên fire vedike. A di van şerta da çanda kurda dikare gulvede, lê ne ku bi cûrê, ku Vahanyan pêşnîyar dike.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *