Pirsa we û bersiva me – 218

Pirsa we û bersiva me – 218

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 24

1.

Birho dît ku Hiso ketîye bostanê wî zikê xwe têr kirîye û ber sînga xwe jî tijî tirozî kirîye. Birho da ser pişta Hiso, lê ji ber ku Hiso xwirt bû, Birho negihayê.

Birho bang kir û got: Waaa Hiso, bi Xwedê ez tiştekî ji te nakim û tirozîyan jî ji te nastînim, ka bisekine. Dema Hiso sekinî, Birho hate cem, destê xwe di ser zikê wî û tirozîyên di ber sînga wî de bir û anî û got:

Ya Rebî, min nîyete van tirozîyan di ber zikata xwe ya salê de bidim Hiso û Hiso bêje min qebûlî xwe kir.

Hiso got: Min qebûlî xwe kir.

Birho got: Ma ne qey îsal Xwedê zikata malê min kirîye nesîbê te!..

 

2.

Demsala havînê bû. Gundî li ser bana dirazan. Ramo jî li ser banê mala xwe ya nizm nivîna xwe danî û kir ku raze lê kir û nekir xewa wî nehat û dilê wî hebû ku wê şevê here bikeve berê Menca bî de. Derdora nîvê şevê Ramo di ser bana re xwe hilda û çû jor serê banê mala Mencê û xwe êxiste bin lihêfa Mencê de. Dema Mencê dît ku kesek kete bin lihêfa wê, da qîra û kire hewar. Hawara, hawara, hawara…

Ramo ji tirsa firîya çû xwe êxiste bin lihêfa xwe û xwe bê pêjin kir. Lê Mencê ew xweş naskiribû. Wextê Mencê ji gundîyan re got ku Ramo hatîye bi dora wê ketiye û destdirêjî lê kirîye, gundî çûne mala Ramo. Gundîyan ji Ramo pirsîn kuro tu ji xwe û bavê xwe şerm nake ku tu diçe dikeve nav nivîna Mencê de.

Ramo: Bi Xwedê bê hemdî min bû, ez gindirîm û hew min dît ku ez di nav nivîna Mencê de me.

Gundîyan: Hey agir bi mala te neketo, ma kê dîtîye ku kesek ji jêr gindirîye jor…

Ji wê rojê pê ve navê Ramo bû; Ramo Gindir.

 

3.

Çêlîka pisîkê ji dayîka xwe dipirse.

-Ev cîhan çi sosret e, newlo dayê?

-Ji bo çi?

-Em ji pisîka ditirsin.

Pisîk ji segan, kûçikan.

Seg, kûçik ji mirovan.

Mirovên mêr ji jinikan.

Jinik jî ji me ditirsin.

 

4.

Lahdo ji Mele Ehmed pirsî;

-Mele ev çi ye hûn ava dikin?

Mele Ehmed: Ev minare ye.

Lahdo: Minare çi ye?

Mele Ehmed: Ji ber ku ez herim serê wê û bang bidim, da misilman werin nimêjê.

Lahdo: Ellehwekîl ne raste, hûn minarê çêdikin da hûn herine serê wê û li derdorê meyzênin da hûn golikên me bibînin û hûn wan bidizin.

 

5.

Elo û Osê pîr bûn û li qehwexaneyekê sohbet dikirin. Osê dest bi gazinên pîrîtîyê kir:

-Kuro Elo, em pîr û kal in, milên min, lingên min, serê min, wek ku hûn dibînin, her deverên min diêşe. Tu çawa yî?

Elo bersiv da:

-Kuro Osê, ez wek roja ku nû ji dayîka xwe hatime dinê me. Ne diran di devê min de mane, ne por bi serê min ve maye û ez bi xwe de berdidim pê nahisim.

 

¤¤¤

Di wêne da: Birayê Nura Şane – Mehmudê Mikdat weke ku ji me ra dibêje ez dikarim havîn, bihar, payîz û zivistan bînim cem hev û ji stêrkên esmanan ra bêjim ji ewran horî û melekan ji me ra bişînin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *