Cejina Zimanê Kurdî li Gurcistanê

Cejina Zimanê Kurdî li Gurcistanê

Hejarê Şamil

 

Me îsal Cejna ZIMANÊ KURDÎ li bajarê Tîflîsê, di nav Kurdên Gurcistanê da pîroz kir.

Li ofisa Komeleya “Ronahî” bi çend rewşenbîr û maqûlên Kurd re pirsgirêkên Zimanê Kurmancî li Gurcistanê hate niqaş kirin.

 

Serokê komeleya “Ronahî” Zaza Tîtalê Şêx, şanoger Bînbaşê Axê, dadgerê berê, aktîvîst Vakoyê Qindo Pivazî, çalakvanê civakî Mehmedê Yaqût, wergerê profesyonel, aktîvîstê “Ronahî” Êmîl Recevî, wênekêş Tamazî Arabovî Şemsikî, karmend Fêrizê Şakê Korkitî û nivîskar Hejarê Şamil li ser astengiyên bikaranîna Zimanê Kurdî sekinîn, erk û wezîfeyên ku  li pêşiya Kurdên Gurcistanê hene, anîn zimên.

 

Bikaranîna zimanê zikmakî di malên Kurdan de, amadekirina mamosteyên Kurdî, fêrbûna xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî, destpêkirina dersên online bingeha niqaşên me bû.

 

Ji alîyê Malpera Riataza da 

Roja Cejina Zimanê Kurdî ne 15ê gulanê ye, lê 25ê nîsanê ye

 

Ev çend sal in gelek kurd Cejina Zimanê Kurdî 15ê gulanê pîroz dikin, ango roja ronahîdîtina hejmara pêşin a kovara HAWARê. Ango, roja pêşin ku kurdan destpê kirin elfabaya kurdî a bi herfên latînî bi kar anîn.

 

Ev fikir ji bingehê va şaş e, ji ber ku kurdan berî HAWARê elfabayeke bi tîpên latînî amade kirine, sazkarê wê bingehdarê edebîyeta kurdî Erebê Şemo ye, bi wê elfabayê pirtûka pêşin a bi tîpên latînî a bi ser navê ”Xo Xo hînbûna xwendin û nivîsandina kurmancî” bi amadekirina Erebê Şemo û Îshak Morogûlov hate amadekirin, 25ê nîsanê sala 1930î hejmara pêşin a rojnameya ”Rya teze” derket.

 

Bira her kes bizanibe, ku biryara çêkirina elfabaya kurdî a latînî ji Moskvayê hatibû îmzekirin, piştî amadekirinê zimanzanên Sovyetê yên herî binavûdeng mohra xwe lêxistin, ku ev elfaba ser dereceya bilind hatîye amadekirinê û dikare bê bikaranînê.

 

Ango, bi kurtî, Roja Zimanê Kurdî ne 15 gulanê ye, lê 25ê nîsanê ye, roja ronahîtina hejmara pêşin a rojnameya ”Rya teze”.

 

Em hêvîdar in, ku kurd vê rastîyê qebûl bikin û şaşîtîya xwe rast bikin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev