Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext

Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext

Seregola Intabê

 

Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî, 14ê Gulana 2022an de, roja Şemîyê li Stenbolê di Hotela Legacy Ottoman de sempozyûmek lidarxist. Mijara sempozyûmê “Mafên Ziman û Zordestîyên Li Ser Zimanê Kurdî” bû. Sempozyûm bi moderatorîya Mehmet Celal Baykara ve sazbû. Prof.Dr. Azîz Yaĝan, Prof. Dr. Salih Akin, Doç.Dr.Būlent Küçük û Doç Dr. Burhanettin Kaya peyvdar û beşdarvanên sempozyûmê bûn.

Moderator Baykara di destpêkê de li ser girîngîya xebatên akademîk yên li ser ziman sekinî, paşê beşdarvanan bi guhdaran da nasîn û dora yekem ya xeberdanê da Prof. Dr. Azîz Yaĝan.

Yaĝan di xeberdana xwe de bi piranî li ser îstatîstîkan sekinî û dorbenda berpêşîya xwe li ser îstatîstîkan avakir. Yaĝan da zanîn ku veberhênayên dewletê bi zêdeyî li herêmên rojavaya Tirkîyeyê ye. Di dibistanên ku di herêma Kurdan de ye de şert û mercên perwerdayîyê gorî herêmên rojavayê gelek kêm û jarin. Prof. Dr.Yaĝan, bajêr bi bajêr mînakan da û wan yeko yeko dan ber hev û encamên sosyolojîk û polîtîk jê derxist, pêşkeşê guhdaran kir.

Piştî Yaĝan, Doç. Dr. Burhanettîn Kaya hat ber mîkrofonê. Kaya di axaftina xwe de li ser tesîra psîkolojîk û travmatîk ya qedexekirina ziman sekinî. Kaya da zanîn ku zextên li ser ziman dibe sedema travmayên civakî. Kaya di heman demê de bal kişand ser qanûna paşnavan ya li Tirkîyeyê. Kaya got qanûna paşnavan pergalek ji zextên li ser  ziman û nasnameya neteweyîye.

Doç. Dr. Burhanettîn Kaya, bala guhdaran kişand ser mijarek enteresan jî. Kaya got “TRT Kurdî belê bi zimanê Kurdî diweşe lê TRT destûr nade ku bernamyên bi Kurdî yên ji bo zarokan di qanalê de çêbe û biweşe.”

Di dawîya xeberdana xwe de Kaya da zanîn ku zarokên ku ji zimanê dayîk dûr tên xistin bi problemên psîkolojîk ve rûbirû dimînên û dengeya wan xirab dibe. Kaya got qedexekirina ziman tundîyên vekirî û veşartî yên li ser însanaye û ev rewş dibe sedema rûdana hêrsê.

Peyvdarê sêyemîn Prof. Salîh Akin xeberdana xwe bi Kurdî kir. Xeberdana Akin wek sîmûltane wergerîya Tirkî. Salih Akin da zanîn ku zarokên bi pirzimanî perwerde dibin serketîtir dibin. Akin, ziman wek pirsgirêk, maf û çavkanî kategorîze kir. Akin got “di Cîhanê de 7000 zimanê ku tên bikaranîn hene û Kurdî di rojhilata navîn de zimanê çaremîn, di Tirkîyeyê de ya duyemîn e ku tê bikaranîn.”

Prof. Akin wek mînak bal kişand ser Swêdê. Bi gorî agahîyên Akin li Swêdê dewlet giringî dide zimanê dayîk yên biyanîyan û nêzê 500 memosteyên Kurdî yên ku dewlet fînanse dike hene. Dibê dewlet gazî malbata dike ku wekî zimanê xwe biparêzên û li malên xwe bi zimanê xwe bipeyîvin.

Di domahîka axaftina xwe de Prof. Akin, bal kişand ku di heman demê de ziman pergalek girîng ya sazîya dadmendîyêye. Akin da zanîn ku li Stenbolê lêkolînek li ser bajarîyên Kurd çêbûye. Di encama lêkolînê de hatîye xûyan ku Kurdek li metroyê yan jî li qadek sosyalî de gava ku bi zimanê xwe xeberdide, nêrîna kesên din wek neyînî li ser wan çêdibe û her wiha rastî zexta û neheqîyan tên.

Prof. Akin di dawîya xeberdana xwe de pêşnîyar kir ku divê Kurd di her alî de, li her cîhê û bi her pergalî ve zimanê xwe bikarbînin.

Dora xeberdana dawî ya Doç. Dr. Bülent Kŭçük bû. Bülent Kŭçük got, bi mahareta serdesta zimanê qedexekirî ji bo bindesta krîmalîze dibe. Ev jî ji bo yên zimanê wan qedexe bûye dibe sedema psîkolojîya kêmhîskirin û şermkirinê. Bi vî awayî ziman bêîtîbar dibe û ji vê rewşê jî newekhevîyek civakî peyda dibe.

Doç. Dr. Bülent Kŭçük got, “ziman tenê pergala înformasyonê nîne. Ziman mekanîzmaya bingeh û sazker ya nasname û cûdahîyêye. Înkarkirina ziman ne tenê meseleya cihêrengîya çandî ye. Înkarkirina ziman di heman demê de pergala tunekirin û bêîtîbarkirinê ye jî.”

Sempozyûm bi zimanê Tirkî saz bû. Di sempozyûmê de tenê Prof. Salih Akin bi Kurdî xeberda. Xeberdana Kurdî, bi wergerîya sîmûltane ve derbasî Tirkî dibû û ev rewş ji hêla hin guhdaran ve xerîb hat dîtin ji ber ku mijar ziman, guhdar Kurd bûn, lê tenê yek xeberdanek Kurdî hebû û ew jî bi sîmûltaneyê ve werdigerîya Tirkî.

Dikare were gotin ku sempozyûm ji ronakbîr û kesayetên welatparêz eleqeyek hêjayê xwe dîtîye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev