
Ev helbesta delal xwesma ji bo wan kesên xwedî fikirên şaş in,
ku dibêjin li Ermenîstanê tu tiştekî kurdî nemaye.
Lê ji vê helbestê xuya dibe, ku li Ermenîstanê
kurd jî hene, kurdî jî heye, kurdîtî jî heye.
Têngîz Sîyabendî
Zimanê kurdî, zimanê madî
Vê dinyayê de nasnama me yî
Mala kurdan da her tu dersdar î.
Zimanê kurdî, zimanê arî
Di nav koma zimanên heyî
Rêhevalê me, rêberê me yî.
Zimanê kurdî şewqa tevê yî
Ji roja ketina vê dinya terî
Find û şemala destê me tu yî.
Zimanê kurdî wek şîrê dê yî
Ji roja ketina vê dinya birçî
Pêdivîya me her û her tu yî.
Zimanê kurdî şûrê devtûj î
Tu tenê destê li wan kurdan î
Ku namûsa xwe nadin tu tiştî.
Zimanê kurdî her tu nemir î
Bo me kurdan Xwedê tu dayî
Wekî şahidê hebûna me bî.
Riataza