Jİ PAULO COELHO 15 KELAMÊN BİJARE

Jİ PAULO COELHO 15 KELAMÊN BİJARE

Latif Epozdemir

 

1-Eger tu biqasî xatirxwestinê wêrek bî, jîyan wê te bi merhebayek xelat bike.

2 -Mirov henin ku qet têk neçûne û binketî nebune. Kivş e ku ewan qet şer nekirîye.

3 -Tıştê here baş ji bo paşerojê veneşêrin, lewra ne kivşe ka gelo paşeroj bi xwe re çi tîne.

4 -Eger tu ji bona qayîlkirina hin kesan bıjî, jı xeynî te, wê her kes ji te hez bike.

5 -Ewê din çi difikirin ne giring e, lewra wê ew di her hal û karî de dîsa wisan bifikirin.

6 -Tu dikarî wextê xwe bifroşî, lê nikarî bi paş ve bikirî.

7 -Kes henin ku ji me hez dikin; lê ew tenya nizanin ka wê çawa heza xwe bidin nîşandan.

8 -Meger raza jîyanê heft car ketin û heşt car rabûn e.

9 -Tiştê ku dibe sedemê pêknehatina xeyalan, tirsa ji serketinê ye.

10 -Ji bona ku jîyan vîn (îradeya mirov) biceribîne, gelek rê henin; hinek caran tu tiştek nabe û hinêk caran jî gelek tişt bi hev re dibin.

11 -Hûnê rojekê hişyar bibin ku ji bona pêkanîna xeyalên we wext nemaye, lewra niha wext temam e. Tevbigerin.

12 -Eger tenê mirov di rojên bi hetaw de bimeşe, qet nagêje menzîl û amanca xwe.

13 -Kêştî li kêştîxanê de parastîye. Lê armanca kêştîyê ne ew e.

14 –Bibexşe, lê tu carî jibîr neke, eger na tûyê careke din brîndar bibî. Bexşandin wê berê nêrîna digûherîne, jibîrkirin jî dersê dide wendakirin.

15 -Tîr bi paşvekişanê tê avêtin. Eger jîyan te bi zor û zextan bi paşve dikşîne, kivşe ku wê te ji bo tişteke mezin bi pêş ve bifirîne, her di nîşangerîyê de be.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev