DI TOREYA KURDÎ DE NAVÊ JINA BAVÊ MERIV

DI TOREYA KURDÎ DE NAVÊ JINA BAVÊ MERIV

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner 

Diyar e ku mirin zagoneke jiyanê ye.

Lê mixabin ji ber belengazî û jiyana xirab, li Kurdistanê jin pir zû dimirin.

Dema zilamekî bi jin, jineke din ji xwe re tîne, ew jina nû dibe HÊWÎya jina kevn. Tê gotin ku Hêwî hatiye ser filan jinê.

Dema bavê meriv jinekê tîne ser diya meriv, navê wê JINBAV e. Zarûk dibêjin, JINBAVa me…

Dema diya zarûkan dimire û bavê wan diçe jinekê ji xwe re tîne, navê wê jinê dibe DÊMARÎ/damarî (di bilêvkirinê de tîpa R gelek qalind tê xwendin).

Li gundekî dema diya zarûkan dimire, jinên gundiyan tev xwe ji bo wan zarûkan wek dê dibînin û alîkariya wan dikin.

Navê zarûkên ku diya wan miriye, SÊWÎ ye.

Lê eger bavê zarûkan miribe û dê sax be, navê zarûkan çendî ku sêwî ye lê bi piranî ji wan re dibêjin ”êtîm”. Eger bav û dê herdu jî miribin, ji bo wan zarûkan dibêjin ”Sêwiyên bê dê û bê bav.” Kurd hemû alîkariya sêwiyên wisa dikin.

Hertim bavê min li mizgeftê mezinatiya xêra li sêwiyan ji gundyan re dubare dikir. Dayika me jî hertim tiştên xwarinê û kincên zarûkên xwe dida wan sêwiyan.

Di gelek çîrokên Folklora Kurdî de, jineke din jî ya bavê meriv heye.

Di piraniya çîrokan de bavekî ku du jinên wî hene, jinek miriye û yek sax maye, ji jina mirî qîzek, an qîzek û kurek mane heye. Jina bavê wan zordestî û xirabî li wan zarûkan dike. Ew zarûk pir diêşin û nikarin li pêşberî dêmariya xwe derkevin. Herweha çi tiştê ku jina bav dibêje wan, ew bêgav dimînin ku bi cih bînin.

Ew zarûkên di çîrokê de ku diya wan miriye, eger qîz bin jî, eger kur bin jî, pir delal û rindik in. Lê zarûkên dêmariya wan, ne delal in û gumurokî ne.

Ev çîrokên wisa, hema bêje di hemû devokên kurdî de hene. Mesela çîroka Elik û Fatik, di vî warî de pir balkêş e.

Dema meriv wan çîrokan dixwîne, kezeba meriv ji bo wan zarûkên sêwî dişewite.

Gotineke Pêşiyan weha heye:

”Dema dê bû damarî, bav jî dibe fileyê Kavarî.”

Bi hêviya ku rewşine wisa li welatê me dubare nebin.

Her şad û bextewer bin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev