Ji nimûneyên zargotina me – 274

Ji nimûneyên zargotina me – 274

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema îro me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETA KURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend kilamên xweş raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

  1. EVDALÊ ZEYNÊ

 

Evdal go:

“Qulingê berîyê tê diqîrîne,

Per û baskê ser min evdala xadêda diweşîne,

Qulingo, malxiravo,

Çevê Evdalê Zeynikê korin,

Qanatê te şikestîne,

Kesekê xudan xêr tunîne,

Destê Evdalê Zeynikê bigre,

Bive ser hekîmê wî eceme”.

 

Evdal, kavila gundê Mardê wê zeveşe,

Evdalê Zeynikê ber dîwarê mîr, hakima wê dimeşe,

Kesekê xudan xêr tunîne,

Destê Evdalê Zeynikê bigre

Bive ber ocaxa Şêx Badîne.

 

Evdal kore, rê navîne,

Destê xwe dîwara dipelîne,

Kesekê xudan xêr tunîne

Destê Evdalê Zeynikê bigre,

Bive ser hekîmê bi ûrise.

 

 

  1. ASÊ

 

Asê, zozan ne ma me lê danî,

Lê heyranê, kanî nema, av jê nanî,

Ezê dikim têlî Asê birevînim,

Qewil-qirar nemaye îsal vî zemanî.

 

Asê, Dingnînga şewitî wê hewaye,

Emê herin oda Fetî, ba Rizaye,

Hergê Riza şikyatê min û Asê pirsî,

Ezê bêjim – min qelenê Asê parva daye.

 

-Lo Heseno, navê min Asêye,

Sîng û berê min camînga devê rêye,

Rêveçûna gele meriva lêye.

 

Asa minê xelqê xerîbra hezar zêrê zere,

Hesenîkê xwera arzane, ber avêye.

 

 

* * *

 

Asê, zozana Ahmedê Sedo wê bi sûse,

Zeydo go: “Mîrze, ezê bêjim, tu binvîse:

Ezê dikim Asê birevînim,

Bavêjim nava êla me,

Êla me êleke dereqa dînda bênamûse”.

 

Asê, megirî, melûbîne,

Hêsira ser sûretê sorda mebarîne,

Xadê reme, xaliq kerîme.

 

Asê, bejina min xanimê

Nola fîncana ferfûrî ser taximê,

Kotîyê mêrê min usane,

Ezê – minê nakim berê xwe bidimê.

 

Asê, megirî, melûbîne,

Hêsira ser sûretê sorda mebarîne,

Xadê reme, xaliq kerîme.

 

 

  1. CERCERÎS

 

Cercerîsê wê bi heze,

Xelqê delal tana sol û gora, şara gevez lê dibeze.

Ba lê keto, kê dîye, kê bînaye,

Qîzeke çarde salî têkeve hemêza merîya,

Pê neve sûretê sor bigeze,

Lê mêrada kulê ketî.

 

Cercerîsê berî ave,

Xelqê delal tana sol û gora, şara gevez daye nave,

Ba lê keto, kê dîye, kê bînaye,

Qîzeke çarde salî têkeve hemêza merîya,

Pê neve bînine rayê,

Lê mêrada kulê ketî.

 

Cercerîsê wê bi sîse,

Xelqê delal şivêtî zêra nava kaxezê diçirûse,

Kê dîye, kê bînaye,

Qîzeke çarde salî têkeve hemêza merîya,

Pê neke têr ramûse,

Lê mêrada ba lê ketî.

 

 

 

Darek hewşa mala bavê xelqê delandine,

Binê darê girêye, serê darê hurmêye,

Belgê darê tevda xurmêye,

Rindaya xelqê delal daye bereka Sînekê, çiyayê Qulpê, deşta Rewanê pêda-pêda daye ber xwe.

Şiklê xelqê delal usane,

Şivêta şiklê kaxezê danzde sînota qolê xwe lêdane.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev