Bîranînek bi Abdurrahman Önen re

Bîranînek bi Abdurrahman Önen re

Şemsettin Işıklı

Kek Muhemed Şerîf Cilînî bi zimanekî bedew û bi zanîn çîroka şoreşa Şêx Abdulrehmanê Garisî li ser rûpela xwe nivîsiye. Min bi baldarî xwend. Mala wî ava.

Bi vê munasebetê ez ê bîranîneke xwe ya bi Abdurrahman Önen re parve bikim.

Piştî 2004an bû, min ”Hawar”a Mîr Celadet Bedirxan ji Medya Kitabeviyê bi dest xistibû. Ez pir şa bûbûm. Rojekê Abdurrahman Önen hate mêvaniya min û min jî vê şabûna xwe pê re parve kir. Ew jî pir şabû û dest pê kir rûpel bi rûpel lê nihêrî.

Karekî min hebû min wî bi ”Hawar”ê re tenê hîşt û derketim derve. Piştî qasekê ez vegeriyam hatim, min dît ku Abdurrahman Önen bi ser ”Hawar”ê de digirî û hêstir ji çavên wî dibarin.

Min pirsî û got: -Xêr e, tu wiha xemgîn bûyî?

Mîr Celadet Bedirxan di hejmareke ”Hawar”ê de, şîna Şêx Abdulrehmanê Garisî bi wê qelema xwe ya xurt, bi hestiyarî, bi rêzdarî û bi xemgînî nivîsiye.

Abdurrahman Önen, wê rûpel û gotarê nîşanî min da û ji min xwest ku bixwînim. Pîştî ku min xwend ji min re got: -Tu zanî, min navê xwe ji Şêx hilaniye. Ji bo bibîranîna Şêx navê min danîne ”Abdurrahman”.

Çîroka wê jî got, lê mixabin, min detaya wê ji bîr kiriye.

Li ser vê min careke din jî xwend û em bi hev re giriyan.

Dê giyanên wan her du Abdurrahmanan jî bi Kurdistaneke Serbixwe şad bibin.

 

Di wêne da: Selahattin Bulut û Abdurrahman Önen li Stembolê (2008)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev