Pêşesaziya Rûnê Kurdî

Pêşesaziya Rûnê Kurdî

Muhemed Şerîf Cilînî

 

Kurd li seranserê erdnîgariya Kurdistanê navdar in, bi amadekirina Mast, Nivîşk, Rûn û Penîr ji şîrê Mîhan, Bizinan, Çêlek û Gamêşan weke pêşesaziyek e gelêrî û kelepûrî, nemaze ji aliyê Koçerên xwediyên keriyên mezin ji Pez û Bizinan, hem jî gundiyên Kurd ên di malan de Çêlek û Gamêşan xwedî dikin.

 

Li jêr ve pêngavên amadekirina koçerên kurd Rûnê Kurmancî ji şîrê Pez: 

1- Dotina şîrê ji Mîhan û Bizinan, di danê êvarê de, şîrê dotî tê komkirin di dîzikan an beroşên mezin de û tê rawestan û dawervandinê bo demekê, paş re tê parzûnkirin bi cawê parzûnê yê ji pembo an bi parzûneke ji têlên polayê pir hûr, Şîrê parzûnkirî tê kelandin bi nermayî heya bitewire, tevlî tevdaneke nerm ji bo neyê şewitandin an kuzurandin û binê dîzikê negire (li gor pila germiyê li derdora 80-85 pilan).

 

2- Sarkirana Şîrê kelandî heya asta ko Şîr nîvgermî be (li der dora pila 39-43an).

 

3- Amadekirina Mast: pêk dibe bi tevlî kirina heyvan bi şîrê nîvgermî re, ji bo bimeye û bibe mast, di demên kevin de heyvanê meyandinê ji mastê pir tirş bû. Hinek paş heyvankirinê ew dîzik tê nixumandin, ji bo parstina germiyê û Şîrê germ bibe mast di bin bandora Heyvanê tirş de.

 

4- Wergirtina Nivîşk ji Mast:

Tevlîkirina mastê meyandî bi avê, ser bi ser re, ji bo bi hêsanî Nivîşk bête vebrajitin ji mast di dema kelandinê de û bi serkeve di meşkê de. Meşk kuneke ji çermê Bizina çê dibe, bi darên sêpiyê ve tê daleqandin di riya werîsekî, du destikên dar yên meşkê hene, ji bo jina killevan pê bigre û meşkê bikillîne. Di van demên paşîn de, Nivîşk tê vebrajtin ji şîr an mast, di bin bandora hêzavêja navendî, di verêjkerek bi destan an bi motorê Kareva tê gerandin, (bi Ȋnglîzî: central centerfuge force û bi Erebî القوة الطاردة المركزية ).

 

5- Veguhertina Nivîşk bo Rûnê Kurmancî:

Nivîşkê hevgirtî yê hatiye veqetandî ji mast di mêşkê an di vebrêjkerê de, di dîzikek din de tevlî piçek xwê, tê germkirin heya ruhin dibe, paş re tê kelandin bi hinek Savar an Arvan re, ji bo rewatî (ava mayî) û bermayê mast yê mayî di Nivîşk de, bi savar an arvan bê vexwarin an mêtin, germkirin û kelandin bi dawî dibe, dema bihna Rûn belav dibe û hem jî zelal dibe, wê demê hinekî tê sarkirin û paş sarkirinê ve, tê parzûnkirin ji bo veqetandina savarê an arvan.

 

6- Rûnê parzûnkirî tê dagirtin di Hîzên çêkirî ji çerm, hundirê hîz tê werdan bi dimsê re, ji bo Rûn ji Hîz bihna çerm venegire, an di kûpên qafikî de.

Hêjayî gotinê ye ku rengê Nivîşk û Rûnê wergirtî ji şîr an mastê dewaran (çêlekan – gamêşan) zertire ji rengê yê wergirtî ji şîr an mastê pez.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev