ZELALIYEK LI SER HIN ŞAŞIYÊN MÊJÛYÎ

ZELALIYEK LI SER HIN ŞAŞIYÊN MÊJÛYÎ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner 

Bêguman hetanî dawiya Sedsala Bîstî jî, Mêjûya Kurdan ji aliyê biyaniyan ve dihate nivîsandin. Ew biyanî jî, dema destpêka lêkolîna xwe, agahdariya pêşî ji Enqere, Bexdad û Tehranê werdigirtin. Ew kesên ku agahdarî dane wan biyaniyan jî, bi piranî nijadperest bûne.

Ji vê jî zêdetir hin nijadperestên Tirk, li welatên Ewrûpayê navê xwe diguhartin û pirtûk li dijê Kurdan dinivisandin, piştre jî wan pirtûkan wek belge nîşan didin. 

Zelaliya ku ez ê bikim, li ser çar xalan e:

1) KAWA û DEHAK.

2) NEWROZ.

3) ŞÊXÊ SENANÎ.

4) MEMÊ ALAN.

 

Ev babet ji ber ku wê dirêj bibe û li virê hilnayê, ez ê kurt binivîsim lê di pêş de bi berfirehî biweşînim:

. Mesela ku KAWAyê Hesinker Dehakê xwînxwur kuştiye û Kurdan rizgar kiriye, ne rast e. Lê dibe ku kurdê bi navê KAWA hebûye û karê hesin kiriye. Lewra KAWA navê waliyên Împeretoriya MADê bûye. Çewa ku îro bi erebî dibêjin WALÎ, bi tirkî dibêjin VALÎ û bi kurdî dibêjin PARÊZER, ji parêzerên Împeretoriyê re jî KAWA digotin.

. Têkiliya agirê NEWROZê û KAWAyê hesinker bi hev re tune. Rastiya wê ev e: Dema Împeretoriya MADê axa xwe ji binê desthelatiya ASÛRê derxistiye, Cejna Newrozê diyar kirine.

. Têkiliya ŞÊXÊ SENAN bi Yemen û bajarê Sen´ayê re tune. Ew Şêx Senan ê ku bûbû evîndarê keça keşeyê Ermenî, Şêx Ebdulqadirê Gêlanî bi xwe bû û navê wî jî ji bajarê SINEya (Senendaj) ku niha li Rojhilata Kurdistanê ye hatibû wergirtin.

. MEMÊ ALAN ê ku dibêjin ji bajarê Mexribê hatiye jî, ji rastiyê dûr e. Ji xwe wa ye navê eşîra wî ku ALÎ ye li serê ye, dibêjin Memê Alan. Mem bi eslê xwe Mukrî ye û ji ber Gola Ormiyê hatiye Cizîra Botanê. Îcar ji bo rastiyê wenda bikin, dibêjin Muxrî ango Mexrib.

Gelek rastiyên weha hene û xwestine ku wenda bikin, mînak: Ji bo Mewlana Xalidê Şarezorî jî, dibêjin XALIK EL BEXDADÎ. Min ev rastî, di sempozyoma zanîngeha Hekariyê de eşkere kir. 

Li bajarê Bursayê navê Mizgefta DADÊ ku ew dayîna siltanekî Osmanî bû, nav guhertine û kirine Dada Camîsî.

Bi hêviya lêkolînên berfireh, her şad û bextewer bin… 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev