Ji nimûneyên zargotina me – 275

Ji nimûneyên zargotina me – 275

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema îro me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETA KURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend kilamên xweş raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

  1. EZÊ SÊVIM

Ezê sêvim, sêva terim,

Qerefîla keskim, dor bi perim,

Ezê gulim, gula nava baxa,

Hêşîn dikim ber xircîtê herdu taxa,

Na welle ezê destê keleş lawikê xwe bigrim,

Bivim Sarîbilaxê nava baxa.

Wekî rojê sê cara çevê min çevê keleş lawikê min nekeve,

Qam-qanatê çokê min tunîne pê bigerim.

 

* * *

Lawikê min çû, îdî nayê,

Weyla min tenîya Mûşê rû dayê,

Lawikê minî, lawikê minî.

Lawikê min çû derengî bû,

Welatê xerîbîyê gerîya, alincî bû,

Heya lawikê min ji welatê xerîbîyê vegerîya,

Felqa porê min reş bû, yek sipî bû.

Lawikê min xeyîdî ji bav û birê,

Daye ser rênga vê oxirê,

Lawiko qurba, tu qasekê were bin sînga vê çadirê,

Lawikê minî, lawikê minî.

 

Lawiko qurba, hergê diçî, min bibe ji xwera,

Ezê şîvê biçinim ji cenûya tera,

Hergê xelqê kurê xwe kuşt, mala xwe xiarv kir,

Bê – keweke gozele min qorix kirîye ji nevsa canê xwera,

Lawikê minî, lawikê minî.

 

Lawiko, tu megere hîverona,

Tu keremke nav bostanê van xîyara, van kundira,

Lawikê minî, lawikê minî.

 

Lawiko qurba, tu megere şevereşa,

Tu keremke nav bostanê van xîyara, van zeveşa,

Lawikê minî, lawikê minî.

 

  1. DILÊ MIN

Dilê min xarda, ha di xarda,

Mîna sazekî sazbenda jorda bîne ji derda,

Xadê bike mirazê mirazxaza,

Xadê mirazê min jî li te bike şevek şevê paîza,

Rojek ji rojê bihara ji biharda.

 

Domam, çevê te çevê mîya,

Reşgulîyê te usanin, mîna şirîtê dor gemîya.

Heyfa min tê wê heyfê, kale bavê min pîre,

Dayka min ez dame ser sêwîya.

 

Domam, çevê te çevê usanin, mîna qaza,

Reşbirûyê te usanin, mîna şirîtê dora saza,

Herçê qumsîtîya min û te kir,

Bira destê wana neghîje tu miraza.

 

  1. LÊ CANÊ

Lê canê, lê canê,

Li min barî berfa şile,

Girtî gaz û bêlana kambax – mil bi mile,

Were tuyê pêşa orxanê hilîn, bikev bin cilê,

Belkî bibûya ramûsanê min û te bi eşq û dile.

 

Were Xata min, oy, oy, oy!

Lê canê, li min barî berfa pir şepeye,

Ramûsanê qîz û bûkê di gundada rastgeleye.

 

Were Xata min, oy, oy, oy.!

Lê canê, navê zozanê gundê me pir blinde,

Kanî li berda,

Xazîka min ji xêra ji xadêra,

Bila devkê min biketa nava cotê memikê teda,

Bila kopek mêrê te te bikuşta, min bida serda.

 

  1. QEMERÊ, EZ DELALIM

Qemerê, ez delalî, tu delalî,

Minê qemera xwe bijartîye

Nava êla Sîpika, hezar û hevsid malî,

Qaşa kemera qemera min şikestîye,

Zer xizêma wê unda bûye,

Ezê rabûm çûm kavila Wanê,

Bîca destê xwe kirîye cêva min,

Pamoşnîkê min birîye,

Ezê zivirîm hatim cem qemera xwe,

Sêfîl halê min deyndarî.

Foto: Nura Şane

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev