Pirsa we û bersiva me – 220

Pirsa we û bersiva me – 220

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 26

1.

Pirsa diduyan nayê pirsîn

Mamoste ji xwendekaran re got:

-Ezê ji we tiştek bipirsim. Kî pirsa yekem bizanibe, ezê pirsa diduyan jê nepirsim.

Paşê berê xwe da Silo û jê pirsî:

– Silo, ka ji min re bêje; ‘çend pûrtikên elokê hene?’

Silo fikirî û go:

– 9567 heb pûrtikên elokê hene.

Mamoste şaş ma û pirsî:

-Tu viya ji ku dizanî?

Silo:

-Mamoste, ka kê pirsa yekem bizaniba, we pirsa diduyan jê nedipirsî?!…

 

2.

Memûrekî hêj nû dest bi kar kiribû. Lê ne kursiyek wî hebû, ne jî masa wî.

Bi hêrs dest avêt telefonê û hema hejmarek bada. Ê hember ku bersiv da, vî mirovî devê xwe vekir û çavê xwe girt. Gellek gotinên giran ji mirovê hember xwe ra got. Mirovê hember jî hêrs bû jê re got:

-Tu zanî niha bi kê ra diaxivî, yan na?

-Memûr got:

-Na, tu kî yî?

-Ez mudirê vira me.

Îcar memûr pirsî, got:

-Tû zanî ez kî me, yan na?

Mudir got:

-Na, ez nizanim.

Memûr bêhneke rihet girt û got:

-Ox! Elhemdulîllah, spas ji Xwedê ra…

 

3.

Kesekî Torî ji melayê gundê xwe dipirsê;

-Seyda tu bi tirkî dizane?

– Belê

-Tu bi erebî jî dizane?

– Belê

-Tu bi farisî jî dizane?

– Belê

-Û tu bi Kurdî jî diştexile!

– Belê

-Eeewww, tu çi berazî.

 

4.

Adolf Hîtler diçe gel jinikek ku li falan dinihêre û jê dipirse:

-Ezê kengî bimirim?

Jinik dibêje: Hûn ê di betlaneyek Cihûyan de bimirin!

Hîtler meraq dike: Kîjan betlaneyê?

Jinik: Hûn kîjan rojê bimirin, wê rojê wê bibe betlaneyek Cihûyan!…

 

5.

Jinik ji mêrê xwe dipirse: Gava ku ez mirim, tê carek din bizewice?

Mêrik: Belê, ezê bizewicim.

Jinik piçek bi xemgînî: Lê tê destûr nede ku ew li nav nivînên min razê?

Mêrik: Mixabin, ewê raze.

Jinik pir xemgînî dîse dipirse: Tê destûrê bidî ku ew cilên min li xwe bike?

Mêrik: Mixabin, ewê cilên te jî li xwe bike.

Jinik: Tê destûrê bide ku ew kaşoyê golfê yên min bi kar bîne?

Mêrik: Nexêr.

Jinik bi dilgeşî dibêje: Sedema wê tu kare bêje?

Mêrik: Ew çep e, nikare destê xwe yê rastê bi kar bîne.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev