”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 60

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 60

Malpera me bi rêzenivîseke taybet çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî berdewam dike, ku wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” ne, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”Di pêşengîyê da”. Em îro beşa wê a sisîyan, ango a dawî çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

N. D. Plotnîkov, A. A. Marînîn

Di pêşengîyê da – 3

 

Leşkerên kurdan yên taybet bi awayekî profesyonalî karê xwe dimeşînin. Ji bo nimûne, di sibata sala 2016an da wana li rex Mûsilê opêrasyoneke taybet pêk anîn. Bi hîvîkirina hukumeta Swed ji hêzên taybet ra li hev hat keça swedî ya 16 salî Merelin Nevalaynen ji dest terorîstên DAÎŞê (7) derxin, ku wana ew bi xapandinê biribûn cem xwe.

 

Lê çek û têknîka nûjen têrê nakin, pêşmerge hewcê zêdekirina wan in. Lema jî windakirin ewqas zêde ne. Ji tebaxa sala 2014an heta sibata sala 2016an 1603 şervan hatine kuştin.

 

Qumandarên kurdan tu caran xwe piş leşkerên xwe venaşêrin. Ewana herdem di şerê herî giran da jî rêberîya pêşmergeyan dikin, di pêşîya wan da diçin. Gelek zabit bi mêrxasî ji nav me çûn, bûn şehîd, û di vê gotinê da fikireke nêgatîv tune, ku zêde terorsît wê gotinê bi kar tînin. Di şerê bo rizgarkirina Kerkukê di sala 2015an da du general şehîd ketin, Huseyn Mansur û Xêrko Hiwanî, ew di nava şervanên sade da xwedî qedir û hurmeteke mezin bûn. Hema wê salê, lir ex Mûsilê general Herbo Ahmed şehîd bû. Qumandarê parleşkerê dijî terorê li parêzgeha Dihokê Şêx Ahmed, ku li rex bajarê Zumarê serokatî li pêşmergeyan dikir, jîyana xwe kire bin xeterê, erebeya xwe ya zirîkirî ajote ser erebeyeke bi teqemenîyan va dagirtî, ku yekî xwekuj diajot. Wê erebê berê xwe dabû ser pozîsyonên pêşmergeyan. Şêx Ahmed bo parastina hevalên xwe yên şervanîyê, derba xedar hilda ser xwe. Ew çend rojan şûnda li nexweşxaneyê ji birînên xedar wefat bû.

 

Di nava wan kesan da, ku bi serbilindî di şerê dijî DAÎŞê da şehîd bûn, pêşmergeyên salmezin jî hebûn, yên ku ji welatên têr û tijî – Awropayê û DAY hatibûn welatê kal û bavan. Sebrî Bamernî 51 salî bû. Ew dema 16 salî bû, kete nava refên pêşmergeyan, heta şerê dijî Seddam Huseyn jî kirîye, çend caran birîndar bûbû. Dû ra çû li Almanîyayê bi cîh bû. Di tebaxa sala 2014an da terorîstan bajarê Şengalê zevt kirin. Li wir piranî êzdî diman, cîhadîstan gelekan darda kirin, kuştin, herwiha jinan, kal û pîran, zaran jî. Û wê demê Sebrî Bamernî biryar kir, ku lazime vegere welêt. Ew di şerê li rex bendava Mûsilê şehîd ket. Wî mêrxasî li gundê ber dilê wî ezîz da binax kirin.

 

——————

(serdazêdekrineke wêjeyî)

 

Dana Abas berî rojekê, ku bikeve nava şerê dijî cîhadîstên ji DAÎŞê (9) li başûrê parêzgeha Mûsilê, keça wî biribûn ser doxtor û gotibûn, gerekê emelîyeteke şîrûrgî a dijwar bikin. Dana soz dabû xanima xwe, ku wê ji sedî sed bê nexweşxaneyê. Lê êdî nikaribû: Êrîşên êkstrêmîstan, ku destpê bûbûn, ne hîştin. Şerê bi qetil nîv salî kişand. Di şerekî giran da şeva 29ê kanunê sala 2015an Dana şehîd ket. Bi wî ra tevayî bi dehan şervanên pêşmerge jî şehîd bûn. Û cenazeyê hemûyan dîtin û teslîmî axê kirin, lê cenazeyê Dana heta îro jî nehatîye dîtin.

 

Dana Abas serhevdu 26 salî bû. Ew li gundê Bina ji diya xwe bûye, ku dikeve navçeya Şiwanê. Ew sala 2006an bi rezadilî kete nava refên pêşmergeyan. Heta salekê piştî mirina mêrê xwe jî – xanima Dana – Şîrîn di xwe da taqet ne dît ji zaran ra bêje, ku bavê we êdî tune. Keça wan hertim dipirsî bavo li ku ye, ew li bendê ye, ewê kengê vegere. Şîrîn bi xwe carina hejmara têlêfona mobîlê ya mêrê xwe berev dike, bi hêvî ye, ku dibe şehîd nebûye, belkî dîl hatîye girtin, dibe bersîva zengilê têlêfona min bide.

 

Dana berî ku berê xwe bide pêşenîyê, hîvî ji xanima xwe Şîrînê kir wêneyê wî bi zaran ra bikişîne. Got, ku eger venegere mal, bira qe na fotografê wî bimîne, ku wê zaro bi wê bavê xwe bîr bînin.

 

Goran, ku kurapê Dana ye û hevalê wî yê herî nêzîk e, behsa wî şerî kir, ku Dana li wir şehîd ketibû. Çeteyên DAÎŞê (10) nîvê şevê êrîş kirin, wana di şevereşê û dûmanê da xwe veşartibûn, bêy ku em texmîn bikin. Terorîstan bombe avîtine warê ku pêşmerge lê bûn, dû ra êrîşî tabîyên me kirin. Şerekî giran derkete holê, pêşmerge mecbûr man paşda vekişin. Hema bêje hemû jî birîndar bûbûn.

 

Lê dema windakirîyên xwe hesab kirin, texmîn kirin ku çar pêşmerge tunene, di nav wan da herwiha qumandarê parleşkerîyê Dana. Biryar kirin bi êrîşê derba xedar bigihînine dijmin, bona hevalên xwe bigerin, bibînin. Di dema êrîşê da şervanekî pêşmerge jî şehîd ket – Neşat. Ji pêşmergeyan ra li hev hat cenazê qumandar bibînin û du birîndaran jî xilaz bikin. Goran bi hevalekî xwe ra tevayî berdewam li Dana digerîyan. Hema wê demê çeteyan ji nişkêva gullebaran kirin, Goran birîndar bû. Terorîstan careke din tabîyên me zevt kirin, lê di nava dûmanê da bi awayekî ecêb Goran texmîn nekirin, wana digot qey çewalekî bi xîzê va dagirtî ye û ew ne kuştin. Donzdeh sietan ew li wir birîndar raketibû, xwîn jê diçû. Lê qumandarî êdî elamî dê û bavê Goran kiribûn, ku ew şehîd ketîye û lazim e goristanê hazir bikin. Lê rojtira dinê pêşmergeyan ew war rizgar kirin, Goran sax dîtin. Termê Dana wisa jî nikaribûn bidîtana, xuya ye Daîşîyan termê wî biribûn: kesekî ji terorîstan ji bavê Dana ra têlêfon kir û got, ku termê kurê wî cem wan e.

 

Şîrîn dibêje, ku roja ku Dana çû leşkerîya xwe bike, tu tişt bi xwe ra ne bir, heta gustîlka xwe a nîşanîyê li malê ser bizmarekî va kir. Ji wê rojê heta îro ew wisa li wir e, Şîrîn cesaret nake destê xwe bide wê. Şîrîn wê bi tenê zarokên xwe perwerdeh bike. Bi gotina wê, ewê wana hîn bike, ku çawa ji welatê xwe – Kurdistanê hez bikin. Lê dema zaro mezin bin, ewê ji wan ra behsa wê yekê bike, ka çawa bavê wan jîyana xwe da bo rizgarîya welêt.

 

(dawîya serdazêdekirina wêjeyî)

———————

 

Gelek nimûneyên wisa hene, ku çawa şervanên pêşmerge, ku di şer da birîndar bûne û bizîşkan qedexe kiribûn vegerine nava artêşê, dîsa jî vegerîyane. Ji bo nimûne, Faxirê ku axa welêt ji bi sedan bombeyan paqij kirîye, ji teqîna bombeyekê lingê wî yê rastê hate birrîn. Lê îslamîstan êrîşeke nû anîne ser pêşmergeyan û Faxir careke din çû kete nava agirê şêr. Wek ku wî ji hevalên xwe ra digot, dema welat di nava xeterê da ne, ew şerm dike li malê rûnê. Ne axir ew hela dikare kêr bê, sere wî heye, du destên wî û lingekî wî hene. Bi gotina Faxir, bona wî tiştê herî xirab tenê ew e, ku di nav cîyan da bimire an jî bêy ku hişê wî bê sere wî, dîl bikeve, ango hêsîr bê girtin. Faxir gihîşte mirazê xwe, careke din kete nava refên pêşmergeyan. Bi du birazîyên xwe ra tevayî çû sipartineke leşkerî pêk bîne, lê mixabin, bombeyek teqîya û hersêk jî jîyana xwe ji dest dan.

 

Terorîst gelek caran bombe datînin bin malan û ser riyan, pir caran aletên teqandinê yên bi destan çêkirî bi kar tînin. Ewên bi destan têne çêkirin, zehmet e wana dîyar bikin. Pêşmergeyên ji teqandina bombeyan şehîd dibin, ji 70% zêdetir ji bombeyên bi destan çêkirî jîyana xwe dest didin. Di rastîyê da, ew di nava bombeyan da şerê xwe dikin. Çete bombe li her deran bi cîh dikin: di nava têknîka kêrnehatî da, di bin cenazeyê şehîdan da. Kesên lêgerînên bombeyan dikin, her buhusteke axa rizgarkirî bi ciddî mêze dikin, pir caran karê xwe bi destan dikin. Ewana her ro bi sedan bombeyên bi fesadî veşartî dibînin û bê ziyan dikin, ewana bêy roja rehetîyê û di bin agirê gulleyên çeteyên neyarê gelê me karê xwe dimeşînin.

 

Hêzên pêşmergeyên kurd yên parastina axa welêt wî karê xwe li ser axa bi dirêjaya 1500 kîlomêtran dikin.

 

Êzdîyan jî desteyên xwe yên şervanîyê çêkirin, gorî çend malûmatîyan, jimara wan digihîje heft hezar pêncsed kesî. Ewana demeke dirêj, di nava salekê da li Akademîya leşkerî ya Kurdistana Îraqê, ku li bajarê Zaxoyê ye, fêrî taybetmendîyên şêr bûn. Ji ber ku li ser kincên xwendkarên Akademiyê wêneyê şêr hatine nitirandin, wê Akadêmîyê bi nav dikin wek ”Akadêmîya şêran”. Êzdî leşkerîya xwe li Şengalê dikin, ji ber ku gelek kesên ji dînê wan li wir dijîn.

 

Çend brîgadên pêşmergeyan yên Kurdistana Îraqê sala 2014an hatine hewara birayên xwe yên li Sûrîyê, dema wana bo rizgarkirina bajarê Kobanîyê şerekî giran dijî çeteyan dikirin. Hatina wan di şer da roleke gelek giring û biryardar list, ji ber ku pêşmergeyan bi xwe ra çekên giran anîbûn. Niştecîyên kurd yên Sûrîyê li ser tevaya riya ku têknîka leşkerî ji Kurdistana Îraqê derketibû û berê xwe dabû Sûrîyê, pêşwazîyeke bêhempa nîşan didan. Binecîyan alaya Kurdistanê – bi rengên sor-sipî-kesk, Roya zer di ortê da – girtibûn destê xwe

 

 

– – – –

Desteyên pêşmergeyan bi aktîvî tevî rizgarkirina herêma Nînovayê ji destê cîhadîstan û azadkirina paytextê wê Mûsilê ji çeteyên Daîşê (11) bûn.

 

 

– – – –

Ew bajar bi mezinaya xwe va li Îraqê piştî Bexdayê bajarê duduyan e, dijmin ew kiribû wek keleheke zexm. Di dema cara duduyan êrîşî Mûsilê kirin, ango dema şerê li kolanan, gava li her deran xwîn diherikî, bi lihevkirina bi desthilata merkezî ra, desteyên pêşmergeyan tevî şer nebûn. Lê wana dor li Mûsilê girtibûn, ango bajar dorpêç kiribûn, rê ne didan, ku çek û cebirxane bigihînine dijmin û desteyên xwe ji warên zevtkirî derdixistin, li rex bajêr şerê wan Daîşîyan dikirin, ku hewil didan ji piştê va li artêşa Îraqê xin, li ser axa Kurdistanê bi xwe pêşî li planên cîhadîstan digirtin, planên wan tevlihev dikirin.

 

Qedirê şervanên pêşmerge hertim jî di nava gelê kurd da bilind bûye. Pêşmergeyîtî ji bo her kesî şeref e. Şerê bi dehan salan yê bo azadîyê û serxwebûnê wisa kirin, ku hemû kurd bûn şervanên wisa, ku tu astengan ber xwe nabînin. Ewana bi rêyeke dirj ra derbaz bûn; ji desteyên partîzanîyê yên ji hev qetîyayî heta artêşa profesyonal, ji taktîka êrîşkirinê ya xirab organîzekirî heta opêrasyonên, ku bi hemû qanûnên zanyarîya leşkerî ya nûjen va têne pêkanînê.

 

Bona şervanên kurd tu caran femdarîya ev sipartin nikare pêk bê tunebûye û tune. Niha ruhê wan yê moralîyê-şervanîyê ji her deman bilindtir e. Wana bi awayekî berk sond xwerine, ku wan kesan ji axa kurdan raqetînin, ku bi alayên reş, bi gotinên derew ku ji Allah hez dikin, di nava van salên dawî da li her deran mirin û zulm bela dikin.

 

ÇAVKANÎ

1) Derheqa êzdîyan da bi hûrgilî di Beşa ”Dîn û bawermendî” da bixwînin.

2–11) ”Dewleta Îslamî” (DÎ, navê wî yê din DAÎŞ e) — rêxistinek e, ku li Rûsîyayê qedexekirî ye.

(dawî) 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev