NEXŞÊN LI GIYAN • DILAWER ZERAQ

NEXŞÊN LI GIYAN • DILAWER ZERAQ

Hinek kurd hene, ku bi du alîyan va gelê me serbilind dikin.

Yek bi wêjeya xwe ya ser dereceya bilind va,

yek jî bi wê va, ku xetên ber qelema wî/wê derdikvin, li welêt dixuliqin.

Yek ji wan kesan birêz Dilawer Zeraq e.

Fermo, berhema wî a nû, bikirin, bixwînin û bidin xwendin.

LÎS qîmetê dide serbilindîyên me

Dilawer Zeraq, bi romana Nexşên Li Giyan, sêyemîn xeleka Sêyîneya Winda temam dike. Zeraq, di romana yekem a sêyîneyê de (Şevên Winda Wêneyên Meçhûl), em bi êşa ku di can û dilê hevserên windayan de çêbûye, di romana duyem a sêyîneyê de (Mirina Bêsî), em bi êşa ku di can û dilê hezkiriyên windayan de çêbûye, dabûn hisandin.

Di romana Nexşên Li Giyan de jî, me bi êş û jana ku di dil û can û giyanê dayikên windayan de çêbûye, dide hisandin.

Û bi tevî van jî, bi biwêdekirina heyîniya ku bes bi fizîkî û laşî tê qebûlkirin, bala me dibe ser giyanên ku “hebûniyeke dîtir ava kirine” û nexşên xwe li ser xakê çêkirine.

Û em piştî xwendina vê romanê, careke dî têgihên sedem û awayên “hebûn” û “tunebûn” û “windabûnê” didin ber pirsyaran…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev