Li Zanîngeha Mêrdînê beşa doktoraya Kurdî tê vekirin

Li Zanîngeha Mêrdînê beşa doktoraya Kurdî tê vekirin

Mizgînîya xêrê

Li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ku beşa Ziman û Edebiyata Kurdî lê hatiye vekirin, xwendina doktorayê dest pê dike. Saziya Xwendina Bilind a Tirkiyê li ser daxwaza mamosteyan biryar daye ku xwendekar dikarin doktorayê li vê zanîngehê bixwînin.

Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê ji sala 2011ê ve beşa Ziman û Edebiyata Kurdî lê hatiye vekirin. Yekem mamosteyên zimanê Kurdî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji vê zanîngehê derçûne. Niha ev zanîngeh bêhtir bûye cihê kelecana xwendekarên zimanê Kurdî û akademiya Kurdî.

Herî dawî Saziya Xwendina Bilind a Tirkiyê li ser daxwaza mamosteyan biryar daye ku xwendekar dikarin doktorayê li vê zanîngehê bixwînin.

Mamosteyê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî, Abdurahman Adak derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got “Ev biryar dê derfetên baştir li pêşiya zimanê Kurdî û akademiya Kurdî veke.”

Di demekê ku niha tenê li zanîngehên Amed û Çewligê yên Bakurê Kurdistanê xwendina doktoraya bi Kurdî heye, bi vê biryarê zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê dibe derfeta sêyem bo xwendekar û akademîsyenên zimanê Kurdî.

Xwendekar dê bikarin hem bi zaravayê Kurmancî hem jî bi zaravêyê Zazakî yê Kurdî li vê zanîngehê doktorayê bixwînîn.

Ev biryar bi taybet bûye cihê kêfxweşiya xwendekarên mastera Kurdî û hêviyên wan geştir kiriye.

Niha hejmara xwendekarên ku bo doktoraya Kurdî li vê zanîngehê bên wergirtin nediyar e û dê ew hejmar di navbera mehên Temûz û Tebaxê de yekalî bibe. Lê li gor zanyariyên ku Rûdawê ji Zanîngeha Artukluyê bidestxistine, hejmara wan herî kêm 10 kes in û eger heye piştî gotûbêjên di navbera mamosteyên zanîngehê de ew hejmar bi 15 kesan va jî bê zêdekirin.

Li gor heman zanyariyan dê herî kêm 3 xwendekarên derveyî welat jî bikarin li vê zanîngehê doktoraya Kurdî bixwînin.

Çavkan: Rûdaw û http://www.rupelanu.com/

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev