Serpêhatiya welatparêzekî kurd ji eşîra Sûrgîçiyan

Serpêhatiya welatparêzekî kurd ji eşîra Sûrgîçiyan

Konê REŞ

Eşîra Sûrgîçiyan ji eşîrên ku dikeve li bakurî bajarê Mêrdînê û gelek gundên wê hene wek: Cilînê, Ewîna, Tizyanê, Şivistanê, Berniştê, Dêrgûzê, Dêrdûkê Barmanê, Şatihê, Elfanê, Baxistanê, Şorşibê, Qerhêta, Zonê, Şûtê, Qewsanê, Bafawa, Qirdîlekê, Quzêrîbê, Dêrîşê, Cirzê, Qoşê, Keferdilê, Baqeysê, Êdo, Kûra Helalê, Kûra Heramê, Kunifirê, Dengiza, Bîrkê (A mala Hezo), Xerab Reşê, Binama, Gundik Hecî Ehmed Axa….

Welatparêzê me Emo Mohemed Şerîfê Cilînî ye, navê dayika wî Edla ye, ew di sala 1894’an de li gundê Cilînê hatiye dinyê. Zaroktî, naşîtî û xortaniya xwe li gund di nav civaka kurdî ya orjînal de derbas kiriye. Di sala 1934’an de ji ber berberiya eşîrê xwînî dibe, xwe li Binxetê, li gundê Erebkendê nêzîkî Amûdê digre û lê cîwar dibe.

Di destpêkê de pîş bi qaçaxî û rêberiya kerwanên qaçaxçiyan di navbera Serxet û Binxetê de dike û pêre jî pêwendiyên wî bi malbata Cemîl Paşa Diyarbekirî re xweş dibin û dibe cihê baweriya wan. Û dibe wek posta pêwendiyan di navbera malbata Cemîl Paşa de, Qedrî Beg û Ekrem Begê, Mihemed Begê Cemîl Paşa de li Binxetê gundê Talikê û Ehmed Begê Cemîl Paşa li Diyarbekirê.

Di sala 1937’an de digel Şêxo Koro Ji eşîra Sûrgiçiyan, ew jî beşdariyê di serhildana Amûdê de dikin û bi Seîd Axayê Deqorî û hevalên wî re koçberî Çiyayê Şengalê dibin û şeş mehan lê dimînin. Di salên 1937-1938’an de li Şamê li ber destê Mîr Celadet Bedirxan û Oaman Sebrî fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî bi tîpên latînî dibe û di bin çavdêriya wî re serpêhatiyên welatê xwe di kovara Hawar û Ronahî de bi nasnavên cuda belav dike.

Pişt re dostaniya wî bi welatparêzên kurdan re çêdibe wek: Hecî Dewrêş, Silêman û Hisên Hec Dewrêş, Malbata Mela, Hecî Husên Biro – Bavê Hemîd Sîno, Kenan Egîd Axa, Dehamê Mîro, Hessen, Ekrem û Mihemed Şerîfê Haco, , Hecî Yusif Mîrza, Arif Beg Abass, Miftî Mela Ehmed Zivingî, Xelîlê Îbrahîm Paşê, Şahîn Beg Berazî, Hirço Berazî, Dr. Nûrî Dersimî, malbata Şêx Îsmaîl Zade, Reşîd Hemo, Mihmed Elî Xoce, mamoste Heyder Hemdî, Mihemed Şêxo Meydanî, Ehmed Baravî, Alî Axa Zilfo. Û ji rewşenbîr û serkêşên bizavê ku ji demek dûr û dirêj ve naskirin û pêwendiyên wî bi wan re nehat birîn ta mirinê. Mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan, malbata Cemîl Paşa, Mela Hesen kurd, Mela Hessen Hişyar, Cîgerxwîn, Qedrî Can, Osman Sebrî, Dr. Ehmed Nafiz, Dr. Nûredîn Zaza, Dr. Nûrî Dêrsimî, Abdirehman Alîyê Eliyê Ûnis, Ebdê Têlo, Reşîdê Kurd û malbata Şiwêş li Amûdê.

Du caran Mîr Celadet Bedirxan û kurdnasê Fransizî Roger Lescot lê dibin mêvan. Pirsa gotin û wêjeya kurmancî ya devikî li herema Mêrdîn û Amedê jê dikin. Ew texsîr nake.

Paşê li ser daxwaza Qedrî Beg Cemîl Paşa li gundê Talikê cîwar dibe. Piştî ku bajarokê Derbasiyê ava dibe, ew di sala 1945’an de mala xwe bardike Derbasiyê û dibe yek ji dewlemendên bajêr û qet xwe ji alîkariya madî û menewî wek kurdekî bawermend nede alî.

Li Derbasiyê li ber destê Şêx Mehmûd Qereqoyê – Bavê Şêx Mihemed Îssa fêrî xwendina Quranê û nivîsandina bi zimanê erebî dibe, dikanek bazirganiya caw vedike, dûrê karê qaçaxê dibe û diçe Hecê.

Di sala 1985’an de mala xwe ji Derbasiyê bardike Helebê da ku nêzîkî neviyên xwe be û çav dêrî wan be û her dem ji kurê xwe Mohemed Şerîf re dibêje: “Kurê min! Xela mêran li me hatiye, bela zarokên te pir bin ji bo rojekê xebatê di ber welatê xwe de bikin. Wan bide xwendin, bi mal û peran mijûl ne be, bi xwendina wan mijûl bibe, riya azadiya welat di xwendin û zanînê re derbas dibe.”

Her dem ji kurê xwe Mohemed Şerîf re digot: “Ez ê bi kesera serxwebûn û azadiya Kurdistanê bimirim.. Ez ji çiyayên Kurdistanê koçberî Binxetê û Helebê bûme, dema ez bimirim min vegerîne Çiyayê Kurdistanê, min li Efrînê veşêre. Û divê tu û zarokên te ji rêbaza Barzaniyê nemir dernekevin…”

Ew di roja 6/1/1991’an de çû ber dilovaniya Xwedê. Wek ku divîbû kurê wî wesyeta wî bicî anî, ew di ziyaretgeha Şêx Henan li Efrînê veşart.

Kurek û du keç li pey mane. Kurê wî Mohemed Şerîf 1946 endezyar e, jiyana xwe bi malbatî li Elmanya derbas dike. Ez vê jinenîgariya rehmetiyê bavê wî bo wî dikim diyarî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev