
Ka mêze bikin Memê Miksî vê carê çi ecêb anîye serê kurmancîya rojane.
Memê Miksî
Sed mixabin vê cewbê ez ji dil nalan kirim
Taqet û quwet nema min, belkî ez bêcan kirim
Leşkerê derdan giha min, lew ji hiş talan kirim
Min nema qet xew bi carek, bêser û saman kirim
Min du şahî çûne vekre, mûbtelayê wan kirim
Wê dema mesmuê min bû hîcreta cotê kuran
Xem li ser pişta’m ber hev bûn, wekî barê ûştiran
Sitar nabim ez tu caran pir ji vî derdê giran
Rîş û rih me her du şil bûne ji ava histiran
Firqeta wan sorgulan, ez bêeded giryan kirim
Ya Rebî qadir tu yî, derdê li canê min pur e
Min ji xanî çûne vêkre rojekê cotek kur e
Ger weled ar e welakin ew li nik babê dur e
Cewherek xelkê beyan bûn di gelek şêrîn sur e
Her di wextê ev mûsîbet Heq li ser min aniye
Sal hezar û sed û çil borîn ji hicra ûmmî ye
Mahê nîsanê ku roja reş li min bû şembî ye
Lazim e her çi ku Heq kit em bi wî bin razî ye
Vê demê dîn û teles ez xoceyê dêran kirme
Her du rojan ev mûsîbet Heq bi ser min aniye
Her duyan ser bi yek zade anîne terka cîhan
Yek di sala sêzdehê bû, yek di sala panzdehan
Ey xwezî ew her du bigiriyana li min, ne ez li wan
Sitir nabim ez tu caran pir ji vî derdê giran
Lêk van derd û xeman bêdaniş û îzan kirim
Qet ji dil nayête der reşbirîna tîra kulab
Min birîna dil di dev de derbûye jê tê edab
Sîne ateş danî îro dil bûye tîra kulab
Lew dinalim bêqiyas û lew dikalim bêhesab
Vê gulanê ez ji seyra sorgul û werdan kirim
Min divê Îsa bibînim dê ji ku peyda bîtin
Min birîna dil xef e, eseh bizan xweş nabîtin
Dê bi derd û xem bimînim ta qiyamet rabîtin
Ger di heşrê de bibînim wan ku dil pê şa bîtin
Lê te ta yewm-el qiyamet mûnîsê derdan kirim
Xeyn elîf beske ji nal û zariyê aha derûn
Ev qedaya Barî ye ma kes li wê çûn kit berîn
Saetek texîrê nabîtin wela yesteqêmûn
Her çi Heq kit ew heq e înna ileyhê racî’ûn
Lê ji derd û hesreta wan bêeded giryan kirim.
Riataza