
Ali Gurdilî
Rêbaza (method, rêgeh) şikê a ku Descartesî wê bi kar aniye, li tevahîya cîhanê, ramana nûjen xistiye bin tesîra xwe û bûye rêbazeke baş a hilberandina zanînîyê (bilgi, knowledge).
Descartes wiha gotiye:
- Em wiha bifikirin ku ez di xewnekê de me û cinekî ku dikare hemû tiştî bike, min dixapîne. Mesela em bibêjin, ku ew objektan bi awayekî cihê nîşanî min dide.
- Encax, ez di xewnê de bim jî, wiha bifikirim ku ez ji aliyê cinekî ve dihêm xapandin jî; ê ku tê xapandin û objektan cihê dibîne, dîsa ez im.
- Şik (guman), pêhisîn, tirsîn û gelek tiştên din, fikirîn e. Heke ketina şikê, fikirîn be û ê ku di şikê de ye jî ez im; difikirim, nexwe ez heme (cogito ergo sum).Descartes berî her tiştî xwestiye ku xwe bigihîne bingehekê zexim û bi vî awayî, xwe ji hemû şikan rizgar bike. Heke hebûna min ji şikê dûr be; ramanên min yên ku ez wan vedibêjim jî, dê ji şikê dûr bin. Lewra, ji ber ku dê ew jî ji hebûna min der biçin, wê ne şikwer bin.
Li gor nêrîna feylesof, bi vî awayî pêkan e ku meriv xwe bigihîne zanînîyên rast û misoger yên mîna zanînîyên matematîkî.
Riataza