Berhemên kurdzanên me – 276

Berhemên kurdzanên me – 276

Me di 275 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka şairê rûsan yê herî binavûdeng Aleksandr Pûşkîn ”Rêwîtîya li Erzurumê di dema gera sala 1829an da”, beşa wê a duduyan raberî we bikin.

Ev berhema giranbuha, ku berî 200 salan bi rûsî û gelek zimanan çap bûye, bi kurdî çap nebûye. Em wê kêmanîyê bi riya malpera xwe, bi wergera berpirsyarê xwe – Têmûrê Xelîl dadigrin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl 

 

Rêwîtîya li Erzurumê di dema gera sala 1829an da – 2 

Aleksandr Pûşkîn 

Rojtira din me riya xwe berdewam kir û em hatine Yêkatêrînogradê, ku wextekê bajarê kesên kupkupe bû.

Ji Yêkatêrînogradê riya Gurcistanê ya leşkerî dest pê dibe; karê postê li vir tê sekinandinê. Hespan kirê dikin, ku herine Vladîkavkazê. Erdeka kazakan û peyayan ya piştmêran û herwiha topek jî didin. Poste di heftêyê da du rojan tê şandin, û kesên ji wir derbaz dibin, xwe digihînine wan: ew tê binavkirinê wek demeke bi semt. Em demeke kurt li bendê bûn. Poste rojtira dinê hat, û berbanga roja sisîyan, seheta 9an am hazir bûn bi rê kevin. Li cîyê berevî ser hev dibin, karwaneke weke bi 500 kesan va hazir bû. Wek îşaret li defê xistin. Em bi rê ketin. Top pêşîya gişkan da diçû, ku bi leşkeran va hatibû dorgirtin. Dû wê ra barên haziran çûn, ku ji kelayekê berê xwe didane kelayeke din; dû wan ra dengê çireçira erebên du tekere dihat, ku ji wan ra firxûn tê gotin. Li çar alî refdên hespan û koma rêncberan bûn. Nêzîkî wan rêvebirên bi apincîyan û arxalixan xwe hildiqoşandin. Ji van hemûyan pêşî kêfa min dihat, paşê ez jê aciz bûm. Topa gullebarandinê hêdî diçû û pey xwe ra dû radikir, û leşkeran qelûnên xwe pê agirê wê vêdixistin. Sebebê hêdîçûyîna me (roja pêşin em her tenê 15 vêrstan çûn), germaya xefe, kêmbûna zexîreyê, xewên bi tirs û xof, çireçira erebeyan bû, ku hêrsa min radikirin. Teter bi wan dengê çireçirê va deng dane, dibêjin, ku ew wek merivên helal diçin û hewcedarîya wan ji xweveşartinê tune. Vê carê ji min ra baştir bû ez bi vê koma xwedî qedir ra neçime rêwîtîyê. Rê ne sahil bû: cî-cîna rasterê bû, dorê topikên nimiz bûn. Serê tepeya çiyayê Kavkazê roj ser rojê bilindtir dibû û xwe nêzîkî ezmîn dikir. Li vir kela pir in û gava meriv dîna xwe dida wan, her yek ji me ji tirsan dikaribû rojên xweş bi bîr banîya, topên vira zeng girtibûn û hema bêje ji dem û dewranên mîrlaw Gûdovîç gulle ne kiribûn, û mirîşk û qaz di nav wan da kadîn û hêlînên xwe çê kiribûn. Di kelayan da çend dikanên biçûk hene, ku meriv bi zehmetî dikare li wir çend hêkan an jî şîr bikire. Warê herî xweş kelaya Minareyê ye. Gava em nêzîkî wê dibûn, karwanê me di nav goristanan ra derbaz dibû, ku bi darên çamê û çinarê va dorgirtî bûn. Ew mezelên wan çend hezar kesan bû, ku ji nexweşîya tayê miribûn. Kulîlkên vira ji toz û xubarê çilmisîbûn. Ser milê rastê Çiyayê Kavkazê yê serê wî berfgirtî bi awayekî zelal û geş xuya dibû; li pêş me çiyakî terikî, bi daristana six hebû; piş wî kela bû. Ji her deran xuya dibû, ku gundek li vir hatîye şêlandin û talankirin. Navê wî gundî Tetertûb bû, ku li Bolşoy Kabardayê gundê herî mezin bû. Minareya wira şahidê wê bû, ku li vir gundek hebûye. Ew minare li ber devê çêm, di navbera qeya û zinaran da hatîye çêkirin. Pêpelîngê hundurê wê nehatibû hilşandin. Ez bi wê pêpelîngê hilkişîyame meydanê. Ji wira îdî dengê azana melle ne dihat. Li wir ez rastî çend navên nenas hatim, ku bi destî rêwîyan li ser keviran hatibûne neqişandin-kolan.

Riya em tê ra derbaz dibûn, pir bedew û kaw bû. Li çarnikalên me çiyayên kubar bûn. Ji berpala çiyê bigire heta bereka çiyê kerîyên pêz xuya dibûn, ku ji dûr va wek mûristangan bûn. Çavên me şivan jî diqeşirand, dibe şivanên rûs bûn jî, ku di wextê da dîl hatine girtin û di xerîbîyê da kal bûne. Em dîsa rastî mezelan û kelefeyan hatin. Li qeraxê rê du-sê heykelên ser mezelan hebûn. Gorî edetê çerkezan, li wir siyarîyên wan hatibûn binaxkirin. Nebîyên hov ji pêşîyên xwe yên hov ra nivîsên bi zimanê teterî yên ser keviran kolayî li ser wan mezelan hîştibûn.

Çerkez ji me qet hiz nakin. Me wana ji warên têr çêre derxist; gundên wan wêran bûne, eşîretên wan piranî hatine qirê. Ewana roj ser rojê xwe didine çiyan û ji wira êrîş dikin. Meriv nikare bawerî bi dostanîya çerkezên sade bîne: ewana herdem jî amade ne piştgirîya kesên ji eşîreta xwe yên hov bikin. Ruhê cindîtîya wan ya wehş gelekî ket. Ewana îdî degme êrîş dibine ser kazakan, tu caran êrîş nabine ser peyayan û dema çav li topan dikevin, xwe li riya revê digirin. Lê tu caran wê firsendê ji dest xwe bernadin, ku êrîşî li ser rêwîyên bê çek bikin. Haya hemûyan ji hovîtîyên wan heye. Hema bêje tu rêyek tune bona wana milahîm bikin, riya tek-tenê ew e, ku wana bê çek bikin, wek ku teterên Qrîmê bêçek kirin û ev karekî pir dijwar e, ji ber ku di navbera eşîrên wan da gelek edetên heyfhildanênê û kîna xwînî hene. Şûr û mertal tu dibêjî qey beşeke bedena wan in, zaro hema bêje berî, ku piya herin, dikarin şûr û xencer bi kar bînin. Bal wana kuştina merivan – ew wek hereketeke livîna bedenê ye. Ewana dîlgirtîyan ji bo wê yekê xwedî dikin, ku ji bo wan pereyan bistînin, lê bi bêwijdanî ji heqê wan têne der, wana mecbûr dikin ji hêza xwe zêdetir kar bikin, dewsa nan hevîr didine wan, li wan dixin, carna zarokên xwe dikin nobedarê wan û ew zaro dikarin ji bo gotinekê bi şûrên xwe va wana qet bikin. Van dawîyan çerkezekî sade girtin, ku gulle berî leşker dabû. Ewî bi wê yekê va xwe efû dikir, ku çeka wî demeke dirêj dagirtî bû. Meriv bi kesên wisan ra çi dikare bike? Gerekê hêvîya xwe daynine ser wê yekê, ku rohilata behra Reş bixine destê xwe, rê li ber çerkezan bigirin, ku ew bi Tirkîyê ra tucaretê nekin, wana mecbûr bikin xwe nêzîkî me bikin. Dewlemendbûna wan dikare tesîrê li ser xweserîtîya wan bike: semawir wê nûyîtîyeke giring bûya. Ji bo pêşketina dewrana me mecalên diha xurt, diha helal, diha aqilane hene: bawerîya bi Încîlê. Çerkezan van demên dawî musulmanî qebûl kirin. Fanatîzma xunedarên Quranê, xwesma Mansûr li ser wan tesîreke mezin hîştibû, yê ku merivekî ne sade bû, demeke dirêj zendegirtî mabû ser Kavkaza, ku derdikete dijî serkirdayetîya rûsan û dawî ji alîyê me da hate girtin û li dêra Solovêskê jîyana xwe ji dest da. Kavkaz li benda mîsyonêrên xaçparêz e. Lê ji bo ewaretîya me hêsantir e dewsa gotinên zindî herfên mirî bidine rêzê û pirtûkên bê rewş ji wan kesan ra bişînin, ku xwendinê nizanin. Em gihîştine armanca xwe, me Vladîkavkaz hilda, ku berê jê ra Kapkay digotin. Ew bi gundên osêtînan va dorgirtî ye. Ez çûme yek ji gundên wan, ku li wir şîna yekî dikirin. Li dor konê vegirtî milet berev bûbû. Li heyatê erebeyek hebû, ku du ga pê va grêdayî bûn. Meriv û dostên kesê mirî ji her alîyan dihatin û bi girîneke bilind berê xwe didane kon, bi destan serê xwe dixistin. Jin bê deng sekinîbûn. Kesê mirî li ser çarberê derxistin…

…like a warrior taking his rest
With his martial cloak around him;
{5}

ew danîne ser erebê. Yek ji mêvanan çeka kesê mirî hilgirt, pifî ser toza li ser dexlê kir û çek danî li wir. Ga bi rê ketin. Mêvanan dane dû wan. Cinyaz gerekê li çiyan bihata definkirin, ku weke 30 vêrstan dûrî gund bû. Mixabin, tu kesî nikaribû erf û edetên wan ji min ra şirove bikira.

Osêtîn ji gelên Kavkazê yên herî feqîr û belengaz bûn; jinên wan bê qusûr in û, wek dibêjin, qedirê rêwîyan gelekî digirin. Ber derê kelayê ez rastî jin û dota osêtînê girtî hatim. Wana ji wî ra xwerin dibir. Herdu jî berbihêr û bi cesaret bûn; lê dema min ranêzîkayî li wan kir, herduyan jî berê xwe ji min guhartin û rûbendên xwe kişandine ser rûyên xwe. Li kelayê min zarên çerkezan dît, ku gelek xwebawer û ciwan bûn. Ewê cezayê xwe bixun û paşê ji kelayê derkevin. Halê wan ne tu hal e. Kincên wan peritî, nîv pêxas û ser çavên wan gemarî bûn. Hinekan solên darîn pê kiribûn. Wisa xuya bû, ku zarên çerkezan, ku hatibûne berdan, ji mayîna xwe ya li Vladîkavkazê ne gazin bûn.

Em bi kazakan ra tevayî peya çûn. Kavkazê em bi dilgermî qebûl kir. Xuşe-xuşa çemê Têrêkê bû, ku bi rêyên ji hev cuda dikişîya. Em ber kenarê wî yê çepê va çûn. Pêlên wî yên gurr aşên osêtînan didane xebitandinê, ku mînanî holikên kûçikan bûn. Em çiqasî di nav çiyan da kûrtir dibûn, zêde şikevt rastî me dihatin. Têrêka gurr pêlên xwe davîte heta qeya û zinaran. Pêşên çiyan yên kevirî ji pêlên wî çemî maşîya bûn. Ez peya diçûm û deqekê sekinîm û bi ciwanîya tebîyetê ra heyrî mam. Hewa ewrayî bû; ewir bi giranî berê xwe didane tepeyên çiyayên reşotankî. Mîrlaw Pûşkîn û Şêrnval, gava bala xwe didane Têrêkê, Îmatrû bi bîr anîn û serdestî dane çemê, ku li Bakur dikire gurmîn. Lê min nikaribû ew dîdema ber çavên xwe himberî tiştekî din bikira.

Berî ku em bigihîjine Larsê, ez ji komê paş ketim, ji ber ku min dîna xwe dida qeyayên mezin, ku çemê Têrêkê bi gef û gurr di navbera wan ra dikişîya. Ji nişkêva leşkerek bi hewar û gazî ber bi min tê û ji dûr va dike qîrîn: “Nesekinin, ji komê paş nekevin, wê we bikujin!”. Ev gotin li min pir ecêb hatin. Mesele di wê yekê da ne, ku çeteyên osêtîn, ku li van waran zirarê nadine tu kesî, ji wî berê çemê Têrêkê agir berdidine rêwîyan. Berî hatina me ya li vira wana êrîş biribûne ser gênêral Bêkovîç, ku ji gullebarandinên wan ji wir filitî bû. Li ser zinarekê kelefeyên kelayekê xuya dibû: osêtînên sade ew kiribûn koxik, ji bo leglegan bûbû hêlûn. Me li Larsê şevbihêrîya xwe kir. Li wir me rêwîkî franisz dît, ku em tirsandin, got, di rê da bira haya we ji we hebe. Ewî temî li me kir li Kobîyê dest ji çûyîna bi kom bikişînin û bi siyarî herin. Me bi wî ra cara pêşin ji dolabeke, ku bîna kurrederê jê dihat, şerab vexwar û me kêf û şahîyên Îlîadîyê bi bîr anî: û di eyarên bizinan da ji bextê me ra şerab heye!

Li vira min kitêboka “Dîlê Kavkazê” ya di gemarê da xeyîrî dît, û ez li xwe mukur bêm, ku min ew bi hewaseke mezin va xwend. Ew bi awayekî sade hatibû nivîsar, nehatibû sererastkirin û ne tam bû; lê gelek tişt rast hatibû texmînkirin û nivîsîn.

 

(dûmayîk heye) 

Foto ya Rohan Amedyan

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev