Ji nimûneyên zargotina me – 276

Ji nimûneyên zargotina me – 276

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema îro me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETA KURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend kilamên xweş raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

  1. TE ÇEVREŞÊ

Te çevreşê, birî qorê,

Ezê navê şirîn tera divêm – Porê,

De tu were ramûsanekê vê nîvro min keremke,

Bira tu kul, keser ser dilê min marûmê xadê neçe ax û gorê.

 

Berfekê barî, çiya hilû kir,

Werdekê ketine ava, av şêlû kir,

Par vî çaxî kewa gozel qorixkirîya navsa canê min evdalê xadê bû,

Îsal ji pêra kotî-şundeyî pîsî mêra –

Kewa gozel ji min kûvî kir.

 

  1. SALÊ DI ZEMANA

Salê di zemanana,

Berfekê barîye pişta mîya

Şil kirîye qotkê bêrîvana,

Bera xadê mirazê heftê û du mileta bike,

Mirazê min û Şênîya Heso,

Qemera reşe tarî, qerewila

Kolxozê, ber bostana jî pêra.

 

Dilê min germa di havînê,

Bera xadê mirazê heftê û du miletî bike,

Mirazê min û Şînîyê bike,

Xebatçînga ber maşînê.

 

  1. REWAN

Rewana rengîn wê bi dêre,

Wey qimerê, zarê minî more,

Xelqê emirê xwe daye ser emirê qîzan û bûka,

Te emirê xwe daye ser emirê jina bi mêre.

 

Derê mala bavê min qeraxe,

Kewa gozel digere taqa kondere, qolkê çuxe.

Gede lawiko, gunê min stukura te be,

Ezê diçim welatê xerîba, tu dimînî,

Tê rênga xwe derê mala bavê min xî.

 

  1. MALÊ ME DANÎNE ZOZANA

Malê me danîne zozana li vê rêzê,

Kerîyê bergela xwe dane fêzê,

Xwezila ezê sivekê zû rabûma ji hemêzê.

 

Malê me danîne li va dinga,

Ezê dikim herime dizîya cotê zer memika,

Destê minê ketê morîyê linga.

 

  1. KEÇIKÊ, KULMALÊ

Keçikê, kulmalê!

Yareke min heye mehela weda,

Serê xwe girêde ber qelaxê, bi teldeda,

Ezê hatim, min go – kewa gozel,

Bira ramûsanekê canê min evdala xadê keremke,

Bira kotî, şindokê dewarê mêrê wê ji mal derê, gulleke pîştonê

Berî bedena minde.

 

  1. ERÊ, LA DÎNÊ

Erê, la dînê, la dînê!

Min go – min derketî stêrka gule,

Min derketî stêrka gule,

Şewqê dabû pêşberî stêre.

 

Keçê, agirî kulê beyta bavê

Teda rûnî, de tu rave,

Ramûsanekê bide –

Deqa nava sîng û berê teda min keremke.

 

  1. EMÊ LÊ

Emê lê, Emê lê, Emê lê,

Qemera mine reşe tarî,

Minê qemera xwe jibartîye

Nava êla Hesinîya, hezar hefsid malî.

Xizêma qemera min şikestîye,

Delîl halê min sêfîlî,

Min merûmî, min deyndarî.

 

* * *

Êlê qemerê, de tu cixarê mekşîn,

Cixare li te nayê,

De tu qutîya cixarê xwe bişkêne, bavêje der serayê,

Minê sondekê xarîye, qesemekê ji pêra –

Ezê terka çev û birûyê belek, bejina nîvçe nadim,

Hetanî dergûşa kurînê pêşa te negire,

Minra nevêje – bavo,

Tera nevêje – dayê.

 

Qemerê canê, minê sondekê xarîye Şerefdînê,

Malî gundîya hev danîne,

Tu cara ew xebera zarî bi min nîne,

Wekî kefîl mêrî te donzde gulla canê min bijmêre,

Tu cara dilê min li dilê qemera min namîne.

 

Qemerê, deve-diran ji fenerê,

Ezê kavlî gundada axîn dikim ji vê keserê,

Milê qemera min ne girtin, nedane xortekî çardesalî,

Girtin dane yekî derdo-merdoyî heyştê salî, mêrê berê.

 

  1. HERÊ DE MÊVAN

Herê de mêvan, de mêvan,

Tu mêvanê minî.

 

Mêvano, qurba, mala digerî,

Male vane,

Koma zerîya digerî – xwera-xwera em xuyane.

 

Mêvan, qurba, herkê tu pirsa tamê mala bavê min dikî

Tamê herî pêşîne,

Du cêrge dîwarê wîne,

Çargoşe danîne.

Paşîya tewla mala bavê min qule,

Şev nîveka şevê têda were xare.

Herkê dê û bavê min te hisyan,

Ezê bêjim – ne mêvanê sîng û berê mine,

Qerewilê şevêye,

Şaş bûye,

Hatîye avê digere.

 

De mêvan, tu mêvanê minî,

Tu ronaya çevê minî,

Tu destmala ser destê minî,

Tu ronaya çevê minî.

 

Ezê çûme Îdira wêran, dikanê,

Dikanê here pêşine,

Herçî bazarê min kewa gozelra kirin,

Hemû şer bû, şimaqîne,

Sîng û berê kewa gozel usane –

Forma malê kandrabada,

Meriv welatê xerîbîyê bîne,

De mêvan, de mêvan,

Tu mêvanê minî.

 

Foto ya Rohan Amedyan

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev