Pirsa we û bersiva me – 221

Pirsa we û bersiva me – 221

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 27

1.

Melayê gund roja înê di mizgeftê de weaz didan. Qala xweşîya buhiştê dikir û digot; ew kesên herê buhiştê ewê Xwedayê Dilovan 70 horîyan bike nesîbê wan.

Di wê navberê de, xortekî ku ji keça melê hezdikir rabû ser xwe û got:

– Seyda, va evqas cemaata mizgeftê hazire, di hizûra wan û Xwedê de, di vê roja pîroz û mekanê pîroz de ez soz û ehd didim te, tu keça xwe bide min, ezê heftê horîyên xwe yên buhiştê bidim te.

Mela pir aciz dibê û dibêje; derkeve der, mel´un te mala Xwedê herimand û çend sofîyên mizgeftê wî xortê evîndarê keça melê tavêjin derveyî mizgeftê.

 

2.

Şêxo û Xecê nû bi hevre zewicîbûn. Êvarekê mêvanekî wan tê. Xecê dibêje; Şêxo, va ye dema şîvê ye û mêvanê me ji rêke dûr hatîye niha birçîye. Di mala me de xwarin jî tuneye, me bes dîkek heye ku em jê re serjêkin û bendekek heye ku di nav de razê. Ji bê mexferî, dîkê xwe ji mêvan re digurênin û mêvan zikê xwe têr xwarin dike. Dibe wextê razanê. Şêxo ji mêvanê xwe re dibêje; keko ji bo razanê me bendekek heye, tu bixwazê tu di nav bêndekê de raze û ez û Xecê emê biçin di kadînê de di nav kayê de razin. Mêvan dibêje, na welle, hûn di nav bêndeka xwe de razin ezê herim di nav kayê de razim. Mêvan ji xwere dibêje, nav kayê germe ezê li wir bi germî razim.

Mêvan diçê nav kayê û Şêxo û Xecê dikevin bin bêndeka xwe de û dikevin xew. Piştî bîstikekê serma dide mêvan û ji serma nikare razê. Mêvan dibakê mazurvanê xwe; waa Şêxoo… Xecê dengê mêvan dibihîzê û Şêxo ji xew şîyar dike, dibêje ka here bê çi bela mêvanê meye û ew çi dixwazê. Şêxo diçe kadînê û dimeyzînê ku mêvan ji serma direcifê. Şêxo dipirse te xêre keko, çima tu narazê. Mêvan dibêje, kuro lawo tu û jina xwe we xwe êxiste bin bendekê de hûn ketin xew lê ji serma ez nikarim razim, ez qufilîm, ka hûn bendekê bidine min û hûn werin nav kayê de razin.

Şêxo û Xecê di nav kayê de razan û bendek dane mêvanê xwe. Lê mixabin mêvan di bin bendekê de dîsa ji serma debar nekir û bangî Şêxo kir.

Kuro lawo Şêxo evder jî pir sar e ez nikarim razim.

Şêxo bi hêrs bû û got; “Lawo dîk di te de ye û bendek bi te de ye, tu hê çi ji min dixwazê”

Mixabin, hin kes ketine mala me, dîk di wan de û bendek bi wan de ye, lê dîsa bela xwe ji me navekin.

 

3.

Xelo ji bazarê zebeşek dikire. Êvarê piştî şîvê, zebeşê xwe tînê li ber xwe datîne û bi kêf kêrê didîyê û çi bibînê… Ev îde ne zebeşe, mîrato nayê xwarin û kale weke kundire. Bû kufpifa Xelo û li zebeşê ku pere pê dayî meyzand û got; bi Xwedê gunehe ez bavêjim, min pereyê xwe pê dane.

Xelo rojname li zebeş dipêçê, wê jî têxê nav kincekî û piştre têxê hindirê kîsekî naylon de, wê jî têxê bin tebeka zilikî û bir li enîşkeka malê didanê.

Piştî sê rojan Xelo berê xwe didê midbexê û dirajê kêrê û diçe tebeka zilikî li ber xwe dideynê. Tebek ji ser zebeşî hilanî, kîsikê naylon vekir, kincê li ser vekir û dema ku rojname ji ser zebeş vekir û çi dibîne… Zebeş tevde efnikî bûye. Xelo rahişte zebeş û berê xwe da derve, dema gihişte sergoyê heta jê hat zebeş avêt û got; a niha ne herame ez bavêjim û zebeşê kalî kundirî avête ser sergoyê.

 

4.

Wextê Çeto di ber qerexa behrê re dimeşe, lingê wî li şûşeyekê dikeve. Devê şûşê vedibe û cinek jê derdikeve.

Cin: Yek mafê te ye, bixwaza tu ji min çi dixwaze!

Çeto: Dixwazim tu pirek di navbera du deryan de çêke.

Cin: Yaho ev çi şiklê daxwazîyê ye? Tiştekî minasib daxwaz bike!..

Çeto: Nexwe dixwazim jina fam bikim.

Cin: Bila çend xetên rêya pirê hebin?

 

5.

Mêrê Sêvê di qezaya trafîkê de dimire.

Derdor di nav xwe de nîqaşê dikin, em çawa ji jina wî re bêjin!…

Mela: Ezê xeberê bidim Sêvê.

Mela diçe ba Sêvê û dibêje: Xwîşka Sêvê, mêrê te jineke din anîye.

Sêvê ji qehra: Înşaallah termê wî bi ser min de were.

Mela: Hevalno, termê wî werînin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev