Xaçparêz rê nadin Kurdên Êzidî vegerin gundê xwe

Xaçparêz rê nadin Kurdên Êzidî vegerin gundê xwe

Abdulselam Akinci

Mêrdîn (Rûdaw) – Li gundê Efşê yê bi ser navçeya Nîsêbîn a Mêrdîna Bakurê Kurdistanê 100 malên Kurdên Êzidî yên ku 40 sal berî niha ji ber rewşa siyasî koçî Ewropayê kiribûn dixwazin vegerin û gundên xwe ji nû va ava bikin.

Berî 40 salan ji ber alozîyên siyasî û rewşa nebaş a aborîyê ji devera Midyad û Nisêbînê li Mêrdînê nêzîkî 70 hezar Kurdên Êzidî koçî welatên cûda cûda yên Ewropa kiribûn. Piştî salên 2000î bi destûra dewletê di çarçoveya projeya vegera gundan de derfeta vegerê ji bo wan derketibûn û beşek ji wan vegeriyabûn li ser axa xwe di çarçoveya heman projeyê de ew veger hêj berdewam in.

Beşek ji gundiyan ji Almanyayê vegeriyan e û hatine ku ji xwe re xanî lê ava bikin, rêya çûyîna gundê wan ji nav gundê Suryaniyan yê bi navê Erbobeyê de derbas dibe. Şênîyên Erbobeyê jî dibêjin rêya ku diçe Efşê milkê wan e û tapo jî li ser wan e, ji ber wî gundîyên Erbobe 4 kîllometre rêya Efşê bi çar xalan bi keviran girtine û rûniştvanên Efşê jî mecbûr in wê rêyê peya diçin û tên û ew nikarin melzemeyên înşaetê bibin gund. Ji ber vê rewşê gundiyên Efşê bi rêya parêzerê xwe li dijî gundê Erbobe gilî tomarkirine û herwiha wana şaredariya Nisêbînê jî agahdar kirine, lê hêj çarenivîsek ji bo wan nehatîye dîtin û ew ji rayedaran daxwaza zûtirîn çareyekî dikin.

Piştî 40 salan Êzidiyên ku rûniştvanên gundê Efşê bi armanca gundê xwe ji nûve avadan bikin û ji Ewropa vegerenane û amadekariyên avadankirina gundê xwe dikin. Lê rêya gundê wan a sed salan ji aliyê gundiyên gundê cînar Erbobe ve bi hinceta ku milkê wan tapo kiriye, li çar cihan bi latên mezin hatiye girtin û ew nikarin bi asayî herin gundê xwe. Ji ber vê yekê ew 4 kîlometre rêya di navbera gundê Mesîhî Erbobe û gundê xwe de peyatî hatin û çûnê dikin û kar û barên avadankirina gund jî rawestiya ye.

Rûniştvanê Efşê Îzedîn Yalçin jî got: “Niha ev rêya ku ji Erbobe diçe Efşê bi sedsalan heye. Rêya karwanî bû. Van ev der rakirine ji xwe re kirine erd weke ku bere rê nebûye. Yanî tiştek wiha tune. Jixwe ew jî dizanin em jî dizanin ku ev rê berû hebû û diçe Efşê.”

Rûniştvanê Efşê Zahredîn Aytan jî got: “Em hêviya xwe digihînin ku dewlet me sêwî nehêle. Dewlet li me bibe xwedî. Lewra em dewa cîhê keskî lê nakin.”

Welatî Kenan Derecioglu jî got: “Ez ji Midyadê me, ez hatim ku hevalên xwe yê Êzidî li gundê wan ziyaret bikim û merhaleyek bidim wan, min temaşe kir ku rêya wan girtîye. Ji wî gundî heta derbasî ba wan dibin bi linga dimeşin. Zehf zor e, ne xweş e, germ e.”

Fahrettin Yalçin jî Kurdek Êzidî yê gundê Efşê ye û piştî 40 salan ew vegeriya gundê xwe û li girê ku goristana hizkirîyên wî binaxkirîne rûniştîye û bi hisret û neçar li xirabeyên gundê xwe dinêre û li çareyek digere.

Rûniştvanê Efşê Fahrettin Yalçin dibêje: “Şeş heft rojên em êsîr mane, rêya me hatine girtin em ne dikarin ji xwe re nanek bînin ne jî avek bînin. Ez hêvî ji Suryaniyên me dikim, ji Mesîhiyên me dikim, bi rastî jî em cîranê hev in, em ser tixûbê hev in. Em naxwazin ku em dilê hev bihêlin. Xwedê tiştek wilo jî nîşanî me nede. Lê bi rastî em ne li hêvîya wê yekê bûn hûn li serê me bikin.”

Ji şêniyên gundê Erbobe yên ku em bi rêya têlefonê gîhaştin wan jî dibêjin ew rê erde bi tapo yê gundê wan e, dewlet ango qanûn çi biryar bide ew pabendê wê biryarê dibin. Li gel wê yekê jî parêzerê gundiyên Efşê Omer Demîr jî palpiştîya wan a hiqûqî dike. Ew dibêje bi her awayî derqanûnî ye ku rêya gundekî were astengkirin.

Parêzerê Gundiyên Efşê Omer Demîr herwiha got: “Em dixwazin dengê me bigihîje her kê bin jî, yên dikarin alîkarîya me bikin bira bibin alîkar. Di serî de qaymeqamê Nisêbînê û walîyê Mêrdînê û her însanek ku karibin alîkarîyê bikin emê gelek memnûn bin.”

Di halê heyî de nêzîkî 5 hezar ji nifûsê gundên Efşê li Almanyayê û welatên cûda yê Ewropayê ne ji ber ku ew nikarin melzemeyên avadankirina xanîyan bînin û karê avadankirinê bidin destpêkirin, beşek gundiyên ku vegeriyane di konteynêrek de dimînin û peya diçin û tên.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev