DI TOREYA KURDÎ DE SOND

DI TOREYA KURDÎ DE SOND

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner 

Di nava her miletekî, civatekê de sondên cuda hene ku rojane têne gotin. Piraniya sondan di nava miletê bisilman de bi Xwedê, bi Quran, bi Pêxember, bi serê şêx, bi filan û bêvan ziyaterê têne gotin.

Çendî ku ev sondên ku hatin gotin, di nava Kurdên bisilman de jî hene, lê piraniya Kurdan û yên bisilman jî tê de, zêdetir bi ROJê û bi erd û asîman sond dixwun.

 

– Sonda Bi Erd û Asîman:

Sonda ku di Çîroka Kurdî de heye, ne mîna sondên vê Sedsala Bîstî ya ku bihurî ye. Ew sondên di Çîroka Kurdî de bi piranî bi xwezayê û bi merivan têne kirin, bi piranî bi gora miriyan sond têne xwarin. Gava bêbaweriyek dikeve nava kesên di Çîroka Kurdî de, ji bo danebawerkirina hevûdu sond têne xwarin.

Bi piranî sonda çîrokê bi van tiştan çêdibe:

 

. Bi xwedanê şev û rojan…

. Bi vê roja hanê…

. Bi vî agirê hanê…

. Bi vê çirayê…

. Bi vê ronahiyê…

. Bi vî nanê hanê…

. Bi serê kurê min…

. Bi gora bavê min…

. Bi erd û asîman…

. Bi vê erda hanê…

. Bi vî asîmanê hanê…

. Bi vî nanê hanê…

. Bi vî qûtê îmanê…

 

Eger ji van sondan zêdetir sond hebin, bi kerema xwe binivîsin, da têkevin Ferhenga Kurdî û ji mirinê rizgar bibin.

Gotineke weha jî ya folklorî heye:

”Bavê xwe kuştiye ku bi serê wî sond bixwo.”

Silav û rêz, her şad û berxwedar bin…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev