KEVOK, ROVÎ Û LEGLEG

KEVOK, ROVÎ Û LEGLEG

Weke ku di stiraneke me da tê gotin:

 -Dengek ji Bakur tê, dilê min dilîlîne.

Memê Miksî

Şînkevokeka pir kubar û rind

Hêlîn çêdikir ser darek bilind

Hêk dikirin û du çêlik ji wan

Derdixistin wê bo xwe her zeman

Lê roviyekî biçep û fêlbaz

Nedihişt kevok şa be bi miraz

Her tim dihate li bin wê darê

Digot: Çêlikan bavêje xwarê

Hekî nevêjî bo min nîn e zor

Dê te jî bixwim ku rabim li jor

Wê jî ji tirsan ew davêtin jêr

Rovî zikê xwe bi wan dikir têr

Evê pepûkê nedidît çare

Ca ev pîş ew qas nebit dûbare

Di dawî evê maka dilbirîn

Piştî du çêlik bo xwe deranîn

Ji ber roviyê zalim û bi fen.

Kete mitalan kevoka reben

Tam di wê hînê leglegek ji dûr

Hat dada ser wê dara gewdestûr

Çi bala xwe da eva baskbişîn

Xwe kêşaye hev bêkeyf û xemgîn

Jê pirs kir gotê: Ev sedem çi ye?

Hêj min kes wek te xemgîn nediye

Wê jî bersiv da pir bi hestiyar

Got: Ji ber rovî dikim ax û zar

Dema çêlikan derdixim bo xwe

Tête bin darê ca ku wan bixwe

Dibê ger tu wan bo min nevêjî

Tê bêm wan bixwim di ser da te jî

Ez jî ji tirsan bo wî davêjim

Lew hêsirên şor niha dirêjim

Leglegê li wê vegerand û got:

Yeqîn rewşa te mêlak li min sot

Heger vê neqlê roviyê zirav

Hat ji te xwestin bibêjê hingav

Êdî çêlikan hew dikim gorî

Were tu bibe ku ew qas mêr î

Piştî vê yekê leglegê firda

Pir neçû li dev çemê jêr dada

Hêjan du saet ser ra neborî

Roviyê gewr hat li jêr bişirî

Gote kevokê: Tu pê ‘eyan î

Ka tê çi bête ber vî diranî

Wê jî cab da got: Navêjim êdî

Were bibînim ka çi lewend î

Rovî jî gotê: Ev aqilê ha

Kê da nîşa te bêje aniha

Wê jî gotê: Ev şîreta bi xêr

Ji leglegê hat îro ne du, pêr

Gava kevokê nav kir eşkera

Rovî li pey xwe bi zû vegera

Hate li devçem legleg dît li wir

Di dil da anî sed hemd û şikir

Gote leglegê: Ji alê rastê

Wextê ku bager ber bi te ve tê

Hefadiya xwe çawa tu dikî?

Pir meraq dikim bêje Xwedê kî

Legleg got: Ji rast gava tê bager

Berê xwe didim alê çepê her

Rovî got: Ji çep dema tê îcar

Tu çawa dikî ka bike iqrar?

Wê jî got: Ber bi rastê wek berî

Dîsa badidim ez stuh û serî

Di dawî rovî got: Madem we ye

Bi rast û çep te haja xwe heye

Vêca ku bager bê ji her teref

Hingav xwe ji ber çawa dikî xef?

Leglegê gotê: Hingav serê xwe

Têxim di nava bask û perê xwe

Rovî got: Kanê nîşa min bide

Dil ji meraqê yekser lê dide

Ji xwe hûn legleg pir jêhatîne

Di nav me da kes mîna we nîn e

Karê hûn dikin bi yek saetê

Em pêk nayînin bizan yek heftê

Hem yên wek we ji ba û sermayê

Xwe biparêzin ka hene qayê?

Keyfxweş bû legleg bi evan peyvan

Serê xwe xwar kir bê şik û guman

Çawa xist di nav her du per û çeng

Rovî stuh lê girt, şidand hişt bêdeng

Laş li qeraxa çemî kir dirêj

Got: Aqilmend î lê ji xwe ra gêj

Heta li xelkê şîret bikira

Nîv ew qas bo xwe te bifikira

Îro nediket li ber vî destî

Min jî nedixwar goşt di gel hestî.

 

Têbinî: Ilham ji fableke Kelîle û Dîmne ya Beydaba hatiye girtin

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev